Jin li dijî qetilkirina jinan daketin qadan

Jin li dijî qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl daketin qadan û diyar kirin ku 6 mehan de 205 jin hatine qetilkirin û balkişandin ser polîtîkaya bêcezahiştinê.

Navenda Nûçeyan – Di 4’ê cotmehê de li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl ji aliyê Semîh Çelîk ve hatin qetilkirin. Jinan li dijî vê daketin qadan û li gelek bajaran çalakî pêk anîn.

Riha

Li navçeya Haliliye ya Rihayê ji aliyê Platforma Jinan a Rihayê ve li qada Topçu daxuyanî hat dayîn. Pêkhateyên platformê û gelek jin tevli çalakiyê bûn.

Jinan pankarta ‘Peymana Stenbolê didin jiyîn û em dest ji jiyana xwe bernadin’ vekirin û dovîzên ‘Heta jin azad nebin civak azad nabin’, ‘em naxwazin bimrin’ hildan.

Li ser navê platformê endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Mizgîn Kurtoglu axivî û diyar kir ku wê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin.

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû. 

Dîlok 

Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê li Parka Balikli daxuyanî da. Li ser navê platformê Nazîfe Kulekçî daxuyanî xwend û balkişand ser du jinên li Stenbolê hatine qetilkirin. Nazîfeyê daxuyakirin ku di 6 mehên ewil yên salê de 205 jin hatine qetikirin û di meha îlonê de jî 34 jin hatine qetilkirin. Nazîfeyê her wiha anî ziman ku wê li kolanan bin û hesab bipirsin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû. 

Wan

Li Wanê jî bi pêşengiya Platforma Jinan li ber Aydin Perîhan AVM’ê daxyanî hat dayîn. Li ser navê girseyê hevseroka Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt daxuyanî xwend. Fundayê balkişand ser qetilkirina jinan û daxuyakirin ku peşnûmeya lêkolînê ya ji bo mirina Narînê ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye redkirin û her wiha got fikarên wan yên ji bo Rojînê jî zêde dibin. Fundayê got: “Bûyerên tên jiyîn ne munferîtin.  Em berpirsan nas kirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên li ser jinan bidomînin.”

Amed

Li Amedê li dijî tundiya li ser jinan û jinên hatine qetilkirin ji Qada Şêx Saîd heta Sûrê meş pêk hat. Jinan diyar kirin ku tundî her diçe zêde dibe û gotin “Dewleta kujer AKP’a hepvar.”

Platforma Jinan a Amedê û Pêkhateyên Tora Têkoşîna Li dijî Tundiyê ya Amedê, bi dirûşmeya ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’ jji Qada Şêx Saîd heta Sûrê meşiyan.  

Piştî meşê jinan daxuyanî dan. Serokê Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku sedema qetilkirina jinan berxwedana li dijî koletiya ku serdestiya mêr ferz dike ye û got: “Me li ser daxwaza malbata Rojînê ev meş pêk anî.Niha malbata Rojînê nav me de ye. Daxwaza wan jî heye. Qetilkirinên jinan êdî hatiye nokteyeke ku pêşiya wê nayê girtin. Em dibêjin ku emê qetilkirinên jinan rawestînin. Di vê mijarê de baweriya me tam e.  Rojîn ev 11 roje winas ye. Bila destê xwe ji dest jinan rabikin.”

Parlamentera Amedê Ceylan Akça Cupolo jî axivî û daxuyakirin ku tundiya demên dawî de zêde bûye rasta rast girêdayê polîtîkayên dewletê ye.  Ceyranê diyar kir ku  wê hesab bipirsi û heta dawî têkoşîna xwe ya li dijî vê bimeşînin.

Endama Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Cansel Atalay jî axivî û got wê têkoşîna xwe mezin bikin û êdî wê yek ji wan kêm nebe.

Daxuyanî bi çalakiya runiştinê ya jinan bidawî bû. 

Dêrsim 
Platforma Jinan a Dêrsimê ji kolana Sanatê li dijî kuştina jinan hat gel hev. Di çalakiya bi dehan jin tevlî bûn, panqarta “Ne tecrîd e, sistematîk e!”  “Qirkirina jinan e” “serhildana wê li dinyayê biheje” û “Jin jiyan azadî” hatin hilgirtin. Seyîd Ji Kolana Hunerê bi dirûşmeyan heta Qada Riza meşiyan.

Denizli
Jin bi hevre bi hêz in Denizlî, li parqa Candogana li navenda bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Pankarta “Em bi hêrsin,Em di isyanê de ne. Qirkirina jinan polîtîk in” hat vekirin û daxuyaniya, “Qatil wê hesab bidin jin dê bipirsin ”, “Peymana Stembolê ya meye” û “ li ser tiliyên xwe ne meşin, bila şerm bike” pereyê wan yê biyanî hat tagîkirin. Di daxwuyaniyê de  dirûşmên “Heke hûn ji tarîtîyê bitirsin emê vî bajarî bişewitînin,” “Bijî berxwedana jinê”, “jin jiyan azadî” û “Em bi şevan li kolan û qadan naterikinin” diruşme hat xwendin.
Îzmîr 
Jinên Guzeltepelî, ji bo Ozge Polat ji aliyê mêrê ku hevberdayî Serkan Yildiz ve vê sibehê  li taxa Guzeltepe ya girêdayî navçeya Çigli bi çeke hewl da qetil bike, li taxê meş û çapemenî daxuyanî da, jin cihê bûyerê qewimî hat gel hev û gelek caran panqerta “Ji şideta mêr re êdî bese!  Serkan Yildizê ku xwest xwuşka xwe Ozge bikuje div ê bê girtin”. “Jin jiyan azadî”, biqire bila her kes bibihîse û bila tûndiya mêr bi dawî bibe”, “Ne edeleta mêr edaleta rast” û “Helbet emê dewleta mêr hilweşinin” berz kirin. Piştî meşê li ser navê girseyê Doga Gunduz daxwuyanî da çapemenîyê.