'Jin dê hebûna xwe ya li bajaran ji nû ve ava bikin'

Endama Desteya Rêveber a TMMOB Ayşegul Oruçkaptan diyar kir ku jin bi polîtîkayên paşverû yên AKP'ê ji qada giştî tên derxistin, diyar kir ku divê li bajaran hebûna jinan zêde bibe û ji bo hilbijartinan got: "Divê em ji vê zîhniyeta paşverû rizgar bibin."

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan-Tirkiye di 14’ê Gulanê de ber bi hilbijartinên herokomariyê û hilbijartinên serdema 28’emîn a giştî ya parlamentoyê ve diçe. Yek ji mijarên sereke yên di rojeva hilbijartinê de derket pêş erdhejê û avakirina bajaran e. Li şûna behsa avahî çiqasî bi hêz bin, merasîmên avêtina bingehê tên axaftin, li bajaran tê bîr kirin ku jin dijîn an jî weke jin tune ne tê hesibandin.

Piştî erdhejê dîsa ji nû ve têkiliya 'zayend û bajar' hat axaftin. Di mêr li bajaran bêyî pirsgirêkên ewlehiyê dijîn, jin li malên xwe hepsê pişt dîwaran tên kirin. Dema projeyên tên plankirin, hewcedariyên jinan esas digirin nayên qebûlkirin. Ji dirbejor, heta wesayîtên veguhestina giştî, ji qadên parkirinê heta ronahi kirine, bi gelek sererastkirinê beşdarî jinan a jiyana bajarî tê asteng kirin. Di rastiyê de jinên ku bi sedsalan di bin navê 'kevneşopî' de tê dûrxistin, li hemberî nîzamê weke gefek tên dîtin. Li Tirkiyeyê muhafezekariya ku bi desthilatdariya AKP’ê gihiştiye lûtkeyê, jin ji dervayî ji civakê re te xiriqandin, li bajaran hîn bêhtir tê dûrxistin. Jin neçar tên hiştin ku qadên ji bo wan hatine îzole kirin bikar bînin.

Tevî projeyan jî jin nayên çavderîkirin

Li Tirkiyeyê Projeya Bajarên Dostên Jinan ji sala 2006’an û vir ve ji aliyê Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî-UNFPA û Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî-UNDP ve tê sepandin. Armanca sereke ya bernameyê ew e ku ji bo wekheviya zayendî hawirdorên guncaw biafirîne. Xebata ku di sala 2006’an de li Tirkiyeyê dest pê kir, ewil bi parêzgehên Semsûr, Antalya, Bursa, Dîlok, Meletî, Merdîn, Samsûnê dest pê kir. Piştre Îzmîr, Qers, Nevşehîr, Riha, Trabzon jî li van bajaran hatin zêdekirin. Ji herêma erdhejê 4 bajar jî tevlî vê bernameyê hatin kirin, lê pêkanîna vê proje cihê nîqaşê ye. Li bajarên kon ku piştî erdhejê hatine avakirin qadên, nebûna qadên jin bi kar bînin û bêyî çavderî kirina jinan sererastkirina cihên bikaranîna giştî jî, ji bo siberojê jî îpuçuyan dide. Jinan tevî ewqas zehmetiyên li bajarên kon dijîn jî neçar in bi pirsgirêkên ewlekariyê re jî rû bi rû bimînin.

Di cîhana diguhere de jin û zarok çiqas û çawa xwe digihînin bajêr? Kolan, avahî û qadên kesk bi çavderî kirina jinan tên çêkirin an ne? Di bajaran ku ji aliyê feraseta mêr hatiye dîzaynkirin de jin li ku ne? Çawa dijî? Têkiliya zayend û bajar çima berçav nayê girtin? Me van hemû pirsan bi Endama Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Ayşegul Oruçkaptan re axivî.

Jin ji qada giştî tên dûrxistin

Ayşegul Oruçkaptan, balkişand ku bi polîtîkayên paşverû yên AKP'ê ku 21 sal in li ser desthilatdariyê ye jin ji qada giştî tên derxistin û anî ziman ev yek di erdhej û piştî wê de bi awayekî zelal hate çavderî kirin. Ayşegul Oruçkaptan, diyar kir ku ji plansaziya bajar re pêkanînên paşverû yên ku ji Osmaniyan heta roja îro di bin navê 'kevneşopî' de hatiye, xwe nîşan dide û wiha got: “Bajar li gorî pergala mêraniyê tên avakirin. Ev tiştek ji Împaratoriya Osmanî heta vê demê tê ye. demê ye. Cihên giştî zêdetir ji bo mêran û cihên taybet jî zêdetir ji bo jinan tên çêkirin. Jin û zarok di vê erdhejê de kesên ku herî zêde encam girtin û zirar dîtin derketin.

Hemû qad ji jinan dûr e

Ayşegul Oruçkaptan, diyar kir heta wekheviya zayendî ya civakî neyê xwemalî kirin, dê li welat pirsgirêka wekheviyê her tim were nîqaşkirin û wiha got: “Heta tundiya li dijî jinê bê jiyîn, jin bê bindest kirin û jin di nava civakê her tim rola dayikê hildigirin em ê van tiştan nîqaş bikin. Weke qadên giştî, kuçe, kolan, meydan, avahiyên giştî, park ango her qada ku hûn dibînin ji jinan dûr e. Jin zêdetir di nava mekanan de ne. Dema ku şev diçin hin nuqteyan ewlehiya jinan kêm dibe. Mînak dema ku ew di tariyê de diçe cihê wesayit parkirinê, dema li benda otobusê dimîne an jî di mekanek tarî û tenha de û ji dema ji rêyek jêr derbas dibe ger ew baş nehatime plankirin û  pergalên ewlehiyê neyên avakirin, her cihê ku pergala ewlehiyê nehatiye avakirin, ji bo jinan mekanê metirsiyê ye.”

Mekan ji bo mêran tên avakirin

Ayşegul Oruçkaptan, dest nişan kir ku piştî erdhejê jî cih ji bo jinan nehatine avakirin û got ku jin di kon û konteyniran de bêyî şert û mercên ewlehî û paqijiyê dijîn. Ayşegul Oruçkaptan wiha axivî: “Jin ji bo tuwalet û ser şûştinê diçin qadên cuda. Dem diçin wan cihan dibe ku rastî tundî, tacîz û destdirêjiyê bên. pêvajoyên ku tundî herî zêde di nava jinan de tê dîtin, pêvajoyên piştî karesatê ye. Em dibêjin 'yên ku herî zêde zirar dimînin jin in’ jin dema dixwazin dikarîn cihê dixwazin bigerîn.” kengî bixwazin nikarin biçin ku derê."

Ayşegul Oruçkaptan a ku çavdêriyên xwe yên li bajarên erdhejê jî parve kir, axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Dema ez çûm qadê erdhejê me dît ku jin li ber konan rûniştine. Ango zêde li derdor nagerin. Tenê ji bo misogerkirina hewcedariyên xwe an jî ji bo xwarinê dikevin rêze, ji derdorê konê  dûr dikevin. Em li dervayî li van deran gelek jinan nabînin. An di hundirê konan de ne, hundirê konan jî pir qerebalix, neguncav û bê şert û mercên paqijiyê de dijîn. Mêr zêdetir li qadan in.”

'Bi AKP'ê re ewlekariya jinan zêdetir bû mijara nîqaşê'

Ayşegul Oruçkaptan a dibêje, “Gotina Şaredariya Stenbolê û Şaredariya Enqereyê ya ‘Jin piştî saet 19.00’an li ku derê bixwazin dikarin ji otobusê dakevin’ ewlehiyê tê bîra me. Û em ji vê yekê re jî pir keyfxweş dibin, lê divê ev ne husan be. Divê mekan jî bi awayekî ku jin, zarok û hemû kes  jê sûdê werbigire bên plansazkirin û avakirin”, diyar kir ku bi AKP’ê re ewlehiya jinan zêdetir tê nîqaşkir. Ayşegul Oruçkaptan, balkişand ku ji bo jinan pergalên xebata li malê hatine pêşxistin û diyar kir ku ev pêkanîn jî parçeyek ji polîtîkayên durxsitina jinan ji qadên giştî ye.

Çi dikare bê kirin?

Ayşegul Oruçkaptan, ji pirsa “Çi dikare bê kirin?” re jî, bi van gotinan bersiv dide:

“Pêwîste herêmên erdhejê baş bên ronîkirin. Pêwîst e di zûtirîn dem de tuwalet, serşûstin, cihên cilşûştinê û gelek dever ji bo jinan bên tertîb kirin. Helbet daxwaza min a herî mezin ew e ku gel di zûtirîn dem de vegerin bajarên xwe. Bi taybetî ez difikirim ku divê çalakî di nav tedbîrên ku bêne girtin de cihêreng bin. Divê li kolanan cihên ku jin jî bikarin bikar bînin hebin. Divê kolan bi rêk û pêk bên dîzaynkirin. Divê ewlehiya ronahiya wê hêsantir be. Divê vandalîzm bê kêmkirin. Divê gelek cîhên gelemperî yên wekî parkirinê, li cîhên rast bin. Divê girîngî ji jinan re bê dayîn. Divê rê bêtir xuya bibin. Divê çandinî jî li gorî wê bê kirin. Divê jin jî li parkan wextê xwe derbas bikin. Divê pergalên ewlehiyê li rawestgehên veguhestina gelemperî werin pêşve xistin. Dîsa divê rêyên binerdê baş bên ronîkirin û cihên wan baş bên hilbijartin. Ev hemû ji bo zarok û astengdaran jî derbas dibe.. Divê mêr jî bizane ku mafê jinan jî heye mîna wan li kolanan bigerin. Jin ne zindiyên ku li gorî daxwaze dikarin bên qetilkitin, tewacuz kirin.  Divê em hemû li gorî rêgezên mafên mirovan ên gerdûnî tevbigerin.”

Feraseta helaltî û silavkirinê

Ayşegul Oruçkaptan, anî ziman ku qûralên ji raborî ye tên li ser jinan bi bandor in û diyar kir ku hêj zêdetir jiyankirina jinên li gundewarî di nava çar dîwaran de, girêdayî vê rewşê ye. Ayşegul Oruçkaptan, anî ziman ku feraseta mîmarî ya ji Osmaniyan tê berdewam dike û wiha got: “Ferasetek helaltî û silavkirinê ya ji Osmaniyan hatiye heye. Hîn jî berdewamiya kevneşopiyên ji rabordiyê hatine heye. Helbet jinên ku ji vê yekê re serî hildidin û têdikoşîn hene.

'Divê em ji vê zîhniyeta paşverû rizgar bibin'

Ayşegul Oruçkaptan a dibêje, “Em di civakeke mêranî de dijîn. Her tişt jin jî plan bike, mêr jî plan bike dîsa dinava vê pergalê de ye”, herî dawî bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê pêk bên û wiha axivî:

."Divê ev têgihiştin bên guhertin. Ger em aqlê xwe biguherînin ne zehmet e ku em guherînê biafîrinin. Em hemû bi heyecan li benda 14’ê Gulanê ne. Em bi hêviya ku dê gelek tişt biguherin dijîn. Hêvî hertim di hundirê me de heye. Em di sedsala 21’emîn de ne û pirsgirêka ewlehiya jinan li cîhanê û welatên pêşketî jî pirsgirêkek e. Lê avakirina bajarên ku jin bêyî tirsa tundî û tundiyê bijîn bi zihniyeta re girêdayî ye û divê em ji vê zîhniyeta paşverû rizgar bibin.”