Jin biser ketin: Sererastkirina Yasaya Rewşa Kesane hat rawestandin
Piştî bertekên jinan ên li ser sererastkirina Yasaya Rewşa Kesane, Dadgeha Federal ya Iraqê sererastkirina Yasaya Rewşa Kesane jî du nav de sê guhertinên yasayê ku li Parlamentoya Iraqê hatibûn pejirandin, rawestand.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250205-0ae9adcb-9350-490a-bae5-1ef264eef2ce-750x430-1-jpeg420f64-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li gor nivîsek ya Dadgeha Federal ya Iraqê ku îmzeya Casim Ehmed li bine, tê de biryara rawestandina ketina meriyete ya pejîrandina proje yasayên sererastkirina her sê yasayên Yasaya Rewşa Kesane, Yasaya Vegerandina Mal û Milk ji Xwediyên Wan yên Resen re û Yasaya Efûya Giştî bi hinceta “Di dema pejirandina yasayê li parlamentoyê de diyar bûye ku ecele hatiye kirin” hatin rawestindin.
Her wiha li gor nivîsê hatiye gotin ku “Ji ber van her sê yasayên navborî, berê jî li Herêma Kurdistanê û Iraqê bûne sedema alozî û gengeşeyên girseyî.”
Di rûniştina 21’ê Çile ya îsal de, Parlamentoya Iraqê sererastkirina sê yasayan (Yasaya Rewşa Kesane, Yasaya Vegerandina Mal û Milk ji Xwediyên Wan yên Resen re û Yasaya Efûya Giştî) bi lihevkirina aliyên siyasî yên parlamentoyê, tevî bertekên rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan, civak û pêkhateyên Iraqê, Herêma Kurdistanê hatin pejirandin.