Jin dê li dijî şîdeta mêr û dewletê li qadan bin
Jin dê li Enqereyê roja 8’ê Adarê bi dirûşma “Em li dijî cudakarî, xizanî, şîdeta mêr û dewletê ji bo azadiya xwe serî hildidin” pêşwazî bikin. Endama Platforma Jinan a Enqereyê Fatma Kiliçarslan, behsa bernameyên 8’ê Adarê û daxwazên jinan ên sereke kir.
ZEYNEP AKGUL
Enqera -Jinên ku bi banga Platforma Jinan a Enqereyê hatin ba hev diyar kirin ku dê li dijî xizanî, bêtemînatî, şer, cînayetên jinan, tacîz, îstîsmara zayendî û êrîşên li ser mafên xwe li qadan bin. Bi cilên rengîn û dovîzên amade kirine, bi dirûşm, çepil û tilîliyan dê qadan tije bikin, wêneyên Şule Çet, Ceren Damar, Şeyma Yildiz û gelek jinên hatine qetilkirin hilgirin. Em jî bi endama Platforma Jinan a Enqereyê Fatma Kiliçarslan re li ser bernameya 8’ê Adarê ya jinên li Enqereyê û daxwazên wan axivîn.
• Jin her roj, li her derê cîhanê tên qetilkirin. Li derve, li mal; ji ber lixwekirina cilan heta her tevgera wê rastî mudaxeleyê tê. Jin di nava têkiliyeke wiha de jiyana xwe didomînin. Di vî warî de dê daxwazên we çi bin?
Daxwaza jinan a destpêkê ya îsal pêkanîna Peymana Stenbolê bû. Vê peymanê pêşî li şîdeta nava malê digirt, mafê jiyana jinan diparast û bi bedelên mezin hatibû qezenckirin lê di demên dawiyê de desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser xwevekişandina ji Peymana Stenbolê nîqaş dikin. Me jî wekî hemû jinên vî welatî, îsal ji bo Peymana Stenbolê tam were pêkanînên çalakiyan li dar xist. Kolan bi kolani mal bi mal; em geriyan û me behsa girîngiya Peymana Stenbolê kir. Me fikrên hev pirsîn, li parkan forman li dar xist. Gelek caran jî em bi astengî û şîdeta polîsan re rûbirû man lê me dev jê berneda. Me her dem têkoşîna xwe mezin kir. Her roja ku çû jinên ku dengê xwe bi me re bilind dikirin zêde bûn. Sedema ku têkoşîna jinan tevî ewqas zextan jî mezin bû ew bû ku em ji bo jiyana xwe têdikoşin û ev mafê me yê meşrû ye. Em jin hêza xwe ji vî mafê xwe yê herî meşrû digrin.
“8’ê Adarê roja Duşemê em ê li Cadeya Sakaryayê kom bibin”
• Hûn dikarin ji me re behsa bernameya xwe bikin?
8’ê Adarê roja Duşemê saat di 14.30’da de em ê li Cadeya Sakaryayê bi jinan re kom bibin. Amadekariyên me didomin. Belavkirina belavokên me yên beriya 8’ê Adarê didome, em çalakî û pîrozbahiyan li dar dixin. Li taxan em bi jinan re tên ba hev, li ser pîrozbahiya 8’ê Adarê xwe bi rêxistin dikin. Em ê bi şiara “Li dijî cudakarî, xizanî, şîdeta mêr û dewletê ji bo azadiya xwe em serî hildidin” li qadan bin. Bi pêvajoya pandemiyê re xizaniya jinan zêdetir bû û di heman demê de gotinên siyasetmedaran ên di medyayê de hatin weşandin gihîşt kolanan jî. Ev jî cudakariyê zêdetir dike. Ji ber vê yekê tekoşîna me ya li dijî şîdeta mêr û dewletê dê bidome.
“Em bi 33 hevalên xwe yên jin re tên darizandin”
• Di demên dawî de şîdeta li dijî jinan her diçe zêdetir dibe. Li gorî we sedema vê yekê çi ye?
Sedema bingehîn a vê yekê polîtîkaya dewletê ya bêcezabûnê li dijî şîdet û îstîsmara zayendî ye. Kujer û tecawizkar cezayê ku heq dikin nagrin. Ji aliyê daraza mêr ve tên darizandin ev jî cesaretê dide wan. Bêguman yek jî ji ber nîqaşên xwevekişandina ji Peymana Stenbolê ye. Dewleta mêr, kujeren jinan diparêze. Jinên ku ji bo parastina mafên jiyanê têdikoşin rastî şîdeta dewletê tên. Em wekî Platforma Jinan a Enqereyê bi çalakiyên ku dikin dibêjin ‘Peymana Stenbolê jiyanê diparêze’ ji ber wê em bi îşkenceyê hatin binçavkirin û ji ber vê çalakiyê doz li me hat vekirin. Bi 33 hevalên xwe yên jin re ji ber ku me xwest Peymana Stenbolê were pêkanîni em tên darizandin û ji bo me ji salek û 6 mehan heta 3 salan ceza tê xwestin.
“Têkoşîna jinan tê îlegalîzekirin”
Ji bo şîdeta li ser jinan bi dawî bibe destpêkê divê dewlet û desthilatdariyên siyasî bi hemû saziyên xwe re berpirsyariyê bigin, bi hemû saziyên fermî re hevakarî bikin. Ji bo ev pirsgirêka jiyanê ji holê rabe divê polîtîkayên civakî yên pêwîst bikevin meriyetê. Di vî warî de hûn çi difikirin?
Awezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê dibêje ku şîdeta li hemberî jinan tê mezinkirin. Siyasetmedar her roj ji bo mafên xwe têdikoşin. Divê destpêkê bibêjin ku li vî welatî cînayetên jinan hene û gihîştiye qirkirina wan. Divê siyasetmedar, dest ji hedefgirtina jinan berdin. Jinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin tên girtin. Têkoşîna jinan tê îlegalîzekirin. Divê meşrûbûna têkoşîna jinan were qebûlkirin. Divê dewlet ji bo pêşîlêgirtina şîdeta li ser jinan çareseriyên ji dil û mayînde pêk bîne. Divê kujerên jinan ji aliyê darazê ve neyên parastin. Di vê li her qadê dersên li ser wekheviya zayendê werin dayîn.