Jin Bi Hev Re Bi Hêz in: Em siyaseta qeyûman qebûl nakin

Jin Bi Hev Re Bi Hêz In, bertek nîşanî mudaxeleya polîsan a li dijî çalakiya ku dixwestin bi banga “Em ji govenda li Wanê re, ji Stenbolê tevlî dibin” da û wiha got: “Em siyaseta qeyûman qebûl nakin. Em ê xwedî mafên xwe derkevin.”

Navenda Nûçeyan – Polîsan mudaxeleyê jinên ku bi banga “Em ji govenda li Wanê re, ji Stenbolê tevlî dibin” ya Jin Bi Hev Re Bi Hêz In (Kadınlar Birlikte Güçlü - KBG) re li ber avahiya Sureyya Opera ya Stenbolê li hev civiyan, kir.

KBG’ê, bi rêya hesaba xwe ya X’ê bertek nîşanî mudaxeleya polîsan da û wiha got: “Em siyaseta qeyûman qebûl nakin. Ji Stenbolê heta Wanê ev berxwedan ya me ye. Kolan yên me ne, ev welat ya me ye. Em ê mafên xwe biparêzin. Divê demil dest kesên hatine binçavkirin, bên berdan!”

54 jin piştî karûbarên emniyetê hatin berdan

Jinên ku duh bi banga Bi Hev Re Bi Hêz In (KBG) re ji bo pîrozkirina berxwedana li dijî xespa hilbijartinê ya li Wanê derket holê, li ber vahaiya Sureyya Opera ya Kadikoya Stenbolê hatin cem hev, bi derpkirinê hatin binçavkirin. 54 jinên ku hatin binçavkirin, duh di saetên şev de piştî karûbarên emniyetê hatin berdan.