Jin li dijî komploya 9'ê Çileyê li qadan in

Bi armanca şermezarkirina komploya 9’ê Çileyê ya ku li Parîsê pêk hat, Kongra Star meşeke girseyî li darxist, di meşê de jinan gotin: “Komployên bi vî rengî wê nebin kelem li pêşiya herkîna rihê şoreşa jin.”

Qamişlo- Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê li dijî Pêşenga Tevgera Azadiya Jin Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez êrîşeke pêk hat, di encamê de her sê jinên têkoşer şehîd bûn.  Kongra Star a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriye û bi boneya salvegera bîranîna komploya 9’ê Çileyê ya ku li Parîsê der pêk hat, bi dirûşmeya “Bi rihê Sara û Evînan em ê kujeran têk bibin” meşek girseyî li darxistin. Di meşê de bi sedan jin ji tevahî sazî û rêxistinên jinan, jinên partiyên siyasî û civaka sivîl amade bûn. Meş ji taxa Kornîş a bajarê Qamişlo despêkir û li ber navenda Netewên yekbûyî hate rawestandin. Di meşê de jinan dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê Endama Kongra Star ya bajarê Qamişlo şaha Xelîl axaftin kir.

Şaha Xelîl Komploya 9’ê Çileyê ya ku li Parîsê pêk hat şermezar kir û ev tişt got: “Em îro saleke nû ji komploya Parîsê û êrîşên li ser jinan derbas dikin. Êrîşên hovana ên ku li dijî jinan têne kirin armanc ew e ku em weke jin dûrî nirx û destkeftiyên şoreşa xwe bikevin. Di şexsê Pêşenga Tevgera Azadiya Jin Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez êrîşke hovana pêh êrîşkek hovane pêk hat, dijminan dixwest ku di şexsê wan de me bitirsîne û me ji doza azadiya me vegerînin. Îro bi hezaran jin mîrasê têkoşîna van jinan diparêzin û li dijî dijminên hovana nîşana serkeftinê bilind dikin. Komployên bi vî rengî wê nebin kelem li pêşiya herkîna rihê şoreşa jin.”

‘Em ê xwedî li doza wan derkevin

 Mizgîn Mehmûd a beşdarî meşê bûbû der barê komloya Parîsê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em di pêvajoyekê de jiyan dikin ku ewqas pêşketin li cîhanê hatine pêşxistin, lê dîsa jî hîn dijminên jinan ji bo qirkirinê di nava tevgerê de ne. Komploya der heqê pêşenga şoreşa me Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pilankirî bû dixwestin di şexsê wan de jinan bi qirkirinê re rû bi rû bihêlin. Welatekî weke Fransa ku qaşo ewqas demokrasi têde li pêş e bi van kiryaran re şirîk e. Bila dijmin baş bizanibin ku îro em hemû li qadane û tu carî ji doza azadiya xwe venagerin. Pênaseya şoreşa me li cihekî na raweste ji ber jinan rihê şoreşê di jiyan û sekna xwe ya berxwedêr de dana nşandan. Bi heman êrîşa hovana di 23’ê Kanûna 2022’an de li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê pêk hat pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Welatparêz Abdurahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Em van herdu komployan ji hevdu qut nabînin û dibêjin dijminên jinan yek in û heya jin têkoşîn bikin ew ê di nav pilanên xistina vê têkoşînê de bin. Banga me ji bo tevahî jinan heye ku hêza xwe bikin yek û li dijî hemû xeterî û êrîşên li ser jinan xwedî biryara têkoşînê bin.”

‘Hêza me gelê me ye û serkeftina me îradeya me ye’

Endama Kongra Star a taxa Hilêliyê Salîha Keleş ku tevlî meşê bûye wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: “Hikumeta Firansa berpirsa vê komkujiuyê ye û berpirsyara komkujiya 23’ê Kanûnê ye, ji ber heya niha kujerên van komkujiyan ceza nekirine. Helbet em jibîr nekin ku dewleta tirk jî roleke xwe ya girîng di van komkujiyan de dilîze û di pêkanîna wê de xwedî biryara. Pilanên mezin li dijî gelê me têne hûnandin ji ber vî gelî heya niha ji hemû rengên êrîşan xwe parastiye û dikarbû projeya xwe bike nimûneya demokrasiyê li tevahî cîhanê. Geşedanên ku li herêma me çêdibin heman dijmin pêk tînin ji bo wê bila baweriya me bi tu dewletê nebê, hêza me gelê me ye û serkeftina me îradeya me ye. Di şexsê  hemû têkoşerên azadiyê de em bejna xwe li hember wan ditewînin û dibêjin heya dawiyê têkoşîn.”

Meş bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.