Jin di parastina destkeftiyên xwe de bi biryar in

Dayîkên temenê wan mezin û jinên ciwan ên bajarê Hesekê, li ser banga seferberiyê bişev û roj di nav taxan de parastinê dikin û dibêjin: “Dem dema parastina hebûnê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Ji ber êrîşên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, Rêvberiya Xweser a Demokratîk Ji bo xweparastinê seferberiya giştî îlan kir. Li ser banga seferberiyê dayîkên temen mezin û jinên ciwan ên bajarê Hesekê, bi şev û roj di nav kolanên bajêr de parastina taxa xwe dikin.

‘Serkeftin bi piştgiriya dayîkan misoger dibe’

Bi êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, berxwedana li hember van êrîşan jî zêde dibe. Jinên Kurd, pêşengiya vê berxwedanê dikin. Jinên ku nabêjin ev ciwan e ev pîr e çek hildigirin û di refên pêş de cih digirin, hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Zekiya Mihemed a 45 salî, destnîşan kir ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planek qirêj tê meşandin û bi piştgirya dayîkan ev plan dê werin têkbirin. Zekiya Mihemed wiha got: “Em di gelek qonaxan de derbas bûn. Dijmin hewl da ku herêmên me bi hemû rengî dagir bike. Hesekê gelek berxwedanî nîşan da û yên ku berxwedaniya li beramberî çeteyên DAIŞê biser xistin jî, dayik bûn. Di her şerekî ku diqewimî de, me piştgirî dida şervanên xwe û em dadikevin parastina taxên xwe dikin. Yê ku hiştiye ewqas serkeftin werin bidestxistin, hebûna dayîkan a li kolanan e, dayîk bi erkê xwe yê parastina rewa dilîzin. Em îro bi vî temenê xwe bişev û roj li ber serma û germê jî amade ne ku em xwedî li welatê xwe derkevin. Ji ber ku dem dema parastina hebûnê ye. Baweriya me bi hêz û rêveberiya me heye û em jî çi ji me bê xwestin em ji bo pêkanînê amade ne.”

Zekiya Mihemed di dawiya axaftina xwede bangek ji bo yekîtiya Kurdan kir û got: “Pêvajo pêvajoya yekîtiya Kurdan e, bibin yek û hebûna xwe biparêzin. Îro dewletên dinyayê li dijî kurdan bûne yek.”

‘Emê xwedî li ked û fedakariya zarok û şervanên xwe derkevin’

Kelthûma Mihemed da zanîn ku dayîkên Şoreşa Rojava bi fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe kûr kirine û wiha got: “Em dayîkên şoreşa Rojava li ser fikr û ramanê rêber Apo xwe rêxistinkirî ne. Ji bo ku em jiyanek azad û birûmet bijîn, me perçe ji canê xwe daye . Îro em li kolanan parastinê dikin da ku em xwedî li ked û fedekariya zarok û şervanên xwe derkevin. Temenê me çi dibe bila bibe, dem dema şerê gel ê şoreşgerî ye, bi vî rihî em ê bikaribin xwe û herêma xwe ji êrîşan biparêzin. Em bang li her kesî dikin ku bi erkê xwe yê parastinê rabin.”

‘Di qada parastinê de jin xwedî rolek pir girîng dilîze‘

Xena Emîn destnîşan kir ku jin di qada parastinê de rolek pir girîng dilîze û hestên xwe wiha anî ziman: “Di êrîşên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî de jin di qada parastinê de berpirsyar e. Ji ber ku ev şoreş bi pêşengtiya wê pêk hat û bi tekoşîn û berxwedaniya wê jî gihîşt vê asta bi qîmet û pîroz. Lewma ji her kesî bêtir îro ji jinê tê xwestin ku xwedî li deskeftiyên Şoreşê derkeve û van êrîşan vala derxe. Ji destpêka êrîşan heya îro em bişev û roj li kolanan bi erkê xwe yê parastinê derdikevin. Em ê heya dawî li gorî vî tevbigerin. Ez bang li hemû welatiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikim ku xwe biparêzin .”