Jin ji bo Bêrîtan Hêvî meşiyan

Bi pêşengiya Kongra Star îro gelê Hesekê bi hemû Neteweyên xwe Kurd , Ereb û Suryan meşek ji bo salvegera 31’emîn a Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) lidarxistin. Bêrîtan Hêvî li Şehbayê jî hat bibîr anîn.

Hesekê – Bi boneya salvegera 31’emîn a pêşenga artêşbûna jinên Kurd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) Kongra Star li Hesekê meşek li dar xist. Bi hezaran welatiyên Hesekê tevli meşê bûn. Di meşê de wêneyên Bêrîtan Hêvî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîs “bimre îxanet “,”Em ê hemû rengên îxanetê û komployên li ser Rêber Apo têk bibin” hilgirtin.

‘Bêrîtan ji bo me xeta têkoşînê ye’

Meş ji çerxeriya Kevokê ya taxa Miftî dest pê kir û li ber qada şehîdan a taxa Miftî vegherî mitîngê. Paşê endama koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku şehîd Bêrîtan ji tevgera jinan xeta têkoşîn, berxwedanî û şikandina îxanetê ye û wiha axaftina xwe domand:

“Em di şexsê şehîd Bêrîtan de hemû şehîdan bi bîr tînin. Yên ku me  li ser piyan dihêlin û mezin dikin şehîdên me ne, îro destkeftiyên ku hatine bidestxistin, asta ku jin gihîştinê di roja îro de di bin dirûşmek de yekitiya xwe ava kirine, bi saya berxwedan, têkoşîna şehîd Bêrîtan û rê hevalên wê ye. Ji bo wê barê me wekî jinan giran e. Ji bo ku em doza xwe bigihîjînin serkeftinê pêwîst e em asta têkoşînê bilindtir bikin.”

Rîma Îsa di dawiya axaftina xwe de îxaneta mala Berzanî şermezar kir û wiha got: “Îxaneta Mala Berzanî heya roja îro di şexsê Mexmûr de berdewam dike. Bila baş bizanibin destkedayîna dijmin xiyanetek mezin e ji bo pêşeroja nifşên Kurd. Bimre îxanet, şehîd namirin.”

Şehba

Bi diruşmeya "Têkoşîna ser xeta Bêrîtan, têkbirina dijî îxanetê ye" Kongra Star û Meclîsa Malbetên Şehîda yên Efrîn û Şehba li kantona Şehba çalakî ji bo bîranîna pakrewan Bêrîtan li dar xistin. Çalakî li hola navenda Çand û Huner a Ehdas bi beşdarbûna sazî û dezgehên herêmê hate li darxistin.

Çalakî bi deqwyek rêzgirtin dest pêkir, paşê ji aliyê dayîkên şehîdan ve mûm weke sembola bîranîna pakrewan Bêrîtan pêxistin. Li ser navê Rêvebera Kongra Star Efrîn-Şehba Bercîn Efrîn axaftin hate kirin û wiha vegot: "Di şexsa pakrewan Bêrîtan de em hemû pakrewanên xwe bi bîrtînin. Pakrewan Bêrîtan li hember îxanetê çalakiya fedayî li dar dixe. Rêber Apo vê çalakiyê bi wate û nirx pênase dike û ji bo çalakiya Bêrîtan sala 1993'an de artêşa azadiya jin ava dike ji bo xwedî derketin li keda çalakiya Bêrîtan û hemû jinên azadîxwez. Ev artêş ji Çiyayên Azad destpêkir û li tevahî welat belav bû herî dawî jî li Şengalê artêşa jin hate avakirin û xwedî li hêza jin derdikevin. Em ê li ser soza pakrewan Bêrîtan heya dawiyê bimeşin û teslîmkariyê tu carî li hember îxanetê qebûl nekin."

Piştre ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve koma Ş. Berçem a staranan bi rêya stranên xwe pakrewan Bêrîtan bi bîr anîn. Her wiha ji aliyê Kongra Star ve siniviziyon derbar pakrewan Bêrîtan hat pêşkêşkirin.

Di dawiya çalakiyê de şîranî wek sembola bîranîna pakrewan Bêrîtan li ser beşdarvanan hate belavkirin.