‘Jin Jiyan Azadî dengê jinên cîhanê dike yek’
Jinên Misrî tekez dikin ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" li Îranê ne tenê li dijî binpêkirinên sîstematîk e, lê di heman demê de têkoşîna hemû jinan ji bo azadî û rûmetê li cîhanê yek dike û piştgiriyeke navneteweyî ya xurt dixwaze.

ESMAA FETHÎ
Qahîre – Di 13'ê Îlona 2022'an de navê Jîna Emînî bû sembola cîhanî ya berxwedan û azadiyê. Ew jina Kurd a 22 salî li paytexta Îranê, Tahranê ji ber ku porê wê di bin hicabê re xuya dikir ji aliyê "Polîsên exlaqê" ve hate qetilkirin.
Agahiya qetilkirina wê ne bûyerek yekcarî bû, wê hêrseke berfireh derxist holê ku li bajarên Kurdan ên li rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê belav bû û bi lez veguherî yek ji mezintirîn serhildanên girseyî yên deh salên dawî.
Tiştê ku vê serhildanê cuda kir ne tenê mezinahiya wê ya erdnîgarî yan jî dirêjahiya wê ya demkî bû, xwezaya wê ya taybet jî bandor kir. Jinan pêşengî kirin, hîcabên xwe rakirin û li meydanan ew şewitandin.
Dirûşma ku hat bilindkirin"Jin Jiyan Azadî" ne tenê gotinên protestoyê bûn, lê îlankirina vîzyonek nû ji bo Îranek dadmendtir û wekhevtir bû. Xwepêşandan ne tenê bi jinan ve sînordar bûn; ciwan, xwendekar, karker û kêmneteweyên etnîkî jî tevlî serhildanê bûn.
Serhildan li cîhanê deng veda û li dehan welatan xwepêşandanên hevgirtinê pêk hatin. Wêneya Jîna Emînî bû sembolek cîhanî ya azadî û rûmetê. Çalakvanên Misrî têkildarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku bandorê li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê kir axivîn.
‘Tiştê ku li Sûdanê diqewime jî heman e’
Rêvebera Giştî ya Înîsiyatîfa Jinên Gundewarî, Lamiya Lotfî tekez kir ku herêma Ereb Îranê wek beşek ji xwe nabîne û ji bilî bûyerên mezin, di nav de serhildana ku piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî dest pê kir, ti şopandinek rastîn ji axaftvanên Erebî tune. Lamiya Lutfî got:
"Ev ji ber sînorkirinên ku li ser jinan hatine ferzkirin û pabendbûna wan a hişk bi şertên xuyabûna derveyî yên wek hicabê ye. Ev serhildan bi mehan berdewam kir wek îfadeya ramanê û daxwaza azadiya biryardana li ser hebûna xwe di qada giştî de. Ev mijarek girîng e ku ne tenê bi Îranê ve sînordar e, lê bi civakên ku zextê li ser tevgera kesane ya kesan dike jî, girêdayî ye. Tiştê ku li Sûdanê diqewime dişibe vê yekê, ku qanûn destûrê dide jin di hin rewşan de li kolanan werin qamçîkirin ger şikilê wan ne guncav be."
'Têkoşîna ji bo mafên jinan dê dewam bike'
Lamiya Lutfî destnîşan kir ku piştgiriya di nav sînoran de piştgiriya mirovî ye, ji ber ku jin çalakiyan dikin ji ber ew beşek ji nasnameya wan e. Lamiya Lutfî wiha axivî: Tarîkirina binpêkirinên li Îranê, bi taybetî girtina gelek jinan bi tohmetên siyasî yên wekî “xiyanet”, mudaxeleyeke lezgîn dixwaze. Tevî pêşketinên dawî, rewşa xirab a civakî, aborî û yasayî bû sedema jiyana jinekê îkonîk, û têkoşîna ji bo mafên jinan ên jiyaneke bi rûmet û azad dê berdewam bike.
Ji bo piştgiriya ji derve, tevgera navxweyî girîng e
Rojnamevan, rahêner li Wezareta Ciwanan û Werzîşê û aktîvîsta mafên jinan, Nûr Celal da diyar kirin ku tiştê bi serê Jîna Emînî hat dê bibe xalek mezin di rastiya redkirina desthildariya mêr û wesayeta baviksalar a jinan de. Ev serhildan qîrînek rastîn bû ji bo gihandina dengê jinan bo cîhanê, ji ber ku Îran û gelek welatên Rojhilata Navîn jin biçûk û paşguhkirî dibînin. Ji bo misogerkirina mafên bingehîn ên jinan pêdîvî bi piştevaniyek mezin heye û tu kes û ne jî polîsên exlaqê nikarin biryar derbar jiyana jinan û cilûbergên wan de bistînin. Rastiya jinan li Îranê tevgereke nû hewce dike da ku mafên wan ên desteserkirî daxwaz bike. Her wiha rastiya niha pêwîstî bi hewldanên hevgirtî li hemû welatan dike da ku piştgirî bidin dozên jinan û têkoşîna wan a ji bo bidestxistina mafên xwe."
Zagonên Îranê cudakar in
Parêzer Nehla Mehmûd, xwediya bawernameya masterê di hiqûqê de û çalakvana mafên mirovan, tekez kir ku serhildan gavek erênî ye ji bo têkoşîna jinan a bidestxistina mafên xwe. Nehla Mehmûd got: "Pêdivî bi avakirina blok û sendîkayên jinan heye ku li dijî qanûnên cudakar ên Îranê, bi taybetî yên têkildarî zewac, jinberdanê û hicabê, derkevin. Ev zagon amûrên desthilatdariyê ne ku wesayeta xwe li ser jinan ferz dikin û bûn sedema kuştina Jîna Emînî. Serhildanên li Îranê deriyê piştgiriyê vedikin."
Tevgera jinan li Îranê ne demkî ye
Serhildana "Jin Jiyan Azadî" û tevgera gelêrî ya piştre nîşan da ku jinên li Îranê ne tenê mexdûrên polîtîkayên tepeserkirinê ne, lê di pêşengiya têkoşîna ji bo azadî û rûmetê de ne. Tevî hewldanên rayedaran ji bo bêdengkirina dengê wan, eşkere ye ku ev tevger ne bûyerek demkî ye, bêyî pêvajoyeke demdirêj e ku hevsengiya hêzê diguherîne û pirsgirêkên jinan dixe navenda veguherînên siyasî û civakî yên pêşerojê.