Çalakiyên 8'ê Adarê: Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeke demokratîk ve
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeke demokratîk ve” li Hesekê, Til Temirê, Qamişloyê û Kobanê çalakiyên cur bi cur lidar xistin û banga bilindkirina têkoşînê li hemû jinan kirin.

Navenda Nûçeyan – Bi mebesta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek bajarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li ser piyane.
Hesekê
Bi vê mebestê Kongra Star a kantona Hesekê li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, komxebatek bi sernavê ’Dîroka jinê û bandora wê ya li ser têkoşînan jinan’, lidar xist. Di komxebatê de bi dehan jin ji rêxistinên jinan, Nûnerên saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî amade bûn. Di komxebatê de du mijarên wekî ’Dîroka jinê û bandora wê ya li ser têkoşîna jinan’ û ‘Gava dîrokî ya jinan a di qada leşkerî de’ esas hatin girtin.
‘Têkoşîna jinan a dîrokî dewam e ‘
Piştî deqeyek rêzgirtin, mijara yekemîn a bi sernavê ’Dîroka jinê û bandora wê ya li ser têkoşîna jinan’ ji aliyê Berdevka Kongra Star Nahid Silêman ve hat birêvebirin. Nahid 8’ê adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Di dîrokê de roja 8'ê Adara 1857’an li Emrîkayê li eyaleta New Yorkê, nêzî 40 hezar jin ji bo ku şertên xebata wan baş bibe dest bi grevê dikin û daxwaza seatê wan a kar bibe 8 seat û heqdestiyek wekhev ji wan re were dayîn, dikin. Lê di encama grevê de kargeha jinan tê şewitandin û bi qasî 129 jin di şewatê de jiyana xwe ji dest didin. Piştî ev bûyer qewimî, li hemberî wê serhildan çêbûn û di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pejirand. Têkoşîna jinan domand û Şoreşa Rojava ku jin pêşengtiya wê dike, berhema têkoşîna bi salan e.”
‘Em xwedî li hêviyê jinan derkevin’
Nahid di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jin hêza xwe nas bike, îdeolojiya azadiya jinê ji bo jinan diyarî kir û wiha got: “Eger edalet pêk were dê bi destê jina azad be, ne mumkin e bê jinê civakek wekhev û azad were avakirin. Îro çavê hemû jinên cihanê li Şoreşa me ye û hêviya her jinek jê heye. Gerek em xwedî li hêviyên wan derkevin.”
‘Hebûna jinê di qada leşkerî de dinyayê ji terorê xilas kir’
Mijara Duyemîn a bi sernavê ‘’Gava dîrokî ya jinan di qada leşkerî de’ ji aliyê Endama Rêveberiya Hêza Parastina Hundirîn Sara Hîlal ve hat pêşkêşkirin. Sara diyar kir ku dîroka jinê xwedî mîrasek mezin a berxwedanî, têkoşîn û îradeyê ye û wiha got: “Ji bo ku jin rastiya xwe nasbike, gerek dîroka xwe nas bike. Jinê di qada parastinê de rolek pir girîng lîst û di rastiya her zindiyek de parastin esas e. Lewma mafê jinê yê parastinê heye. Deskeftiyên ku îro jinê di Şoreşa Rojava bidest xistiye, bi saya rola jinê û aktîvkirina wê ya di qada parastinê de ye. Hêza ku jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ava kir, birêxistin kir û cîhan ji terorê xelas kir, çavê hemû dinyayê vekir û bawerî û cesaret da her jinek ku îro bê hebûna wê di qada leşgerî de wê cîhan ber bi fermanek ve biçûya. Di vê pêvajoya hesas de hîn bêtir ji me tê xwestin ku em jî qada xwe ya leşkerî berfireh bikin û deskeftiyên Şoreşa xwe ji plan û kiryarên paşverûtiyê biparêzin.”
Komxebat bi nîqaşên li ser hebûna û rola jinê ya di Şoreşa Rojava de ku çawa li hemberî siyaset û planên qeydkirina jinan şer kir û rêxistinbûyîna xwe di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de hevgirtina jinan a cîhanî misoger kir, bi dawî bû.
Til Temir
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 26’ê Sibatê de li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê starta çalakiyên 8’ê Adarê di bin dirûşma “Bi ‘Jin Jiyan Azadî’ em Sûriyeya demokratîk ava bikin” de eşkere kirin. Îsal jin bi awayekî hîn bicoştir 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Bi taybetî piştî ku Rêber Abdullah Ocalan banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di 27’ê Sibatê de kir. Têkildarî heman rojê, Kongra Star, li bajarê Til Temirê li Saziya Malbatên Şehîdan bi jinên ku di saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî de dixebitin, her wiha hevserokên jin yên komînên bajar û gundan cîh digrin re, civiya. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, paşê ji Rêveberiyên Kongra Starê Ronak Til Temir û Nûhat Şindî bi zimanê Kurdî û Erebî civîn birêve birin.
‘Şewitandin û qetilkirina her jinek divê bi serhildanek were bersivandin’
Ronak Til Temir 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li tevahî jinên kedkar, şoreşger û yên ku îro ji bo jiyaneke azad û wekhev şer dikin pîroz kir û wiha domand: “Qetilkirina her jinek, şewitandina her jinek û tundiya li hember kîjan jinê dibe bila bibe, divê ku ji bo me bibe wesîleya serîhildana li hember hişmendiya mêr. Bersivdayîna qetilkirina her jinek, divê bi qasî serhildanek be. Êrîşên ku îro li ser bi giştî Kurdistanê tê meşandin, sedem ew e ku desthilatdarî û hişmendiya wan a baviksalarî bi têkoşîna jinan tê hilweşandin. Ji lewra heta roja îro jî darvekirin, qetilkirin û înfazkirina jinan li giştiyê dinyayê berdewam dike. Ji lewra şewitandina 127 jinan, peyamek wiha, bû neqebûlkirina civakeke azad û jineke azad. Pir girîng e ku her jinek li malê, li kolanê, li ser kar, bikeve ferqa jiyana azad û bikaribe li hember koletiyê hevjiyaneke azad û rûmet bimeşîne. Di heman demê de divê em banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan baş fêm bikin û ji bo pêkanîna wê jî, dest bi têkoşîneke giştî bikin. Pir şoreş hatine çêkirin, lê şoreşa me cûda ye. Her kesî digre nav xwe û ji bo mezinkirina wê jî, divê her kes bixebite.”
‘Ji bo Sûriyeke adilanetir pêwîst e jin û mêr asta têkoşînê bilindkin’
Nûhat Şindî jî da zanîn ku ew ê 8’ê Adara îsal bikin cejna misogerkirina şoreşa jinê û wiha dirêjî da gotina xwe: “Bi hêza me ya hevbeş a jinên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr em ê cîhaneke azad û civakeke azad ava bikin. Ji bo gihîştina azadiyê em ê li hember hemû astengiyan têbikoşin. Em ê 8’ê Adara îsal bikin cejna misogerkirina şoreşa jinê û roja pêkanîna wekhevî, jiyaneke hevbeş û edaletê. Tevî ku ewqas bedêlên giranbuha tên dayîn jî, hîn di civakê de dozên tundiyê ligel dozên siyasî, civakî û hiqûqî jî bi pirsgirêk in. Doza azadiya jinê, dozeke civakî ye. Bi qasî ku pêwîstiya me bi têkoşîna jineke azad heye, pêwîstî bi têkoşîna mêrekî azad jî heye. Em ber bi avakirina Sûriyeya nû ve diçin, ev erk, erkeke ku her kes divê pê re be ye. Bi bîr û baweriya bi guhertin û veguhertinê, divê jin û mêr ji bo cîhaneke dadperwertir di Sûriyeya nû de asta têkoşîna xwe bilind bikin.”
Kobanê
Bi pêşengiya Kongra Star a Bajarê Kobanê, hemû jinên bajarê Kobanê li ser bendên asayîşê serdana şervanên jin kirin. Jinan gul li hemû jinên ku cihê xwe di nava Hêza Parastina Hundirîn de girtin, belav kirin û roja wan pîroz kirin. Jinan li ber stranên Koma Hîlala Zêrîn demeke xweş derbas kirin û stranan bi komê re gotin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî û Bê serok Jiyan Nabe hatin bangkirin.
Em 8’ê Adarê li hêzên li ser bendan pîroz dikin’
Almaz Romî jî li ser nave hemû jinên Bajarê Kobanê li vir axivî. Almaz wiha got: "Em vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Lê bi taybetî li Hêza Parastina Hûndirîn û şervanên me yên niha di çeperên şer de ne, pîroz dikin, li şervanên YPJ’ê ku niha li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê liberxwe didin û şer dikin, em berî her tiştî li wan pîroz dikin. Wekî ku tê zanîn her sal çalakiyên Kongra Star bi vî rengî ne ku xwedî li Hêza xwe ya leşkerî derkevin, xwedî Hêza xwe ya Hûndirîn jî derkevin. Di rastîyê de em Hêza xwe ya Hûndirîn silav dikin ku ji bo parastina welatê xwe cîhê xwe li ser bendan digirin, em hêza xwe ya jinê ku cîhê xwe di nava Hêza parastina Hûndirîn de digirin, silav dikin.”
Qamişlo
Kongra Star li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê jî, li Qehvexaneya Nergiz bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan, kesayetên serbixwe, panelek bi sernavê “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” lidar xist. Di vê panêlê de jî du mijarên wek rewşa jinan a di Şoreşa Rojava de û berxwdana Jinan a di Bendava Tişrînê de hatin nîqaşkirin. Piştî deyeqek rêzgirtin, Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hevrîn Elî axivî. Hevrîn 8 ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir.
Jin Jiyan Azadî bû cîhanî’
Hevrîn wiha got: “ Îsal ji ber tekoşînek bê hempa li Bakur û Rojilatê Sûrîyeyê tê meşandin û bi wateya 8 ê Adarê bi rengekî nû, bi wateyek nû em pêşwazî dikin. Ji bo me wateya 8 ê Adarê rojek pîroz e. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van 14 salên Şoreşê de, her roj ji bo me 8’ê Adarê ye. Bi pêşengtiya jina Kurd a di Şoreşa Rojava de stûnekî jinan hat avakirin. Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî li tevahiya cîhanê, bû mînak û îro li wir jiyanî bûye.”
Panêl bi nîqaşan bi dawî bû.