‘Jin dikarin guherînên gelek mezin çêbikin’

Jinan derbarê kotaya jinan a ji bo hilbijartina ku dê di 20’ê Cotmehê de li herema Kurdistanê bê kirin nêrînên xwe anîn ziman û gotin jin dikarin bi beşdariya çalak a di siyasetê de guhertinên mezin bikin.

ŞIYA KOYE

Koye – Li Iraqê rêjeya beşdariya jinan di parlamentoyê de ji sedî 25, li herêma Kurdistanê ji sedî 30’e. Li gorî xala 4’an a benda 39’an a destûra Iraqê divê rêjeya jinan di meclisa Iraqê de ji çaryeka endamên meclisê kêmtir nebe. Di hilbijartina pêşwext a meclisa Iraqê di sala 2021’an de, jinan 329 kursî ku 97 kursî dike ji sedî 29 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin û rêjeya kotayê bi ferqek zêde derbas kirin. Her çendî rêjeyek birbiçav a jinan diçe parlamentoya Kurdistan û Iraqê jî ger zagona kotayê nebe, nikare kursiyên parlamentoyê bi dest bixe û bi rêjeya dengê xwe biçe parlamentoyê. Jinan derbarê kotaya jinan a ji bo hilbijartina ku dê di 20’ê Cotmehê de li herema Kurdistanê bê kirin nêrînên xwe anîn ziman.

‘Jin dikarin guherînên gelek mezin çêbikin’

Serpereştiyara perwerdeyê Hewrîn Nadir der barê rola jinan a di hilbijartin û peywirên dem û dezgehan de axivî û got: “Rast e jin di dema hilbijartinê de bi sîstema kotayê diçin parlamentoyê. Li gorî min ev ji ber aqilê ku jinan di pileya duyem de dibîne ye. Tu cudahî di navbera jin û mêr de nîn e. Ev jî nayê wê wateyê em bibêjin hêza me jinan nîn e, gelek jinên bi hêz hene ku dikarin guherînên mezin bikin. Ji ber wê ger rê were dayîn, em ê bikaribin karên mezin bikin. Li Kurdistanê rêveberiya parlamentoyê ji aliyê jinan ve tê kirin û jin ji mêr ne kêmtir in. Çend wezîrên me yên jin hene û di dam û dezgehên hikumetê de çend jin hene. Şêwaza rêvebirina wan bi zagontir û bi awayekî bi rêk û pektir e. Jin ji mêran gelek bihêztir in û dikarin gelek serkeftinan bi dest bixin.”

‘Divê em piştgiriya jinan bikin’

Rojnameger Sûzan Heme Seîd jî wiha got: “Hêza jinan ji ya mêr ne kêmtir e lê em hêza xwe ranaxin ber çavan. Gelek sedem hene weke sedemên civakî. Wisa difikirin ku dibêjin qey divê jin her dem li mal bin. Bêguman kesên ku li malê kar dikin hene û em rêzê ji wan re digrin lê belê divê zêdetir hêza jinan hebe û xwe bigihîjînin hemû qadan. Tu qadek nîn e ku bibêjin tenê ya mêr e. Ger jinek ji qadekê hez bike, dixwazî siyaset, dixwazî jî qadeke din be wê xwe bi pêş bixe. Gelek caran jin bi xwe deng nadin jinên berendam. Bila hemû jin hevkar û piştevaniya hev bikin û ger jinek ji qadekê derket em hemû alîkarî bikin da ku bigihîje asta ku tê xwestin.”