Jin ji Amedê ber bi Gemlikê ve ketin rê

Jinên ku ji bo meşa Gemlîkê bi rojan e amadakariyan dikirin ji Amedê ber bi Gemlikê ve bi rê ketin.

Amed – Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Dema jinan, dema hevdîtina bi azadî û Rêbertiya azad e’ ji bo ber bi Gemlîkê ve bi rê bikevin, li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezana Amedê kom bûn. Jinan, li vir bi tilîlî û çepikan û dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî serok Apo’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ govend gerandin.

‘Em ê têbikoşin’

Jinan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û sirûda “Berxwedan xweş doz e” xwendin. Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî, Serok Apo’ destpê kir. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê Yeter Erel Tûma axivî û wiha got: “Dema em dikevin vê rêwîtiyê, em biryardariya jinên rêhevalên xwe dikevin rê. Em soz didin hemû hevriyên xwe yên jin ku ji bo aştî û azadiyê têdikoşin, di serî de birêz Abdullah Ocalan, heta ku em hemû girtiyan yek bi yek bigihîjînin azadiya wan a fizîkî, em ê meş û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Bêyî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hêvî çênabe’

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan mafê axaftinê girt û da zanîn ku ew ji bo meşa Gemlîkê hatine ba hev û li ser girîngiya meşê ev tişt got: “Ev meş bîst û pênc sal in bênavber didome. Bi sebrê, bi têkoşînê, bi berxwedanê û bi hevgirtinê ev bi salan e meşa me didome. Meşa ku me anî vir, ne bi salan, ne bi mehan e, jinên Kurd, gelê Kurd, dayîkên Kurd tu carî esaret û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd qebûl nekirin û li hemberî wê bênavber li ber xwe dan. Hevalno, ev cara heştemîn e ku berê gelê me li Gemlîkê ye. Di her heşt caran de jî jin, ciwan, dayîk pêşengiya vê meşê, pêşengiya vê rêwîtiyê dikin. Mîna têkoşîna aştî û azadiyê, di vê meşê de jî jin bi ruhê pêşengiyê dimeşin.”

‘Rêberê Gelê Kurd senteza azadî û têkoşînê ye’

Newroz Ûysal Aslan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser doza Gulistan Doku û polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Şerê taybet bi doza Gulistanê re careke din xwe da xuyakirin. Li Siwêregê, li Mereşê bi destên rejîmê, zarok hatin kuştin. Ji girtîgehan her roj agahiyên mirin an jî kuştinê tên. Gulistan, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran; ev ne tenê nav in, her bûyerek di nava xwe de qeyranek, aloziyek û sedema têkoşîna me dide xuyakirin. Li xwezaya me, li Cûdî, Besta, Akbelen, Gimgimê her roj wêrankirin, her roj qirkirin pêk tê. Ev hemû ji bo me sedema têkoşînê ne. Rêberê Gelê Kurd senteza azadiyê, senteza têkoşînê ye. Fikrên wî, pirtûkên wî, banga wî, sekna wî ji bo me seknek û senteza azadiyê ye. Hevalno, peyama ku Rêberê Gelê Kurd ji Akademiya Jineolojiyê re rêkiriye, tê de gotiye: ‘Min ji bo jinan prensîba hêviyê pêk aniye.’ Em jî weke jin dibêjin: Rêgeza hêviyê rêgeza me ye lê ew hêvî bê azadiya te nabe. Werin em senteza azadiyê, fikrên azadiya jinan, bi azadî û daxwaza wî mezintir bikin.”

Piştî axaftinan jin bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi wesayîdan ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.