‘Jin Jiyan Azadî li ser şopa têkoşîna Şêrîn Elemhulî didome'

Endama Meclisa Kongra Star Bêrîvan Yûnis di 14’emîn salvegera xwe de Şêrîn Elemhulî bibîranî û got: “Serhildana Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şopa têkoşîna Şêrîn Elemhulî didome.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Şêrîn Elemhulî di sala 1981’ê li gundê Dêm ê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê hat dinê. Di sala 2006’an de jî beşdarî nava gerîlayên azadiyê dibe. Di 25’ê Nîsana 2008’an de ji aliyê pasdarên Îranê ve tê binçavkirin. Di 19’ê Kanûna 2009’an de biryara darvekirinê lê tê birîn û di 9’ê Gulana 2010’an de biryar tê pêkanîn.

Di salvegera 14’emîn a şehadeta Şêrîn Elemhulî de endama Meclisa Kongra Star Bêrîvan Yûnis ji ajansa me re axivî.

‘Darvekirina Şêrîn Elemhulî asta hovîtiya hişmendiya Îranê nîşan dide’

Bêrîvan Yûnis di kesayeta Şêrîn Elemhulî de jinên ku alaya serkeftin û têkoşînê bi serhildana Jin Jiyan Azadî bilind kirin û didomînin bi bîr anî û wiha domand: "Serhildana Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şopa têkoşîna Şêrîn Elemhulî didome. Di welatekî ku pirrengî û pirzimanî heye diviyabû demokrasî jî lê hebe lê belê di pergala melalî ya Îranê de mirov tên darvekirin bêyî ku bizanibin sûcê wan çi ye û ji ber ku zimanê Farisî nizanin nikarin mafê xwe yê parastinê jî bi kar bînin. Mînaka wê ya yekemîn jî darvekirina Şêrîn Elemhulî bû ku dema tê darvekirin dibêje ew ji ber zimanê Farisî nizane nizane çima der heqê wê de biryara darvekirinê hatiye girtin.”

Bêrîvan Yûnis a got “Darvekirina Şêrîn Elemhulî asta hovîtiya hişmendiya Îranê û nêzîkatiyên wê yên li hemberî çandên heyî yên li welat ku wan rû bi rû yê kiryaran dihêle diyar dibe” wiha domand: “Dîsa li hemberî  kiryarên Îranê jî pêla têkoşîna jinan jî her hatiye meşandin. Li hemberî dewlemendiya dîrok, çand û gelên li Rojhilatê Kurdistanê sîstema Îranê her dem di nava hewldanê de ye ku bikaribe wan bide çewisandin û windakirin. Di heman demê de dixwaze bi wê olperestiya xwe serdestiya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bidomîne."

'Nimûneyên têkoşînê bi çirûskan her geş dimînin'

Bêrîvan Yûnis bal kişand ser nimûneyên têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistanê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di nava dîroka gelê Kurd de, têkoşîna jinan û serhildana wan a li hemberî sîstemên desthilatdar her dem di pêş de ye. Eger carekê çirûskek vêket û di nava derbasbûna salan re mirov dibîne ku careke din nimûneyeke din a têkoşînê derdikeve holê ku hêz dide çirûska yekemîn û wê geş dike. Mînaka wê yekê jî serhildana Jin Jiyan Azadî ye ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heta niha bi awayên cûda didome. Piştî du salan hê jî rejîma Îranê dixwaze serhildana Jin Jiyan Azadî biçewisîne û bêdeng bike."

'Li dijî Îranê bêdengiya navneteweyî xwe dispêre çekên nukleerî'

Bêrîvan Yûnis darvekirinên ku li Îranê ji hêla rejîma wê ve çêdibin bi bîr xist û sedemên bêdengiya navdewletî anî ziman û got: "Eger di sedsala 21’ê de ku em wê weke sedsala têkoşîn û azadiya jinan bi nav dikin, ewqas darvekirin çêdibin pêwîst e ku mirov sedemên wê bipirse. Di sedsaleke ku em dixwazin tê de konfederalîzma jinên cîhanî ava bikin, pirsgirêkên ewqas mezin ên ku sîstemên desthilatdar li ser me didin meşandin de, em dixwazin vê pirs bikin; rejîma Îranê heta niha di kîjan sedsalê de dijî gelo?

Cîhan bi zanistê bi pêş dikeve, jin bi fikrên wekheviya di navbera jin û mêr de têdikoşin êdî. Wê rojek were ku ev sîstema Îranê û olperestiya wê hilweşe lê bêdengiya navneteweyî ji bo Îranê xwe dispêre vê yekê ku di boxçika Îranê de gelek çek û cureyên nûklerî hene, ev welat naxwazin berjewendiyên xwe pê re xirab bikin, ji lewre li hemberî ewqas kiryarên dijmirovî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diqewimin, bêdengiya xwe didomînin."

'Ger pergalek demokratîk ava nebe wê agirê serhildanan her dem geş be' 

Bêrîvan Yûnis got ku rola çapemeniyê di avakirina raya giştî de ji bo têkoşîn û serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistanê sereke ye û wiha domand: "Di aliyê çapemeniyê de jî her dem dixwazin van kiryaran veşêrin, da ku nekeve rojeva navneteweyî û weke serhildana Jin Jiyan Azadî dengvedanê çêneke û rastiya hovîtiya pergala Îranê eşkere neke. Eger berjewendî biqedin û Îran nexwaze li welat sîstemeke demokratîk ava bike, wê dawiya wê weke gelek welatên cîhanê be ku agirê lê vêketiye venemire.

Bi taybetî li cihê ku Kurd lê hene ger pergaleke demokratîk û statuyek ji bo wan û gelên bindest çênebe û nebin xwedî îrade biryar û beşdarbûn, wê her dem ew welat di nava agirê têkoşîn û serhildanan de bimîne. Di kesayeta Kurdistana ku di nav çar dewletan de hatiye parçekirin, ger statûyek ji bo wan çênebe, wê Rojhilata Navîn di nava aramî, aştî û rehetiyê de nikaribe bijî. Pergala neteweya demorkatîk nimûneyeke navdar e ku di nav de gelek netew dikarin werin cem hev û bi awayekî demokratîk û wekhevî bijîn."

'Jinên Rojhilatê Kurdistanê dikarin ji tecrubeyên Rojavayê Kurdistanê ders bigrin'

Bêrîvan Yûnis got ku têkoşîn û berxwedana Leyla Qasim û Şêrîn Elemhulî bi serhildana Jin Jiyan Azadî misoger dibe û wiha pêl da gotinên xwe: "Têkoşîna me ya îro xwe dispêre têkoşerên berê û şopa wan heta roja îro tînin û jê hêzê digrin. Ji lewre jinek dîroka xwe nizanibe, ji bo pêvajoyên guherîn û veguherînê wê hêza wê ya têkoşînê têrker nebe. Eger em Leyla Qasim, Şêrîn Elemhulî û Sakîne Cansiz nas bikin, dîroka wan bixwînin em ê bihêztir bibin. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re em gihîştin wê astê ku dîroka xwe ya berê bizanibin û zana bibin.”

‘Bi xwe parastinê em dikarin pergalê dijî jinan têk bibin’

Bêrîvan Yûnis a bal kişand li ser rêxistinbûna jinan wiha pêl da axaftina xwe: “Jin eger birêxistinkirî bin, wê zanebûna wan hebe û pê re dikarin kombûyînê çêbikin, di bingehê de ger kombûn û rêxistinbûyîn jî ligel zanebûnê hebin dê li kêleka wê jî xweparastin çêbibe. Bi xweparastinê re jî em ê bikaribin gelek pergalên ku nasnameya jinan tune dikin têk bibin, li şûna hilweşandinê em ê pergalên demokrasiyê ava bikin.

Meşa li ser şopa jinên têkoşer dê gelek pergalan hilweşîne û li wan deveran edalet û wekheviyê pêk bîne. Jinên Rojhilatê Kurdistanê dikarin ji tecrubeyên Rojavayê Kurdistanê ders bigrin. Her çiqas ji hatina DAIŞ’ê ve heta dewleta Tirk a dagirker êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê çêbûne jî lê belê hêz û rêxistinên jinan mezintir bûn. Ji lewre divê ku ku jin li hemberî êrîşan qels nebin, bikaribin zêdetir xwe bi rêxistin bikin, biparêzin û sîstemeke demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê ava bikin ku hemû jinên Îranê jî di nava xwe de bihewînin, ji ber ku serkeftina jinekê ya hemû jinan e."