"Jin, jiyan, azadî felsefeya jiyanê ya sedsala 21’emîn e”

Berdevka Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî qetilkirina Mehsa Emînî û serhildana Rojhilatê Kurdistanê wiha got: "Jin, jiyan, azadî felsefeya jiyanê ya sedsala 21’emîn e.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Serhildan ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin. Serhildanên ku jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" pêşengiya wê dikin, li seranserê Kurdistan û cîhanê belav bûye. Jin li her devera cîhanê bi gotina "Em hemû Mehsa ne" daketin qadan.

Di vê çarçoveyê de berdevka Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl, rewşa li Rojhilatê Kurdistanê û êrîşên li ser jinên Kurd nirxand.

"Dewlet di kesayeta jinê de êrişî civakê dike"

Mizgîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de rewş û pergala li Rojhilatê Kurdistanê wiha nirxand: "Em qetilkirina Mehsa Emînî bi tundî şermezar dikin û weke jinên Rojavayê Kurdistanê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Dema dewletek bixwaze desthilatdariya xwe xurt bike û hêza xwe mayînde bike, destpêkê di kesayeta jinan de êrîşî civakê dike. Rejîma Îranê xwe li gorî Îslama radîkal birêxistin dike. Ji lewre gelek zagonên tund ên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin hene. Wekî; divê jin sergirtî bin, dernekevin derve, nêrîn û vîna wan tune be. Ev yek dihêle ku jin rastî tundî, îşkence, destdirêjî û qetilkirinê werin. Jina ciwan Mehsa Emînî ku qaşo li gorî zagonên wan ên exlaqî tevnegeriya û porê wê xuya kir, ji aliyê “polîsên exlaq” ve hat girtin. Mehsa rastî îşkenceyek dijwar hat û jiyana xwe ji dest da. Ev ne bûyera yekem e ku jinên Rojhilatê Kurdistanê dijîn, beriya vê ji ber ziman, çand û nasnameyê gelek jinên Kurd bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû man."

"Jin, jiyan, azadî ji bo jinan felsefeyek kûr e”

Mizgîn Xelîl di domandina axaftina xwe de behsa bertekên ku li dijî qetilkirina Mehsa Emînî çêbûn kir û got: "Bi vê bûyerê re, yekser bi pêşengiya jinan serhildanan li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin. Ji 16`ê Îlonê ve heta vê kêliyê çalakiyên cur be cur ên li Rojhilatê Kurdistanê ranewestiyan, bi taybetî xwepêşandanên di bin dirûşma "Jin jiyan azadî" de gelek balkêş û bi wate ne. Ev dirûşm ji bo me jinan felsefeyeke kûr û dûr e. Jin jiyan e û azadî bi me pêkan e. Di vê çarçoveyê de xwedîderketineke li Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê çêbû. Yên ku pêşengiya van xwepêşandanan jî kirin, jin bûn. Ya herî balkêş jî rêbaza qutkirina por bû ku jinan û li gelek deveran mêran jî porê xwe jêkirin. Li warê şoreşa 19`ê Tîrmehê Kobanê jî jinan porê xwe jêkirin û peyam dan ku por ne namûs e! Welat û ax namûs e."

"Li Rojhilat gavên şoreşa mezin ji aliyê jinan ve hatin avêtin"

Mizgîn Xelîl pêşeroja serhildanên ku li Rojhilat dest pê kirin wiha analîz kir: "Êdî gavên birêketina şoreşa li dijî rejîma Îranê dest pê kiriye. Em niha di sedsala 21`emîn de ne ku gelên cîhanê ji bo azadî û demokrasiyê rojane têdikoşin. Êdî gelên bindest qebûl nakin ku koletiyê bijîn, ji ber vê em her dem rastî çalakiyên ji bo azadiyê tên. Mirov vê rastiyê li Rojhilatê Kurdistanê jî dibîne. Êdî tehemul gel li hember zordarî, bêmafî û pergala netew-dewletê nemaye. Ji ber vê baweriya me bi taybetî bi jinan û pişt re bi tevahî gelên Rojhilatê Kurdistanê heye ku ew di vê şoreşê de bi ser kevin. Ji lewre piştgiriya me ya bêdawî bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û gelê wê re heye ku em dizanin wê di pêşerojê de jiyana xwe ya azad, wekhev û demokratîk ava bikin."

"Şoreşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi jinan pêkan e"

Endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Jinên Kurd di sedsala 21`emîn de ji bo tevahî jinên cîhanê bûn sembola têkoşîn û berxwedanê. Ev yek di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku 10 sal li pey xwe hişt, teqez bû. Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku bi pêşengiya jinan pêk hat, tovên wê li gelek welatên cîhanê şîn bûn û bû îlhama serkeftinê. Ev rastî di roja îro de li Rojhilatê Kurdistanê nûjen dibe, çawa ku li vir jinan serkêşî kirin dê li Rojhilatê Kurdistanê jî heman berxwedanî derkeve holê. Li ser vê bingehê em bawer in ku dê şoreşa Kurdistanê û ya Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan pêk were."