'Jin Jiyan Azadî' 109 roj in li kolanan deng vedide

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, tevî hemû zextên Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê di roja xwe ya 109’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan – Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 109’emîn de didome. Hunermend Ehlam Modarresî û jina ciwan Armita Abbasî li dijî binçavkirin û girtina Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo Fatemeh Mehrî cezayê hepsê û qamçiyê û li dijî Samaneh Asgharî jî doz hat vekirin, 600 hunermendên ji çar aliyên cîhanê ji bo berdana Taraneh Alidoostî bang kirin.

Elham Modarresî dest bi greva birçîbûnê kir

Çavkaniyên nêzî malbata hunermenda girtî Elham Moderresî ku di serhildana gel de hatibû girtin ragihandin ku, Elham Modarresî ji bo şermezar kirina dirêjkirina binçavkirina xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye. Li gorî nûçeya hat belavkirin, Elham Moderresî duh bi armanca şermezar kirina dirêjkirina girtina xwe û nezelaliya doza xwe dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Her wiha banga demildest sewqî nexweşxaneyê bê kirin, kir.

Di 28’ê Kanûnê de, xwişka Elham Moderresî Nahîd vîdyoyek parve kir û wiha got: "Elham bi zorê li xwe mukir hat kirin û ji ber ku bê sûc bû rastî îşkenceyên giran hat.”

Tê diyar kirin ku Elham Moderresî ya wênesaz ji Saneh Karajê ye 2’ê Kanûna 2022’an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji mala xwe ya Ferdîs a bajarê Karajê hat revandin û piştî jêpirsîne sewqî girtîgeha Kachui ya li bajer hat kirin.

‘Keça min bi îdîayên derew li girtigehê tê girtin’

Dayika jina ciwan a bi navê Armîta Abbasî ku di serhildana gel de hat girtin, diyar kir ku keça wê piştî nezelaliya li Girtîgeha Kachuî ya Karajê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dayîka Armîta Abbasî li ser hesabê xwe ya Instagramê nivîsand ku, ji ber ku Dadwerê Şaxê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Karajê bi doza Armîta re ‘eleqeder nebû û ji bo cezayê girtîgehê dirêj’ dest bi greva birçîbûnê kir. Dayika Armîta diyar kir ku Dadgeha Şoreşê ya Karajê parêzerê malbatê qebûl nekiriye û ji çapemeniyê re li ser zextên hevdîtinê nivîsiye û piştî 82 rojan neçar maye der barê rewşa keça xwe daxwaza lêpirsînek bike.

Her wiha der barê greva birçîbûnê ya Armîta jî wiha nivîsand: "Îro keçamin min a yekane Armîta Abbasî ku bi îdîayên derew li Girtîgeha Kachuî ya Karajê tê girtîn, ji ber eleqe nebûna doza xwe û dirêjkirina cezayê li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Ev greva ku ji aliyê Armîta û hevalên din ên hucreyê ve tê kirin, ne ji bo berjewendiya tu kesî ye” û daxwaza destpêkirina lêpirsîna doza keça xwe kir.

Tê diyar kirin ku Armîta Abbasî di meha Cotmehê piştî êrîşa hêzên ewlehiyê serhildana gel de hatiye girtin.

Ji bo Fatemeh Mehrî cezayê hepsê û qamçiyê

Li gorî nûçeya hat parvekirin, hemwelatiya Şahrekordê Fatemeh Mehrî mehkûmê cezayê qamçiyê û girtîgehê hat kirin û ji bo çalakvana mafên zarokan Samaneh Asgharî jî dozek nû hat vekirin.

Li gorî nûçeyê welatiya bi navê Fatemeh Mehrî ya li Şahrekordê dijî, mehkûme 3 meh cezayê girtîgehê û 31 qamçiyan hat kirin. Ji ber ku cezayê girtîgehê û qeyda sabika ya Fatemeh Mehrî nîne cezayê girtîgehê daxistin salek cezayê girtîgehê û cezayê pereyê ya 3 milyon toman.

Li dijî Samaneh Asgharî jî doz hat vekirin

Ji aliyekê din, hevjînê çalakvana mafên zarokan û xwendekara girtî Samaneh Asgharî Esmaîl Nazarî li ser rûpela xwe ya înstagramê derbarê rewşa dawî ya Samaneh de wiha nivisî: “Îro piştî ku parêzer û hevalê min yê pêbawer (Erfan Karam Veîsî) çû beşa şaxa 7’emîn ya Lêpirsîna Evîn, me di doza Samanehê de hûrgiliyek nû ferq kir. Li gorî dadwerê lêpirsînê Gholamî, niha du dozên Samaneh hene. Yek ji wan bi sûca nerihetî ya berpirsyartiya şaxa 7’emîn ya lêpirsîna Evîn e.”

Samaneh Ashgharî ya li Zanîngeha Kharazmî çalakvana mafên zarokan û xwendekara endazyariya pîşesazî ye, roja 10’ê Cotmeha 2022’an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe ya bajarê Şehr-reyê hat girtin. Li gorî raporê, hêzên ewlehiyê xwe wek departmana beşa avê da nasîn û piştî ku derbasî nav malê bûye, xwendekar revandine û dest danîne ser bilgisayar û telefona desta ya xwendekar.

Ji bo Taraneh Alidoostî banga azadî kirin

Lîstikvan û çêkera Amerîkî Mark Rafalo, ji bo berdana Taraneh Alidostî kampanyayek serhêl û nameyek vekirî ya bi zêdeyî 600 îmzeyan pêktê îmze kirin, di nameyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin bê berdan.” Bi sedan hunermend, ku di nav wan de lîstikvanên navdar ên cîhanê jî hene, kampanyaya serhêl ya bi navê "Edalet ji bo Taranoust Alidoosti" jî îmze kirin.

Lîstikvana Îranî Tarane Alîdostî zêdetirî 2 hefte ye ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û sewqî girtîgehê hatiye kirin. Binçavkirina hunermend, bi taybetî ji aliyê festîvalên fîlmên herî bi prestîj ên cîhanê yên wekî Cannes, Berlinale û Tribeca re rastî bertekên navneteweyî hat.