Jin li çar aliyê cîhanê daketin kolanan

Jinên ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li çar aliyê cîhanê daketin qadan, bi peyama "Em bi hev re xurt in" bang li hemû jinên cîhanê kirin ku bibin yek û xwe bi rêxistin bikin.

Navenda Nûçeyan – Ji Asyayê heta Balkanan heta Ewropayê ji çar aliyên cîhanê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Jinên ku wêneyên Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin hilgirtin, bal kişandin ser berxwedana li dijî rejîma Îranê ya bi pêşengiya jinan tê meşandin.

Jinan li Elmanyayê dest ji karê xwe berdan

Li gelek bajarên Elmanyayê jinan 8'ê Adarê li kolanan bi terikandina kar pîroz kirin. Li gelek bajarên wekî Munchen, Stuttgart, Frankfurt, Koln, Hamburg û Berlînê xwepêşandan hatin lidarxistin. Ji bilî kreş û nexweşxaneyan, jinên di qadên civakî de dixebitin jî beşdarî çalakiyê bûn. Li paytexta Elmanya Berlînê li Invalîdenparkê bi dirûşma "Em bi hev re xurt in" xwepêşandanek hat lidarxistin.

Jin ber bi Balyozxaneya Îranê ya li Londonê ve meşiyan

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi sedan jin daketin qadan û xwestin tundiya nav malê bi dawî bibe. Jinên ku li Londona Îngilîstanê daketin kolanan, bi cil û bergên ku ji roman û rêzefîlma televizyonê "Çîroka Xizmetê" îlhama xwe dabûn ber Balyozxaneya Îranê, ji bo piştgiriyê bidin jinên Îranê. Jinan di meşa xwe de wêneyê Jîna Emînî hilgirtin. Jinên piştgirî didin têkoşîna jinan a li Îranê jî wêneyên jinên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û girtin, hilgirtin.

 Polîsan êrîşî meşa jinan a li Fîlîpînê kirin

 Gelek jin beşdarî meşên ku li gelek bajarên Fîlîpînê hatin lidarxistin bûn. Polîsan êrîşî meşa li bajarê Manîlayê kirin. Jinan çalakiya xwe berdewam kirin, astengiya polîsan derbas kirin. Di xwepêşandana Roja Jinan a Cîhanê ya li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê de daxwaza mûçeyên wekhev û ewlehiya baştir ji bo jinan hate kirin. Jinên ku li Parîsê daketin qadan jî ji bo mafên xwe meşiyan.

Çalakiyên 8’ê Adarê li Yewnanîstanê bi grevê re li hev kirin

 Li dijî qezaya trênê ya ku li herêma Tembî ya Larisa ya Yewnanîstanê pêk hat û bû sedema mirina 57 kesan, li seranserê welêt jiyan rawestand û li hemû parêzgeh û navçeyan xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, biryara greva giştî ya 24 saetan da. Rêxistinên jinan çalakiyên ji bo 8'ê Adarê hatibûn plankirin bi grevê re li hev kirin. Xwendekarên zanîngeh û dibistanên navîn, rêxistinên kesên hewcedar û hunermend jî beşdarî xwepêşandanê bûn. Di axaftinên ku li qadên grevê hatin kirin de, behsa 8'ê Adarê hat kirin û hat destnîşankirin ku têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê dewam dike.

Jinên li Hindistanê di trênê de yogayê kirin

Li bajarê Valletta yê Maltayê çalakiyên 8’ê Adarê bi temaya “Jin li dijî neheqiyê bûne yek” hatin lidarxistin. Jinên ku li paytexta Belçîka Brukselê hatin cem hev, di çarçoveya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ber Sefaretxaneya Îranê çalakî li dar xistin. Li Mumbai ya Hindistanê jinan bi boneya Roja Jinan a Cîhanê di trêneke herêmî de yogayê kirin. Bi boneya 8'ê Adarê li gelek deverên welêt çalakî hatin lidarxistin.

Li Srî Lankayê lêçûna zêde ya jiyanê hat protestokirin

Li paytexta Srî Lankayê Colombo bi pêşengiya koma "Jin ji bo mafên xwe" bi sedan jin hatin cem hev. Dema ku jinan dixwest ku mafên xwe bên parastin, lê wan lêçûna bilind a jiyanê di nav xirabtirîn krîza aborî ya welêt de ji serxwebûnê ve protesto kirin. Polîsan xwest mudaxeleyî jinên ku pankarta "Dawî li îstismarkirina keda jinan bînin" li dijî krîza heyî bike û şer derket.

Gelek jin beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya li Bîşkek a Kirgizîstanê bûn. Li bajarê Almata yê Qazaxistanê mîtîngek hat lidarxistin.

Di pêşengiya YJA’yê de li Ermenîstanê daxuyanî hat dayîn

Yekitiya Jinên Azad (YJA) li paytexta Ermenîstan Erîvanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna jinên Kurd li cîhanê bûye çavkaniya îlhamê, bi felsefeya jiyanê û hewldana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Li Fînlandiyayê meşa hevbeş

Rêxistinên femînîst, çep, şoreşgerên Fînlandiya û Kurdistanî bi wesîleya 8'ê Adarê li paytext Helsînkî meşek hevpar lidar xistin. Girseya gel li ber Stockman a navenda bajêr li hev civiya û ber bi qada Narinkkatorî ve meşiya. Di meşê de sembol û alên rêxistinên cuda û pankartên têkildarî têkoşîna jinan hatin hilgirtin.