‘Jin bi şoreşê re hûnera xwe ya Kurdî bihêz kirin’
Hunermend Sumeya Mihemed a ku ji Serêkaniyê ye û koçberî bajarê Qamişloyê bûye, diyar kir ku beriya şoreşê nikaribûye bi zimanê xwe stranan bêje, niha beşdarî komên muzîkê dibe. Sumeya dibêje: “Jin bi şoreşê re hûnera xwe ya Kurdî bihêz kirin.”

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Hunera jinên Kurd, bi êş û hêviyê hatiye hunandin. Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek tişt qedexe bûn. Nedihiştin ku jin di xebatên hunerî de bixebitin û bi taybetî gelê Kurd di vî warî de rastî qedexeyan dihat. Piştî şoreşa ku bi pêşengiya jinan çêbû, di gelek qadan de jinan xwe bi pêş xist, bi taybetî jî di qadên siyasî, civakî û hunerî de.
Sumeya Mihemed ku ji zaroktiya xwe de ji hunerê hez dikir, beriya Şoreşa Rojava kar û xebatên xwe yên çand û hunerê bi awayekî veşartî didomand. Sumeya di gelek koman de cihê xwe girtiye. Hunermend Sumeya Mihemed derbarê kar û xebatên xwe yên çand û hunerê de ji ajansa me re axivî.
‘Gotin divê tu bi zimanê erebî bêjî’
Sumeya Mihemed derbarê kar û xebatên xwe yên çand û hunerê yên beriya Şoreşa Rojava de wiha got: “Ez wek hunermend di nava malbatek welatparêz de mezin bûme. Ji zarokatiyê ve hezkirina min ji hunerê re hebû. Em çiqas bînin ziman wê kêm bimîne. Helbet gelek zor û zehmetî hebûn. Ev kar û xebatên ku min jê hez kir bi taybetî muzîk û stranbêjî, beriya Şoreşa Rojava hîn ew di bin zimanê me de ye. Çiqas zor û zehmetî hebûn. Bi taybetî ji bo jinan. Ji 7 saliya xwe ve min pir ji muzîkê hez dikir û dixwest bistrêm. Dema diçûm dibistanê, mamosteyên min digotin tevlî pêşbirkê bibe. Ji ber ku beriya şoreşê bû, em di dibistanên rejîmê de bûn. Zora min dihat dema digotin tuyê ne bi zimanê xwe bêjî. Ji ber ku zimanê Kurdî qedexe bû di wê demê de. Digotin tuyê bi zimanê Erebî bêjî. Tiştê herî pîroz ji bo me Newroz bû, 8’ê Adarê bû, 15’ê Tebaxê bû û 28’ê Mijdarê bû. Min haziriya wan rojan dikir.”
‘Çawa jin karên hunerî bikin?’
Sumeya Mihemed bal kişand ser zor û zehmetiyên di karê xwe yên hunerî de û piştî zewacê û wiha berdewam kir: “Piştî ku zewicîm, tevlî malbatek nû bûm. Zor û zehmetî hebûn, min nezanî çawa malbatê qanih bikim ku hunera xwe berdewam bikim. Gelek kesan digotin, çawa jin hunerê bikin? Lê li dijî vê yekê dizanibûm ku gerek jin îradeya xwe biparêzin û karê xwe berdewam bikin.”
‘Ji aliyê çandî ve gere em herkesî tevlî xwe bikin’
Sumeya Mihemed behsa kar û xebatên piştî Şoreşa Rojava kir û wiha got: “Di sala 2013’an de navenda me ya çand û hunerê li bajarê Serêkaniyê ji destên rejîmê derket. Me gelek beş û kom ava kirin, kar û xebatên me bi koman re bûn û piştre astên xebatê jî çêbûn. Divê gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bîra me de be. Dibêje ‘em ji aliyê çandî ve gere her kesî, her zimanî û her neteweyî tevlî xwe bikin.’ Bi saya vê şoreşê gelek jin niha hunermend in, şanoger in, stranbêj in, nivîskar û siyasetmedar in.”
‘Hêviya me pir mezin e’
Sumeya Mihemed behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Serêkaniyê kir û wiha anî ziman: “Di sala 2019’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê çêbûn. Gelek kes koçber bûn, lê gelek mirovan jî terka axa xwe nekirin. Hêviya me pir mezin e, rojek were em ê vegerin bajarê xwe. Em karê xwe wek beşa rêxistinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û hunera xwe jî berdewam dikin.”