‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevî hemu zextan li qadan e

“Çalakiya giştî û greva giştî” ya 3 rojan a ji bo bîranîna çalakiyên sala 2019’an de ku li Îranê hezar û 500 kes hatibûn qetilkirin hat li dar xistin, di roja xwe ya dawî de ye. Çalakvanan tevî hemû zextan jî herîkin qadan.

Navenda Nûçeyan – ‘Çalakiya giştî û greva giştî’ ya 3 rojan ku ji bo bîranîna çalakiyên sala 2019’an ku li Îranê 1500 kes hatibûn qetilkirin hat li dar xistin, di roja xwe ya dawî de ye.

Roja yekemîn li 60 parêzgehan, 32 zanîngehan, 62 çarşî û AVM’ê, zêdetirî 10 kargeh û şaxên cuda yên kar grev û çalakî hebûn. Li paytext Tahranê, Komîteya Ciwanan a Konseya Taxan di daxuyaniya xwe de bang li gel kir ku di dîrokên 15, 16 û 17’ê Mijdarê de fatûreyên av, ceyran û gazê nedin, danûstandinên banka û kirînê nekin, dikanên xwe bigrin û li kolanan werin gel hev. Komîteyê her wiha ji raya giştî xwest şirketên ku di radyo û televîzyona fermî ya Îranê de reklamê bidin, boykot bikin.

Reşandina guleyan girsê belav nekir

Roja Sêşemê li cadeya Hiam, Îmam, Danşkedî û kolana Ustadan qêrînên azadiyê deng veda. Di roja duyemîn a grevê de çalakvanan li hin deverên wek Bakurê Ximanê dikanên xwe girtin û xwendevan jî dersan boykot kirin. Li Urmiyeyê şahidekî bûyerê yê bi navê A.N. wiha got: “Evara Sêşemê dema em ketin cadeya  Îmam Şadîm, girseyeke qelebalîx ya xwepêşandarên li dijî rayedaran dirûşme berz dikirin hebû. Hêzên Rêjîmê gule li ser xwepêşanderan reşandin, lê tevî vê yekê jî girse belav nebû.” Şahidê bûyerê bal kişand ser qêrîna xwendekar û mamosteyên ji bo azadiyê û diyar kir ku di roja duyemîn a grevê de li Cadeya Hîam dikan hatine girtin.

Daketin kolanan

Li Sinê jî gel tevlî greva giştî bû û daketin kolanan. Pêşengî kirina jinan ya jî çalakiyan re balkeş bû. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Mirin ji bo dîktator” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berz kirin.

Gel, bi temamî dest danî ser kontrola bajaroka Baharan û barîkat danîn. Ji ber zêdebûn girseyê, hêzên rejîmê nekarî xwe nêzî xwepêşanderan bike.

Hîcabeyên xwe derxistin

Li bajarê Bûkanê jî xwediyên dikan û sûkan dest bi grevê kirin. Dikanên aîdî Muhafizên Şoreşê hatin şewitandin. Di pevçûnên di navbera çalakvan û hêzên rêjîmê derket de ziyana can hat jiyîn. Xwepêşanderan beyî guh bidin rayedaran, hîcabên xwe derxistin.