Jin dixwazin ku ji bo aştiyê gav bê avêtin
Jinên ku li Amedê beşdarî mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û dibêjin ku divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê ya Amedê mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ li dar xistin. Bi hezaran kes bi pankartên ku di mitingê de hatin vekirin, axaftinên hatin kirin û bi dirûşmên xwe daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Di mîtînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de banga çareseriyê hat kirin. Gel bi coşek mezin daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman, siyasetmedarên di mîtîngê de axivîn jî banga dawî anîna tecrîda li Îmraliyê kirin û xwestin gavên şênber bên avêtin. Di êrîşa ku piştî mîtîngê hate kirin de dayîkên aştiyê jî di nav de 5 kes birîndar bûn û hejmarek zêde ciwan jî hatin derbkirin û binçavkirin. Jinên beşdarî mîtîngê bûn, ji mîkrofona me re axivîn.
‘Divê hemû kesên berpirsyar gav biavêjin’
Dayîka Aştiyê Asiye Tay a ji Silopiyayê beşdarî mîtîngê bû, diyar kir dayik bi salan e ji bo aştiyê têkoşînên mezin didin û ji bo ku carek din vê daxwazê bînin ziman hatine mîtîngê. Asiye Tay, wiha axivî: “Ez ji vir ji hemû dewletên cîhanê re banga çareserî û daxwazan dikim. Em êdî ji xwîn, qetlîam û şeran re dibêjin bes e. Bila êdî aştî pêk were, tu kes piştgiriyê nede şer. Em vê bangê li hemû kesî dikin. Pêwîst e ji bo ku êdî kezebên dayîkan neşewitin, hemû aliyên berpirsyar gavan bavêjin. Bila aştiyek jidil, paqij û saxlem bê avakirin. Bila bi gotina aştiyê me nexapînin û ji nû ve şer nekin. Em şerekî wiha qebûl nakin. Bila yên ji biratî û mirovahiyê fêm dikin, di vê pêvajoyê de bikevin nav liv û tevgerê. Bila êdî tu cenaze neçe mala tu kesî. Dayîkên Rojava li aliyekî cenazeyên xwe defin dikin, li aliyê din jî li dijî şer li ber xwe didin. Pêwîst e hemû kesên ku îro dibêjin aştî, guh bidin vê bangê. Lê wekî ku min got, em aştiyek saxlem û pêbawer dixwazin. Em vê pêvajoyê bi bawerî û hezkirina xwe ava bikin. Bila edî dilê tu dayîkê neşewite.”
‘Divê jiyaneke hevpar û aştiyane bê avakirin’
Esra Taş diyar kir ku ew ji bo aştiyê bînin jin, zarok û gelan li qada ne û destnîşan kir ku aştî ne tenê peyvek e û banga gavên şênber kir. Esra Taş, da zanîn di vê pêvajoypn qeyranê de pêwîstiya welat herî zêde aştiyê heye û nêrînên xwe wiha anî ziman:
“Em dixwazin bi azadî bijîn, zimanê xwe yê dayîkê bikar bînin û li welatekî ku tu pirsgirêkên aborî lê tunene bijîn. Rêya vê yekê ji samîmiyetê derbas dibe. Bi taybetî divê desthilatî bi awayekî jidil li ber maseyê rûne û vê pêvajoyê bi dîplomatîk çareser bike. Em tenê ji bo gelê Kurd aştiyê naxwazin, ew ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e. Li vê qadê ji bo qadekî ku hemû gel daxwazên xwe bînin ziman têdikoşin. Em ji bo avabûna şert û mercên azad ên em hemû bi hev re bijîn, hatin vir. Em ji bo bidawîkirina qetilkirina jin û zarokan jî li vir in. Em ji bo nûjênkirina van zagonan û jiyana jinan li vir in. Em ji vir carek din diyar dikin ku em li dijî qeyûm û desteserkirina îradeyê ne. Em ê xwedî li îradeya xwe, zimanê xwe yê dayîkê derkevin û banga xwe ya aştiyê bidomînin.”
‘Muxatab Îmralî ye’
Hevrîn Turk a ji Merdînê tevlî mîtîngê bû jî, destnîşan kir ku muxatabê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got:
“Di vê pêvajoyê de em jin bawer dikin ku divê ji bo aştiyê gavên şênber bên avêtin. Em baş dizanin ku şer ji bo tu aliyek jî serkeftinê nayne. Bi vê mîtîngê re gel ji bo qêrîna daxwaza xwe ya aştiyê li vir e. Gel baş dizane ku rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Tu kes ji şer xêr nabîne. Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Yên ku herî zêde ji şer bi bandor dibîn jin in. Di vê xalê de em dizanin ku di aştiyê de rolek mezin a jinan heye. Jin bi salan e vê rola xwe bicîh tînin, di vê xalê de muxatab jiyana azad û jin in. Bi destê ku bi dar digre, aştî nayê avakirin. Divê ji bo aştiyek baş têkoşîn bê meşandin.”
‘Xêra şer ji civakê re tune ye’
Herî dawî Ayşe Aydin jî, destnîşan kir ku xêra şer ji civakê re tuneye û bang kir ku hemû beşên civakê deng bidin daxwazên aştiyê. Ayşe Aydin, wiha got: “Ji bo ku em şer rawestînin, divê destpêkê em bibin yek. Ev pirsgirêkek sedsalî ye, eger em nebin yek, bê hêvî bibin û gav paşde bavêjin, ev pirsgirêk çareser nabe. Divê hemû STK û partiyên siyasî bawerî bi vê gavê bînin û bibin destek. Divê ev pirsgirêk tavilê çareser bibe. Ez wek jin û dayîkek ji bo ku zarokên me di pêşerojê de azadî û aştiya ku me nedîtiye bijîn, hatim vê derê. Divê her kes li qada xwe destek bide vê daxwazê. Şer hem xizanî yê û hem jî mirinê bi xwe re anî. Bi taybetî niha şerên li Rojhilata Navîn ji xêrê zêdetir zirarê dide. Mirinên jin û zarokan pir zêde bûn. Li wir windahî zêdetir in, ji aliyê mirovahiyê wê bûyerên pir cidî yên ku ewê di dîrokê de cîh bigirin, tên jiyîn.”