Jin bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî fêrî bikaranîna çekê dibin

Li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêza Parastina Civakê ya Jinê, bi rihê seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kiribû, dewreyeke perwerdeyê ya bikaranîna çekan ji bo jinan birêxistin kir.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Bi zêdebûna êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk seferberiya giştî îlan kiribû. Di vê çarçoveyê de  Hêzên Parastina Civakê ya Jinê ya Kantona Cizîrê dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina bikaranîna çekan vekir. Rebî’a Îsam ku Rêvebera Hêza Parastina Civakê ya Jinê ya Kantona Cizîrê ye, derbarê perwerdeya fêrkirina çekan de ji ajansa me re axivî.

’Ev 4 roj in perwerdeya fêrkirina çekê vebûye’

Rebî’a Îsam behsa destpêka vekirina perwerdeya fêrkirina çekê kir û armanca wan a ji vê perwerdeyê wiha vegot: “Ev çar roj in me weke Hêzên Parastina Civakê ya Jinê perwerdeya fêrkirina çekê vekiriye. Ji bo ku hevalên me yên jin fêrî bikaranîna çekê bibin da ku parastina xwe, tax û bajarê xwe bikin. Dema ku em dibêjin parastin, em parastinê ne tenê bi çekê bikin, divê em parastina xwe ji hemû aliyan de bikin. Pêwîst e em ji aliyê mêjî de jî xwe biparêzin. Ji ber ku di vê demê de gelek awayên şer li ser herêma me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin. Şerê taybet, bi riya ragihandinê tên meşandin. Gelek dîmenên ne rast diweşînin. Ji bo wê jî em HPC Jin, li ser bingeha perwerdeyan  xwe birêxistin dikin. Ev erka ji bo ku em di nav civakê de wek sîstema Şerê gelê Şoreşgerî bidin rûniştandin e. Em tenê endamên HPC Jin perwerde nakin, em derbasî sazî û navendan jî dibin, wan perwerde û birêxistin dikin.”

’Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî xwe birêxistin bikin’

Rebî’a Îsam bal kişand ser seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kiribû û wiha pê de çû: “Şerê li Bendava Tişrînê, dewam dike. Gelek ji endamên HPC Jin bi karwanên ku çûn bendava Tişrînê, ji bo piştgirî bidin şervanên QSD’ê, hemû bi awayekî rêxistinkirî çûn. Heta îro li Bendava Tişrînê li kêleka şervanên xwe ne. Rêveberiya Xweser a Demokratîk seferberî îlan kir, em jî wek HPC Jin tevlî bûn. Em mil bi mil bi hêzên YPG, YPJ û QSD’ê re alîkar in. Em jin li ser felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin û em ê heta dawiyê li ser felsefeya Rêber Apo têbikoşin û  bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî xwe birêxistin û perwerde bikin.”

’Her tîmek ji 10 jinan pêk tê’

Rebî’a Îsam bernameya perwerdeyê jî aşkera kir. Rebî’a diyar kir û çend jin beşdarî berwerdeyê bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku em dest bi perwerdeyê dikin em tîm tîm ava dikin. Her tîmek ji 10 jinan pêk tê. Em hejmarê ewqas zêde nakin, ji bo ku jinên perwerdeyê dibînin fêm bikin û sûdê ji perwerdê bigirin. Armanca me ji vê perwerdê, her jinek xwedî biryar be, xwedî li ax û welatê xwe derkeve da ku em di welatek aram û azad de bijîn. Em bang dikin ku hemû jin û xortên me werin tevlî seferberiyê bibin, bi hêzên xwe yên YPG, YPJ û QSD’ê re alîkar bin, yek dest bin, xwedî li ax, welat û keda şehîdên xwe derkevin.”