Jin li ber Şaredariya Sêrtê ne: Em ê xwedî li vîna xwe derkevin

Jinên ku li ber Şaredariya Sêrtê li hember anîna qeyûm çalaki lidar dixin, gotin “Kesê ku me ew nebijartiye, bila li ser wî kursî rûnenîn” û dan zanîn ku ewê li vîna xwe xwedî derkevin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Sêrt – Hevşaredara Sêrtê Sofya Alağaş a ku dema rojnamegerî dikir derheqê wê de bi îdîaya “endametiya rêxistinê” doz hat vekirin, ceza xwar. Di 28’ê Çileyê de 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sofya birî. Wezareta Karên Hundir jî tavilê qeyûm da ser serê Şaredariyê.

Piştî ku Şaredariya Sêrtê jî rastî pêkanîna qeyûm hat, hejmara şaredariyên ku qeyûm dane serê, di 10 mehan de gihîşt 10’an. 8 şaredarî yên DEM Partiyê, 2 jî yên CHP'yî nin.

Hewldana qeyûm a ji bo Şaredariya Wanê rastî berxwedanê hat

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji bo Hevşaredartiya Wanê Abdullah Zeydan hat bijartin. Lê dîsa jî AKP’ê xwest ku mazbataya wî bide namzetê xwe yê di rêza duyemîn de yê bi navê Abdulahat Arvas. Di hinceta biryarê de hat gotin ku biryara “paşvegerandina mafên rewa” ya der barê Abdullah Zeydan de hatibû dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye xirabkirin. Lê ev biryar rastî berxwedana gelê Wanê hat û hikûmeta AKP’ê paşve gav avêt.

Qeyûm dan şûna Şaredarê CHP’yî yê bi modêla ‘Lihevkirina Bajarî’ bijartin

Piştre di 3’yê Hezîranê de qeyûm avêtin ser Şaredariya Colemêrgê. Hevşaredar Sıiddik Akiş hat girtin. Şaredarê Esenyurtê Ahmet Özer ê bi modêla ‘Lihevkirina Bajarî’ hatibû bijartin, di 30’ê Cotmeha 2024'an de bi hinceta “endamê rêxistinê ye” hat binçavkirin û girtin. Di şûna Ahmet Özer de Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy bû qeyûmê şaredariyê.

Di 4’ê Mijdarê de bi yek carî 3 Şaredarî rastî pêkanîna qeyûm hatin

Di 4’ê Mijdarê de jî şaredariyên DEM Parti’yî yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê dan destê qeyûm.

Di 22’yê Mijdarê de Şaredariya DEM Parti’yî ya Dêrsimê û Şaredariya CHP'yî ya Pilûrê bi rêya qeyûman hatin desteserkirin. Di 29’ê Mijdarê de Hevşaredarê DEM Parti’yî yê Miksa Wanê Ayvaz Hazır ji kar girtin û qeyûm danîn şûna wî.

Hevşaredarên DEM Parti’yî yên Akdenîza Mêrsînê Nuriye Arslan û Hoşyar Sarıyıldız, di 10’ê Çileyê de hatin binçavkirin û girtin. Piştî 4 rojan jî qeyûm anîn cîhê wan. Qeyûmê dawî jî, di 29’ê Çileyê de dan Şaredariya Sêrtê.

Desthilatiya AKP’ê bi siyaseta xwe ya qeyûm a ku ji xwe re kiriye polîtîkayek, ji sala 2016'an heta niha li herî kêm 100 bajar, navçe û bajarokan vîna gel desteser kir.

Yekem kiryara Qeyûm

Waliyê Bajêr Kemal Kızılkaya çawa ku wek qeyûm hat ser kar, nîşan da ku biryara qeyûm ji berê de hatiye dayîn. Qeyûmê ku hat Şaredariyê, destpêkê li avahiya Şaredariyê ala Tirk û li odeya xwe jî wêneyê Serokomarê AKP’yî Tayyip Erdoğan daleqand. Li aliyê din, hat dîtin ku di wêneyê Kemal Kızılkaya li odeya şaredartiyê kişandiye de, ‘navdankê’ xwe ji berê de amade kiriye.

Xizmetên Şaredariya Sêrtê

Hevşaredarên Sêrtê ku qeyûm dane şûna wan, ev nêzî 10 meh in ku li qadan in û xebatên xwe dimeşînin. Şaredariya ku di nav 3 mehan de li bajêr xebatên girîng meşand, ji bo jinan JINKART, projeyên xwaringeha bajêr û tesîsên civakî pêk anî. Şaredariyê li bajêr bi 3 zimanan xizmet dida.

Sofya Alağaş ki ye?

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alağaş a ku qeyûm dan şûna wê, di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji sedî 49,64’ê dengan girt û bû hevşaredar. Di sala 2008’an de di Çapemeniya Azad de wek nûçegîhan dest bi rojnamevaniyê kir. Sofya Alağaş, 17 sal rojnamevanî kir.

Salek girtî ma

Xwediya Îmtiyazê û Berpirsa Nûçeyan a JINNEWS’ê Soyfa Alağaş, li Amedê di 8’ê Hezîrana 2022’yan de di encama serdagirtinên malan de bi tevî 15 rojnamevanên din hat binçavkirin û di 16’ê Hezîrana 2022’yan de hat girtin. Sofya Alağaş, di rûniştina yekem a dozê ya di 15’ê Hezîrana 2023’yan de bi şerta qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî hat berdan. Dosyeya Sofya Alağaş ji ya rojnamevanên din hat veqetandin. Di 28’ê Çileyê de di rûniştina doza ku li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat de ji ber karûbarên rojnamevaniyê 6 sal û 3 meh ceza dan wê.

Piştî ku cezayê li Soyfa Alağaş hat birîn kirin hincet û qeyûm dan cîhê wê, çalakiyên protestoyî destpê kirin. Jinên ku li hember qeyûm li ber avahiya Şaredariyê kom bûn, diyar kirin ku polîtîkaya qeyûm bûye tiştek sistematik û gotin ku ew dê encam nede.

Ev du roj in ku jin li ber avahiya Şaredariyê rûniştine. Raziye Ekinci ya ku yek ji wan e, bi bîr xist ku di salên 2016 û 2019’an de jî qeyûm dane ser Şaredariyê. Raziye Ekinci, got ku “Hatine ku cara sêyemîn jî vîna me desteser bikin” û peyama “Em natirsin, encam çi dibe bila bibe emê li vîna xwe xwedî derkevin” da.

‘Kesê ku me ew nebijartiye bila li ser wî kursî rûnenî’

Afife Erdem jî got ku “Em qeyûman qebûl nakin û nasnakin. Me ew nebijartin û çi dibe bila bibe emê dev ji vîna xwe bernedin. Kesê ku me ew nebijartiye, bila li ser wî kursiyî rûnenê.”

‘Bi diziye aştî nayê’

Atike Erdoğan, balkişand ser nelirêtiyên di dema hilbijartinê de hatine kirin û got ku digel hemû dek û dolaban jî vîna gel biser ketiye. Atike Erdoğan, wiha got: “Em vî qeyûma naxwazin. Bila terka wî kursî bide û here. Karê wan li vir tuneye. Me ew xwestiba me yê wan hilbijarta, lê vîna me jî zelal e biryara me jî. Heq û hiqûqek tuneye li ortê. Pêwîst e ku hemû dinya êdî ji vê zilmê re û niheqiyê re bêje bes e, dinge xwe bilind bike. Me dengê xwe da xwe. Ji me re xizmetê dikirin, hevşaredar li ba gel bûn. Niha jî qeyûm ewê tenê ji alîgirên xwe re xizmetê bike. Tenê ji bo diziye tên. Em ji gotinên wan ên aştiyê jî bawer nakin. Dixwazin bi van gotinan tenê me bixapînin. Ne bi qeyûman aştî tê ne jî bi dizan.”

‘Nikarin Kurdan têk bibin’

Zerê İnan jî bi bîr xist ku her qeyûmek hatiye, ji Şaredariyê re deyn hiştiye. Zerê İnan diyar kir ku şaredarên DEM Parti’yî ji bo ku xizmetek baştir bidin gel, deynên şaredariyê dane û wiha got: “Piştî ku ev deyn qediyan, piştî ku birçî man, dîsa ji nû ve qeyûm dan ser Şaredariyê. Ji dinyayê re dibêjin ‘em aştiyê dixwazin’ lê piştî ku wisa dibêjin, diçin li Rojava zarokan qetil dikin. Ji wêrankirina van xakan pêştir tiştek nakin. Gotinên wan ên li ser aştiyê jî, tenê derewin. Gelê Kurd dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe liberxwe bide. Tu car nikarin gelê Kurd têk bibin.”

‘Di hilbijartinan de dîsa ewê nikaribin biserkevin’

Ayşe Taşçı ya ku nêrînên xwe anî ziman jî, balkişand ser polîtîkayên qeyûman û wiha got: “Tenê ji bo ku bixwin û vexwin tên Şaredariyê.” Ayşe Taşçı, diyar kir ku qeyûmên 8 sal rêveberî kirine ji xelkê re tenê deyn hiştine û wiha got: “Em vî qeyûma qebûl nakin. Ev niheqî û bêhiqûqî ye. Jixwe li vî welatî edalet tune. Ev 3 serdem in qet dersa xwe negirtin. Qeyûm anîn lê di hilbijartinê de ewê dîsa nikaribin biserkevin.”