‘Jin bi têkoşînê hebûna xwe diparêzin’
Dewleta Tirk a dagirker di 23'ê Cotmehê de bi awayekî hovane êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di van êrişan de binesaziya herêmê, jin, zarok û gelê herêmê hatin hedefgirtin û zirarên mezin çêbûn.
ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê- Di 23'Cotmehê de dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de bi dehan cih hatin hedefgirtin û wêrankirin. Armanca sereke ya dewleta Tirk bi van êrişan ew e ku jinan dûrî siyasetê bixe û nehêle pêşengiya civaka xwe bikin. Bi vê yekê hewl dide bi awayekî rehet planên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne.
Der barê mijarê de rêvebera mala jin a kantona Firatê Semîre Mihemed Elî ji me re axivî.
‘Êrişên dewleta Tirk jiyana welatiyan asteng dike’
Semîre Mihemed Elî di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dema dawiyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandoreke neyînî li ser jin û zarokan kir ji ber ku jin û zarok dihatin hedefgirtin. Cihên hatibûn bombebarankirin binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, cihên ku gel jê pêdiviyên xwe peyda dikirin bûn. Ji ber vê yekê yên herî zirarê dîtin jin bûn ji ber ku jin civak û malê bi rê ve dibin û pêdiviyên wan peyda dikin. Dewleta Tirk bi zanebûn binesaziya herêmê dike hedef bi armanca ku jiyana welatiyan bi taybet jî ya jin û zarokan asteng bike."
‘Dewleta Tirk li dijî jinan hemû rêbazên şerê taybet dide meşandin’
Semîre Mihemed Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li cîhanê deng vedaye û ji bo tevahî jinan bûye îlham, dewleta Tirk bi hedefa ku vê şoreşê têk bibe û jinan ji hemû qadên jiyanê dûr bixe bi rêbazên cur be cur êrişî herêmê dike. Her wiha li kêleka şerê leşkerî bi riya şerê taybet jî dijmin hewl dide herêmê vala bike û hemû rêbazên şerê taybet dide meşandin. Herî zêde jî li dijî jin û zarokan vê rêbazê bi kar tîne."
‘Jin bi têkoşînê hebûna xwe diparêzin’
Semîre Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji dîrokê ve heta roja me ya îro li dijî êrişên li ser jin û zarokan her dem jinan bi riya berxwedan û têkoşîn serî li dijî dijmin rakirin. Di roja me ya îro de jî tevgereke jinan a bi rêxistinkirî heye li hemberî êrişên bêbondorkirin û tunekirinê, jin xwe bi rêxistin dikin û hebûna xwe diparêzin."