Jin dê cara 21’emîn di Meşa Şeva Femînîst de li hev bicivin

Li Stenbolê jin wê di 8’ê Adarê de cara 21’emîn li Taksîmê Meşa Şeva Femînîst li dar bixin. Endama Piştevaniya Mor Seda Yanmiş, bi van gotinan bang li jinan kir: "Em îsal careke din xwedî heman serhildan û hersê ne.”

ELÎF ÇETÎNER

Stenbol- Ji 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê re çend saet man û jinan amadekariyên xwe yên ji bo pîrozbahiyan temam kirin. Li seranserê Tirkiyeyê wê jin bi serhildan, têkoşîn û hêviya xwe li kolan û qadan bin. Li Stenbolê jî yek ji pîrozbahiyên tê meraqkirin Meşa Şeva Femînîst e. Jinan ji bo meşa ku li Taksîmê li dar bixin, amadekariyên xwe yên dawî kirin. Jin weke her sal îsal jî dê daxwazên xwe di Meşa Şevê de biqîrin.

'Jiyana me ya ku em ji wan bigrin heye’

Bi hezaran jinên ku di 3'ê Adarê de li Qada Îskele ya Kadikoyê mîtîngek li dar dixin, di şeva 8'ê Adarê de jî weke her sal ji bo meşa femînîst li Taksîmê li hev bicivin. Meşa ku nûnerên rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî di nav de cih digrin, beriya hefteyan dest bi rêxistinkirinê hat kirin. Endama Piştevaniya Mor Seda Yanmiş, amadekariyên 8'ê Adarê ji ajansa me re vegot.

Seda Yanmiş, bi gotina “Em îsal dîsa xwedî heman serhildan û hêrsê ne” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û destkeftiyên xwe yên hatine dizîn paşve bigrin.”

'Ev şerekî di navbera mirin û jiyanê de ye'

Seda Yanmiş, bi bîr xist ku di ser erdhejên 6'ê Sibatê re salek derbas bûye û diyar kir ku ev 8'ê Adarê bi têkoşînê hatiye honandin. Seda Yanmiş, bal kişand ser têkoşîna jinan a sala borî û wiha axivî: “Hem ji bo beşên kedkar û hem jî ji bo jinan saleke zehmet bû. Hem giraniya qeyrana aborî, hem pêvajoya hilbijartinan û hem jî piştî wêraniya erdhejê ji bo hemû gel bû saleke zehmet. Ev yek ji bo tevgera jinan jî wiha ye. Hem hewldana rizgarkirina jinan a ji erdhejê û hem jî hevgirtina herêma erdhejê berdewam kir. Li cihê ku dewlet tunebû jin, femînîst, sosyalîst û şoreşgeran bi gel re hevgirtina xwe domandin. Helbet tundiya li dijî jinan weke herêma erdhejê her roj zêde dibe. Di sala 2023’an de nêzî 400 cînayetên jinan çêbûn û me gelek bûyerên mirina bi awayekî guman a jinan dît. Her çend roj bi roj hewl tê dayîn tabloyeke tarî bê xêzkirin jî em dibînin ku têkoşîna jinan jî bilind dibe. Her ku zext zêde dibin, em jinên rêxistinkirî jî dizanin ku divê em dengê xwe zêdetir bilind bikin. Ji ber ku ev şerekî di navbera jiyan û mirinê de ye.

'Jinan têkoşîna xwe bênavber domand'

Seda Yanmiş, da zanîn ku desthilatdarî xespkirina mafên jinan didomîne, doza xwe jî zêde dike û wiha got: “Desthilatdariya ku ji me re şansa jiyanê nahêle heye. Li li dijî vê yekê jin li her derê dengê xwe bilind dikin û kolan û qadan vala nahêlin. Bi taybetî piştî hilbijartinê di nava hemû gelan de hêvî serwer bû. Ez difikirim em dikarin vê hinek jî di warê rêxistinî de binirxînin. Gelên bê rêxistin jî ber bi bêhêvîbûnê ve diçin. Rastiya ku jin yekane kirdeya têkoşîna jinan e, vê yekê nîşanî me dide. Jinan her dem têkoşîna xwe bilind kirin û dê bikin jî.”

‘Rêxistinbûn yekane riya jiyanê ye’

Seda Yanmiş diyar kir ku tişta herî girîng a di destên jinan de hêza rêxistinkirî ye, da zanîn ku wê pergala kapîtalîst encax bi rêxistinbûnê bê tunekirin û wiha got:

“Rêxistinbûn wê pirsgirêkan çareser bike. Me bi çavên xwe dît ku têkoşîna rêxistinkirî hevgirtinê jî xurt dike. Em vê yekê her roj dibînin. Çawa ku li herêma erdhejê hevgirtina me hêzê da, çawa em hewl didin birînên xwe bi hev re bikewînin, tişta ku em ji hevgirtin û rêxistinbûnê fam dikin jî ev e. Divê em jiyana nû ava bikin. Jiyana me ya ku bi mûçeya herî kêm mehkûmê çerxên kedxwariyê tê kirin. Ger ji sedî 1 mirovên me di nava refahê de be, ji sedî 99 jî di heman cerxê de dizivirin. Helbet şert û mercên şikandina vê çerxê rêxistinbûn e. Gava ku hikûmet ji bo sermaye, kapîtalîzmê, ji bo kursiyên xwe hewl dide xwe birêxistin bike; em jin ji bo gelan, ji bo hevgirtinê, ji bo jiyana azad û wekhev hewl didin xwe bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê rêxistinbûn yekane riya jiyanê ye.”

‘8’ê Adarê ne tenê rojeke ji salnameyê ye’

Seda Yanmiş diyar kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ne tenê rojeke ji salnameyê ye û têkoşîn 365 rojên salê berdewam dike û got: “Wateya hemû salê têkoşîna rêxistinkirî ya me hûnandî û hêza li wê derê nîşan dide, digre. Ger tenê rojeke salnameyê bûya, wê jixwe bi awayekî din bûya. Her roja 8’Adarê ruhekî wê yê cuda heye, coş û kêfxweşî heye.”

‘Em ê Taksîmê bigrin’

Seda Yanmiş bal kişand ser zêdebûna pêkanînên her sal ên desthilatdariyê yên kêfî û ev bang kir: “Hûn dizanin her sal zordarî heye. Bi salan e Meşa Şeva Femînîst ku bi salan e li cadeya Îstîklalê em li dar dixin, çend sal in nayê lidarxistin. Sedema vê jî bi temamî bêhiqûqî û pêkanînên kêfî ne. Ew mafê ku dixwazin ji me bigrin, em di her firsendê de dibêjin em tu caran mafê xwe nadin. Sala borî di 25’ê Mijdarê de me dît ku asta tundiyê çawa zêde kirine. Bi dehan jin hatin binçavkirin. Tişta ji bo me girîng divê li kolanan em li ba hev bin. Em ê careke din Taksîmê bigrin, careke din her qada ku em lê ne em ê bikin qada xwe ya bi coş, kêfxweşî û biryardariya xwe. Em jin li ku derê bin têkoşîn jî li wir e. Lê belê îsal jî em ê li cihê ku her dem lê ne li Taksîmê bin.”

‘Dema mirov bi hev re be hêvî coş û serhildan zêde dibe’

Seda Yanmiş amaje bi vê yekê kir ku di meşa şevê ya femînîstan a 8’ê Adarê de divê jin coş, serhildana xwe bibin kolanê û got: “Ev bi hefteyan e em xwe ji bo meşa şeva femînîst a 8’ê Adarê amade dikin. Bi rastî jî ji bo me dibe pêvajoyek bi hêvî. Em li gelek cihan bi jinan re hevdîtinê dikin, em wan vedixwînin meşa şevê. Ji ber em dizanin dema em li ba hev bin; hêvî kêfxweşî û di heman demê de serhildan zêde dibe û di heman demê de tişta ku desthilatdarî jê ditirse em dizanin piştevaniya jinan e. Ji ber vê jî 8’ Adarê ji rojeke salnameyê wêdetir e. Careke din weke her sal isal jî di 8’ê Adarê de li Taksîmê em li benda hemû jinan in.” 

Meşa şeva femînîst çi ye? Li Tirkiyeyê yek ji çalakiya ku herî zêde balê dikşîne ‘Meşa Şeva Femînîst e.’ Meşa Şeva Fimînîst a 8’ê Adarê cara yekem di sala 2003’an de hat lidarxistin. Lê belê navnedana wê û her sal biryara lidarxistina wê di sala 2005’an de bû. Ya ku îlhama berdewamiya vê biryarê daye çalakiya ku di 8’ê Adara 2003-2004’an de bi banga femînîstan hatiye lidarxistin bû. Meş her sal bi beşdariyên nû qerebalix dibû. Di sala 2010’an de zêde bû di sala 2020’an bû meşek bi heybet ku bi deh hezaran jin hatin ba hev. Rêgeza herî bingehîn a meşê ew e ku meşeke femînîst e.