Jin bi reng û coşa biharê wê li qada Newrozê cihê xwe bigrin
Newroza ku mizgîniya hatina bihar ye; dê îsal bi coşeke mezin were pîrozkirin. Newroz ji bo gelê Kurd wekî ‘Cejna Berxwedanê’ tê binavkirin û dê di destpêka sedsaleke nû de, bi reng, xeml û govendên gelê Kurd bi dagirtina qadan were pîrozkirin
Amed- Cejna Newrozê ya 2021’ê wê bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê têbikoşin azad bibin’ li 30 navçe û 61 navendan bajarên Tirkiyeyê dê were pîrozkirin. Starta pîrozbahiya Newrozê ya ku li Amedê hatiye dayîn, ji bo pîrozkirina wê li çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi amadekariyan hatiye kirin. Sala derbasbûyî ji ber şewba Covîd-19 Newroz nehatibû pîrozkirin lê li bendê ye ku îsal bi kelecan û coşeke mezin were pîrozkirin.
“Bi ruhê 8’ê Adarê em ê li qadên Newrozê bin”
Jinên Amedê dibêjin ew ê bi ruhê 8’ê Adarê li qadan bin, der barê amadekariyan de endama MYK ya HDP’ê Ozlem Gunduz da diyarkirin ku wê ji qadên 8’ê Adarê derbasî qada Newrozê bibin û got: “Me dest bi amadekariyên Newroza 2021’ê kiriye. Niha li çar aliyên Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê tên kirin. Wê li gelek cih û navendan cejna Newrozê were pîrozkirin. Me ji bo ew cihên ku em pîrozbahiyê lê bikin serlêdan kiriye, me bi daxuyaniya çapemeniyê starta Newrozê da. Em ê li qadan bixebitin û bi ruhê 8’ê Adarê pêşwaziya Newrozê bikin. Di 8’ê Adara Roja Jinên Cihanê de hemû jin li qada bûn. Careke din em ê bi pêşengiya jinan li her derê Newrozê pîroz bikin.”
“Newroz sembola têkoşîna me ye”
Ozlem Gunduz da zanîn ku wê newroza 2021’ê bi coşek mezin were pîrozkirin û wiha domand: “Îsal wê li hemû gund û taxan agirê Newrozê bi çoşeke mezin were pêxistin. Newroz ji bo gelê Kurd û jinên ku rastî hemû êrîşan hatine sembola têkoşînê ye. Em ê bi vî ruhê têkoşînê, bi reng û govendên xwe li qadan bin.”
“Li dijî qirkirina jinan em ê li qadan bin”
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun der barê pîrozbahiyên 21’ê Adarê de wiha got: “Her sal li dijî zilma Dehaq bi ruhê Kawayan em agirê Newrozê pêdixin. Îsal jî bi baweriyek mezin û ruhê têkoşînê em ê li qadan bin. Newroz ji bo gelê Kurd û têkoşînê sembola herî mezin e. Wê fînala 21’ê Adarê li Amedê pêk were. Beriya wê jî wê li çar navçeyên mezin Newroz were pîrozkirin. Wê îsal li her taxî agirê Newrozê were pêxistin, em ê li dijî qetilkirina jinan û li dijî tecrîdê parêzvaniya azadiyê bikin û em ê li qadan bin. Ji ber vê yekê jî em bang lli gelê Amedê dikin ku ji bo coşa pîrozbahiyê zêdetir bibe, beşdarî pîrozbahiya bi coş bibe.”