‘Jin li dijî her cure tundiyê xwedî hêza xwe ya parastinê ne’
Ji fermandarên YPJ’ê Emîre Mihemed a ku bi nêzbûna 25’ê Mijdarê axivî û got: “Jinan bi beşdarbûna YPJ’ê sînorên tirsê şikandin. Divê jin bizanibin li dijî her cure tundiyê hêzên parastina leşkerî ya jinan hene.”
SEMER MIHEMED
Reqa – Piştî aloziya li Sûriyeyê bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an jinên ku pêşengiya şoreşê kirin di hemû qadan de xwe birêxistin kirin, pergala xwe ya xweparastinê ava kirin. Jinên ku bi navê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de xwe birêxistin kirin li dijî her cure tundiya ku li ser jinê tê kirin bûn hêza pêşeng a parastina jinên ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Bi nêzbûna roja têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan ku dikeve 25’ê Mijdarê de yek ji fermandarên YPJ’ê ya Meclisa Kantona Firatê Emîre Mihemed axivî.
‘Divê hemu jin li dijî tundiyê rawestin’
Emîre Mihemed bal kişand têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û got: "Gelek jin di civakê de hene tundî û çewisandin li wan dibe. Lê belê bi îsrar û îradeya xwe dikarîbûn li hember van pirsgirêkan bisekinin. Em Jîna Emînî jî bibîr tînin ya ku adat û teqalîdên kevnare qebûl nekirin û ya ku nerîna xwe bi hemû azadî da û navê wê bi felesefeya "Jin Jiyan Azadî " ve hat girêdan. Gelek jin hene ji hemû mezheb û pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tundî ji aliyê zihniyeta baviksalar ji aliyê malbat an jî xizmên xwe ve mîna hevjîn bira û hwd li wan bûye û wan kiryaran di bin navê şeref adat û teqalîdan de dikin. Hin kes hene di her demê de jinan îhane dikin. Em jî îro dibêjin divê hemû jin li hember tundiyê têbikoşin û li dijî zilm û îhanetê bisekinin."
‘Jin bi beşdarbûna YPJ’ê sînorên tirsê şikandin’
Di dewama axaftina xwe de Emîre Mihemed ev yek vegot: "Weke jineke Ereb min dikarîbû li hember tundiyê bisekinim û tevlî refên YPJ’ê bibim. Ez ê paşguhkirin an jî tundiya li dijî jinekê qebûl nekim. Hemû jin xwedî dîrokeke kûr in û divê baş vê yekê zanibin. Di dema niha de bi hezaran jinan cihên xwe di saziyên sivîl ên parastina jinan dikin kar dikin. Divê jin bizanibin li dijî her cure tundiyê hêzên parastina leşkerî ya jinan hene. Îro roj me dikarîbû em bighêjin asteke bilind ji fikir pêşketin û felsefeyê ji bo em nûnertiya îradeya jinan bikin û sînorê bêdengî û tirsê bişkînin. Bi taybet weke jineke Ereb û keçeke eşîran ku li hember hemû zehmetiyan û astengiyan sekinî."
Di dawiya axaftina xwe de Emîre Mihemed ev peyam da jinan: "Me dikarîbû em hemû zehmetiyan derbas bikin û weke em niha dibînin jin gihîştine asteke gelekî bilind û hemû mafên xwe yên têkbirî birine. Niha jî xwe di hemû warên jiyanê de isbat kiriye. Weke YPJ em amade ne parastina welat bikin û hemû herêmên rizgarkirî azad bikin."