‘Jin Jiyan Azadî bû werçerxa têkoşîna jinan’

Kongra Star a Hesekê salvegera 2’emîn a qetilkirina Jîna Emînî bi merşeke girsayî bibîranî. Di meşê de hat gotin ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye werçerxa têkoşîna azadiyê ya jinan û peyamên bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Hesekê – Di 16’ê Îlona 2022’an de Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve bi hinceta ku hîcabê li gor rêgeza îslamî nedaye serê xwe hat binçavkirin û îşkencekirin. Jîna Emînî di encama îşkenceyê de giran birîndar bû rakirin nexweşxanê û jiyana xwe ji dest da. Kongra Star a bajarê Hesekê ji bo salvegera 2’emîn serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” û biranîna Jîna Emînî meşek girsayî li dar xist.

Jinên ji Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê û Hesekê beşdarî meşê bûn û wêneyên Jîna Emînî, Sakîne Cansiz û rê hevalên wê û pankatên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî“ hilgirtin. Meş li ber çarxereya Kevokê des pê kir, di nava kolanên sûka Miftî berdewam kir û li ber çarxereya Şehîd Serhed a taxa Miftî veguherî mitîngê.

‘Dixwazin rê li ber felsefeya jiyanê bigirin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên axivî û diyar kir ku serhildana Jîna Emînî tesbît kir ku sedsala me sedsala jinê ye. Jiyan Hisên wiha got: “Serhildana Jîna Emînî şoreşek mezin bi yekîtiya jinan hate mezinkirin. Ev serhildan li hemberî sîstemên desthilatdar ku bi hicetên cur be cur jinan kole kirin û ji mafê wan xwezayî mehrûm kirine. Îro her kes bi serhildana Jîna Emînî bandor bû. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bû felsefeyek cîhanî ji ber ku ev felsefe felsefeyek rast û demokratîk e ku li hemberî sîstema baviksalarî tekoşîn dike. Li hemberî vê felsefeyê êriş hene herî dawî jî hedefgirtina jinên rojnemevan li başûrê Kurdistanê. Dijmin dixwaze rê li ber herîkîna vê felsefeyê bigre. Lê ev herîkîn bi îrade û yekîtiya jinan des pê kir û bi tekoşîna jinan li tevahî cihanê berdewam dike lewma kes nikare vê herîkînê bisekinîne. Banga me ewe ku em yekîtiya, rêxistinbûyîna xwe û sîstema xwe ya parastinê xurt bikin ku em xwedî li felsefeya “Jin Jiyan Azadî” derkevin.”

‘Xelekên azadiyê berdewam dike’

Endama Korodînasyona Kongra Star a Rojava Semer Ebdulah jîda zanîn ku hedefgirtina Jîna Emînî hedefgirtina xeta azadiyê ye û wiha axaftina xwe domand: “Qetilkirina Jîna Emînî despêkirina çirûska azadiyê li tevahî cihanê bû. Planên qirkirin û têkbirinê ji dîrokê ve vedewam dike, ji bo ku jin daxwaza azadiyê nekin. Jîna Emînî bi hicetan kirin hedef lê planên hêzên hegemon li wan zîvirî û bi qetilkirina Jîna Emînî serhildan û yekîtiya jinan xurtir bû. Xeta azadiyê, xelekên wê dewam dike û ji bo ku ev xet bigihêje armancê xwe bi hezaran jinên qehreman û azadîxwaz wekî Jîna Emînî wê derkevin û xwe feda bikin. Îro em jî li ser vê rêkê ne û ji bo bigîhêjin azadiya tevahî jinan îro li qada ne û em soza bilindkirina asta tekoşînê didin.”

Meş bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.