‘Jin Jiyan Azadî sînorên erdnigarî derbas kir’
Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê Îtîmad Ehmed diyar kir ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" piştgirî û hevgirtina cîhanî wergirtiye, ji ber ku enerjî û îradeya jinan bê ku sînorên erdnîgarî bibin asteng, bûne yek.

NÛR EL-EHMED
Reqa – 16'ê Îlonê 3'emîn salvegera jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ye ji ber ku porê xwe nîşan dabû ji aliyê qaşo "polîsên ehlaqê" ve hat kuştin. Ev bûyer bû sedema serhildaneke jinan a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî zordestiya rejîmê ya li hember jinan. Ev serhildan li dora dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" gihîşt hevgirtin û piştgiriya cîhanî.
Serhildan li dijî feraseta rêjîmên otorîter derket
Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê Îtîmad Ehmed got ku Jîna Emînî bû armanca feraseta rejîmeke otorîter a li Îranê. Îtîmad Ehmed da zanîn ku desthilatdarên Îranê zagon û biryarên niheq li dijî jinan di hemû aliyên jiyanê de bicîh tînin, bi destwerdana di rêziknameya cil û bergên wan de û bi ferzkirina hîzarê, nepeniya jinan binpê dikin. Îtîmad got: "Pirsgirêk bi cil û bergan ve namîne. Desthilatdar jinan ji mafê perwerde û kar bêpar dikin û ev nîşan dide ku ev desthilatdar bi rêbazên tundiyê û binpêkirinên berdewam ên ku ew pê re rûbirû dimînin rasterast dijminatiya jinan dikin. Sûcê kuştina Jîna Emînî ji ber helwesta tund a jinan rêça dîrokê guhert."
Serhildanek ji sînorên Îranê derbas bû
Îtîmad Ehmed destnîşan kir ku Jîna Emînî bûye sembola berxwedanê ku red kiriye teslîmî neheqî û zagonan bibe û wiha domand: "Jîna Emînî qebûl nekir ku jiyana wê di bin zagonên kêfî de be, red kir ku teslîmî van rêbazan bibe. Ev yek ew kir çirayek ku riya bi hezaran jinan ronî dike. Ev çira bû çiraya serhildanekê ku sînorên Îranê derbas kir û li welatên Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû, li dijî zagonên rayedarên Îranê protesto kir û rêyek ber bi wekheviyê ve ku bi azadî û edaletê hatiye tacîdarkirin, destnîşan kir."
Îtîmad Ehmed da xuya kirin ku serhildana 'Jin Jiyan Azadî' ne tenê serhildanek bû, her wiha encamên erênî û berbiçav derxistiye holê ku jin sînorê tirs û şermezariyê bişkîne û li dijî biryaran protesto bike da ku vê rêjîma zalim biguherîne. Îtîmad Ehmed got: “Ev yek nîşan dide ku dirûşmeya serhildanê ji bo jinan bûye çavkaniyek hêz û îlhamê.”
'Hewcedarî bi çalakiyek yekgirtî û hevbeş heye'
Îtîmad Ehmed tekez kir ku serhildana jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê veguheriye hişmendiyeke jinan ji ber ku piştî jinan rastiya xwe ya bingehîn nas kirine, asoyên rizgariya rewşenbîrî di nav jinan de vekiriye û ew piştrast bûne ku azadiya civakî bi azadiya jinan dest pê dike, mafê jinan heye ku bi azadî û rûmet bijîn û bê sînorkirin ramanên xwe diyar bikin. Îtîmad Ehmed pêdîvî bi hevgirtinê dît û got: Ji bo bi destxistina van armancan, hewcedarî bi çalakiyek yekgirtî û hevbeş a di nav jinan de heye da ku platformek rêxistinkirî û hişmend ava bikin."
‘Azadiya jinan bi hevgirtinê dest pê dike’
Îtîmad Ehmed helwesta jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê serhildanê de pesinand û wiha pêl da axaftina xwe: "Jinên herêmê bi rêya daxuyanî û daxwazên hesabpirsîna sûcdaran da ku edalet pêk were, her wiha xwepêşandanên li dijî cezayên kêfî yên rayedarên Îranê li dijî jinan hatin lidarxistin, piştgirî dan vê serhildanê. Dema ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' qîriyan, nîşan dan ku azadiya her jinekê li cîhanê bi yek rêyê tê: hevgirtin."
Serhildanê helwesta jinan kir yek
Îtîmad Ehmed tekez kir ku vê serhildanê zimanekî cidî ji bo hevgirtina jinan a cîhanî afirandiye. Îtîmad destnîşan kir ku gelek jinên li cîhanê rabûne ser piyan û dengê xwe li dijî tundî û zordariyê bilind kirine. Îtîmad da zanîn ku ev yek, rola serhildanê di yekkirina helwestên jinan de ku bûye sembola têkoşîna hevpar, nîşan dide. Îtîmad dibêje: "Bila dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bibe projeyek siyasî ya demdirêj ku bi riya wê jin dikarin toza koletiyê û zilmê ji ser xwe bavêjin û di cihên biryardanê de bibin pêşeng. Em piştrast in ku ev dirûşme dê hemû jinan ber bi azadî û mafên wan ve bibe."
'Divê serhildana Jin Jiyan Azadî zindî bimîne'
Îtîmad behsa rola Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya di yekkirina hewildan û enerjiyên jinan de kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Meclîsa Jinên Sûriyeyê erkê xwe digre ser xwe ku refên jinan bike yek, bigihîje her jinê, hişyariya wê li ser mafên xwe bilind bike da ku ew nebe amûrek teslîmbûna feraseta otorîter. Her wiha wê ji tundiyê diparêze û maf û rûmeta wê diparêze da ku ew bikaribe li hember her cûre tundiyê raweste. Pêwîstiya zindî hiştina serhildana 'Jin Jiyan Azadî' di bîrê civakê de û wek mînak û modelek wêrekî, hêz û têkoşînê li dijî zordarî, tundî û niheqiyê bi qîrîna dirûşmeya wê li seranserê cîhanê were bikaranîn."