Jin ji bo xwendina paraznameya Abdullah Ocalan li hev kom bûn

Endamên komîteyên Kongra Star ên kantona Hesekê dest bi xwendina pirtûka 5’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Bi armanca şikandina Tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Kongra Star dest bi hemleyeke nû kir. Yek ji rêzeçalakiyên hemleyê ku hemû komîteyên Meclisa Kongra Star a kantona Hesekê şaredarî, edalet, tenduristî, qada civakî, jineolojî, ragihandin, aborî , perwerde û fêrkirin, parastina cewherî û ekelojî tê dê ne;  dest bi xwendina paraznameya pêncemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin. Di hefteyê de 2 rojan du seatan dê ji parêznameyê beş werin xwendin. Endamên komîteyê li Akadmiya Şehîd Perwîn a Kongra Star kom bûn û dest bi xwendinê kirin.

‘Yên ku felsefeya Ocalan bidin nasîn jin in’

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Rîhab Cûc diyar kir ku di pêvajoya de heyî de naskirin û kûrkirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bersiv e û wiha anî ziman: “Di vê heyva Sibatê de me dest bi hemleyekê kir ku em hemû komîte li hev kom bibin û pirtûka 5’emîn a Rêber Ocalan bixwînin. Pir girîng e jin vê pirtûkê bixwînin da ku bi pêş bikevin û zana bibin û bigihîjin asta ku ji bo hemû pirsgirkên heyî çareseriyek bibînin. Xwendina pirtûkê pir girîng e ji ber ku tê de dîroka rast a jinan tê vegotin, çanda xwezayî ku bi ked û rêvebirina jinan tê ziman û plan û siyasetên ku çawa keda jinan ji wan hatiye standin û çand, hat pişaftin xuya dike. Me pirtûka 5 emîn hilbijart ji ber ku bêtir tê de behsa jinan dike, çawa jin dikarin xwe zana bikin, bi rêxistin bikin û bi pêş bixin. Em dema dixwînin herî dawî tiştên ku hatine xwendin şîrove dikin da ku baş were famkirin. Jinan îro belavkirin û naskirina felsefeya Ocalan dane ser milên xwe.”

‘Ji bo ferdeke di nava civakê de xwendina pirtûkan esas û girîng e’

Endama Komîteya şaredariyan a kantona Hesekê Şêrîn Xelef teqez kir ku pirtûkên Rêber Ocalan girîngî didin naskirina dîrokê da ku pêşerojek azad were avakirin û wiha domand: “Ji pirtûkên Rêber Apo em pir sûdê digrin bi taybetî weke îro roja yekem tê de behsa girîngiya naskirina dîroka çand, ziman û civaka xwezayî tê kirin? Ji ber ku naskirina dîrokê ji her kesê re pir girîng e da ku bikaribe tevbigere û pêşerojek azad û wekhev ava bike. Îro em 14 jin tên gel hev û pirtûkê dixwînin tiştekî pir bi nirx û pîroz e her wiha ev kombûn hêz û hezkirinê di dilê me de ava dike.”

Şêrîn xekef axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemleyek bi vî rengî pêwîst e di nava civakê de jî were kirin ji ber ku xwendina pirtûka Rêber Ocalan mirovan bi pêş dixe û di aliyê hişmendiyê de têr û tijî dike.”