Jin li dijî ferzkirina hîcabê ne: Em bi biryar in

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin li dijî ferzkirina hîcabê ya ji aliyê Komara Îslamî ve li ber xwe didin. Jinên ku anîn ziman ew rastî gelek gefên hikumetê tên, gotin “Em di vê riyê de bi biryar in.”

JUWAN KEREMÎ

Kirmaşan – Ferz kirina hicabeya zorî bi heman rojên destpêka Komara Îslamî ya Îranê ve bi berxwedana jinan re bûye û di nav çar dehsalên borî de bûye sedema serî rakirina jinan a li dijî rejimê. Lê ev berxwedan tu carî bi berfirehiya çend mehên borî nebûye û bi rastî piştî  Îlona 2022’an qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hikûmetê ve û destpêka serhildana Jin Jiyan Azadî ye, berxwedana li dijî hicaba ferzkirî bûye nîşana berxwedana jinan li dijî hemû zayendperestî û hovîtî ya li dijî jinan a rejîma Komara Îslamî. Ev berxwedan ne tenê israra li ser azadiya kincan û mafê xwedîderketina li laşê xwe, belkî hemû daxwazên jinan sewa rizgariya ji biçûktî û zexta zayendî temsîl dike.

Li Kirmaşanê ev berxwedana bêhempa di sala 2023’an de jî bi awayekî berçav berdewam bû û her çiqasî em nêzî demsala germa dibin ev berxwedan mezintir û diyartir dibe. Li parka Mamosteya ya Kirmaşanê jina binavê Efsane ku bi eşkere hîcaba ferzkirî berçav negirtibû, tevî metirsiyên ku vê axaftinê li ser wê hebû jî, me derfet dît ku em bi vê re biaxavin.

‘Divê her jin di pêçandina laşê de azad be’

Efsanê diyar kir ku jinan divê mîna mêran û her miroveke din, xwe kincên xwe hilbijêrin û wiha got: “Divê xwedîtî û berpirsiyariya laşa min li gorî daxwazên min bibe. Ger bixwazim laşa xwe dipêçim û naxwezim napêçim. Hewa û hesta bedewdariya laşa min di rewşeke azad de ye, pêçandin an jî nepêçana laşa min destnîşan dike. Ne mîna rewşên heyî yên ku provokasyona mêran û sîyasetên olî û mêrsalar, pêçana laşa min destnîşan dikin. Em sewa berçav negirtina hicaba ferzkirî rastî gelek gef û zextan dibin, lê em bi biryar in ku vê rêyê bidomînin.”

Azadiya jinan a hilbijartina cil û bergan

Li taxa Nobeharê jî Meryem a bi keça xwe re sewa kirînê hatibûn bazarê, bala me kişandin ser xwe. Tevî berçav girtina hicabeya ferzkirî jî, tu pirsgirêka wê bi kincên keça xwe tunebû û keça xwe xwedî mafa hilbijêrandina kincan dizanî. Meryem a bal kişand azadiya jinan a hilbijartina cil û bergên xwe wiha got:

“Mirov tenê demek berpirsiyariya tevger û kirinên xwe qebûl dike, bi xwe wan hilbijartibe û ne zorî be. Ger tu kincên bi xwe dilxwazim li ser keça xwe ferz bikim, divê kû ez berpirsiyariya nerehetî û depresyona wê jî bigrim li ser xwe. Di encamê de ez mafê bijartina kincan ji keça xwe re dihêlim, da ku berpirsiyariya vê jî bigre li ser xwe. Tevî ku kincek li dijî daxwaza min hilbijêre jî, li şûna kincên dilxwaza xwe li ser wê ferz bikim û bibe sedema depresyona wê, tercîha min ew e ku keça min şad û serbiwe be.”