Jin bi nîşandana çanda Kurdî reng dan Mihrîcana Şehîd Bêrîtan

Jinên wargeha Mexmûrê yên bi dengbêjî, xwarin, govend û hemu şêweyên çanda Kurdî beşdarî 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bûn û reng dan mihrîcanê gotin: “Bêrîtan ji bo me sembola jiyanê ye.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan a di dîroka 24-25’ê Cotmehê de bi pêşengtiya Meclîsa Îştar ve bi dirûşmeya ‘Li hemberî modernîteya kapîtalîst ku bi aqilê mêr avabûyî, bi aqilê jinê bi dil û rêbazê wê têkoşînkirin bingeha avakirina serdema jina azad e’ li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) pêkhat. Di du rojên mîhrîcanê de ked û berhemên Kurdî yên jinên wargehê reng û tam da mîhrîcanê.

Dema 24’ê Cotmehê danê siharê me berê xwe da cihê pêşengeha berhemên dest ên kurdewarî di ketina parka 4’ê Nîsanê ku pêşeng lê dihat lidarxistin, yekem Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a beriya niha ji aliyê jinên wargehê ve hatibû çêkirin û pankarta binivîsa ‘Hûn Bi Xêr Hatin Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan’ me pêşwazî dikir. Jin û jinên ciwan ên wargehê bi cil û bergên xwe yên Kurdî reng dabûn pêşengehê. Park, bi berhemên dest ên dayikan, wêneyên hunerî yên Atolyeya Şehîd Delîla, berhemên dest ên Atolyayê Şehîd Avyan Bûldan, bi wêne û tabloyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiya Kurdistanê, jinên şoreşger, cil û bergên netewî û berhemên çandî hatibû xemîlandin. Wêneyên ku ji aliyê jinên ciwan ên wargehê ve hatibûn çêkirin, reng dabû pêşengehê. Berhemên dest ên ji aliyê endamên Atolyaya Şehîd Avyan Bûldan ve hatibû çêkirin û berhemên dest ên kevnar jî ji aliyê mêvanan ve rastî eleqeyek hat.

Dengbêjiyên dayikan me bir dîrokê

Li aliyê dinê a parkê kon hatibû vedan û dayikên wargehê li hundir û derdorê konê rûniştîbûn. Li kêleka konê malên ku ji heriyê hatibûn çêkirin hebûn. Dayik hem di nava konê û him jî li ber deriya konê dengbêjî digotin. Dayikên ku li ber deriyê dengbêjî vedigotin, yek li ser piyan hêrî dirîsta, yek hêrî şêdikir, dayikek destar di dest de bû û du dayik jî danqût dikir û bivî awayî dengbêjiyên xwe vedigotin. Dayikek li her konê li ber dergûşek rûniştîbû û wek demên berê bi vegotina dengbêjan hewil dide pitîka xwe birazîne. Li pişt dayikên ku dengbêjî vedigotin de du dayikên ku ji bo mevanan nanê sêlê çêdikin bala min kişand. Dayikek nan vedikir, ya din jî nan sor dikir. Li kêla wan jî dayikek çay çêdikir û belav dikir. Dayika bi navê Eyşê jî li kêlek masaya xwe ya teşiyê danîbû û teşî dirîst. Mêvan jî li derdora wan dayikên dengbêj û nanpêj kombûbûn. Pêşengeh heta evarê ji bo gel vekiribû.

Heman rojê êvarê, li Saziya Malbatên Şehîdan sînevizyona têkildarî jiyan û kesayeta Şoreşger Bêrîtan hatibû amedekirin hate temaşekirin û ji bo bicîhanîna wesiyeta Şoreşger Bêrîtan ji aliyê dayikên wargehê ve helwa hate çêkirin û ji bo gel hate belavkirin.

Xwarinên Kurdî hat pêşandan

Roja 25’ê Cotmehê ango roja duyemîn a mîhrîcanê danê nîvro li Saziya Ciwanan xwarinên cur be cur ên Kurdî hate pêşkêşkirin. Nêzî 30 dayikên wargehê xwarinê kurdewarî yên aîdê herêm û gundê xwe çêkiribûn. Xwarinên cur be cur ên mîna kutîlk, biryanî, eprax, devîn, dan û mast, keledoş, Hilûse, Giro, hoşap, dims û dan, keşke, cûrên şîraniyan û hwd çêkirin. Her dayik bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî li ber xwarina ku bi destên xwe çêkirinê rawestiyabûn û xwarinên xwe belavî mevanan dikirin. Dayik dixwestin ku kesên hatine, hemû xwarinên hatine çêkirin tam bikin.

Mîhrîcan piştî nîvro bi şahiya ku li Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê hate li darxistin, bi dawî bû. Qada şahiyê ji aliyê komîteya amedekar a mîhrîcanê ve bi posterên şehîdên pêşeng yên Tevgera Azadiyê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK-KJK’ê hatibûn xemiladin. Destpêkê xwendekar û mamosteyên Mexmûrê û piştre jî gel herikî qada şahiyê. Piştî axaftina li ser wate û girîngiya rojê koma govendê ya bi navê Slavên Rojê ya jinên ciwan bi cil û bergên Kurdî derket ser dîkê û govenda xwe pêşkêşî gel kir. Piştre Hunermed Zahir Loran bi stranên coş da şahiyê.

Jinên ku bi xwarinên destê xwe çêkirinê beşdarî mîhrîcanê bûn û jina ciwan a ku beşdarî koma govendê bû, ji ajansa me re axivîn.

‘Em deyndarê hevala Bêrîtan in’

Helîm Şirnexî ya ji bo mîhrîcanê xwarin çêkir, diyar kir ku armanca wan bibîranîna şoreşger Bêrîtan e û wiha axivî: “Mîhrîcana me ji bo bibîranîna Şehîd Bêrîtan tê li dar xistin. Em jin girêdayî çanda hevala Bêrîtan in. Îro dayikên wargehê her yek cûrek xwarinên kevin ên aîdê herêma xwe çêkirine û beşdarbûne. Xwarinên Kurdewarî ji bo tendûristiya mirovan pir baş e. Armanca me ew e ku çanda me neyê ji bîr kirin. Divê em tucaran hevala Bêrîtan ji bîr nekin. Em deyndarê hevala Bêrîtan in. Rêhevala Bêrîtan jinek çalak û şoreşger bû. Hevala Bêrîtan li dijî îxanetê çalakiya xwe pêkanî. Em mîhrîcana xwe diyarî Rêber Apo û gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin.”

‘Ji bo me sembola jiyanê ye’

Şîrîn Avyanî ya beşdarî mîhrîcanê bûbû jî wiha axivî: “Em di serî de salvegera hevala Bêrîtan bibîrtînin. Em wek gelê wargehê mîhrîcana xwe diyarî Rêber Apo û şehîdên xwe dikin. Em wek jin bi ruhekî germ beşdarî mîhrîcanê dibin. Ji bo me her şehîdek felsefeya jiyanê ye. Em dixwazin tevahî jinên Kurd xwedî li mîreteya şehîd Bêrîtan derbikevin. Hevala Bêrîtan ji bo me sembola jiyanê ye.”

Fehîme Avyanî ya bi çêkirina xwarina xwe ya Kurdewarî beşdarî mîhrîcanê bû, diyar kir ku hertim beşdarî mîhrîcanê dibin û ji bo mîhrîcanê xwarinên kurdewarî çêdikin.

‘Dem dema serhildan û berxwedanê ye’

Şîlan Bîlen a yek ji jinên ciwan a di koma govendê ya bi navê Slavên Rojê de cih digre, bi van gotinan behsa mîhrîcanê kir: “Em destpêkê slavên xwe ji Rêbertî re dişînim û tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikin. Bila hemû kes baş bizane ku nikarin Rêber Apo û gelê Kurd ji hev qut bikin. Em ê wek jinên ciwan şoreşa ku şehîd Bêrîtan daye destpêkirin, bi serbilindî hilbigrin. Wek ku tê zanîn her du salan carekî li wargeha Mexmûrê mîhrîcana şehîd Bêrîtan tê li dar xistin û du rojan dom dike. Mîhrîcan di roja xwe ya duyemîn de bi şahiyek dawî dibe. Me wek jinên ciwan xwest bi govenda xwe bersivek bidin dijmîn. Em bang li tevahî Kurd û Kurdistanî dikin ku xwedî li Rêbertî derbikevin. Dem dema serhildan û berxwedanê ye.”