Jin bi dirûşma ‘Li ser şopa Jin Jiyan Azadî’ li Beyrûdê hatin ba hev

Li paytexta Lubnan Beyrûdê Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ya ezmûnên tevgerên jinan ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê bi dirûşma “Li ser şopa Jin Jiyan Azadî” dest pê kir û konferans pêşkêşî jinên Şengal û Efganistanê hat kirin.

Lubnan - Îro li paytexta Lubnan Beyrûdê Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ya ezmûnên tevgerên jinan ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê bi pêşengiya Komaleya Jinan a Jîn û Komeleya Newroz bi dirûşma “Li Ser Şopa: Jin Jiyan Azadî” bi beşdariya jinan ji 11 welatên Ereban û Efrîqayê, Tirkiye, Îran, her wiha şandeyek ji Şengalê û şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Jin bi cil û bergên çandî yên welatên xwe beşdar bûn. Wê di du rojên konferansê de der barê di sedsala 21’ê de destwerdana sîstema cîhanê li ser jinan, ezmûnên jinên Kurd ji bo rizgariya qeyranên herêmê guftûgo bê kirin. Bi taybetî der barê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seran jinan û bandora li ser bilindkirina asta têkoşînê lêhûrbûn tê kirin.

Konferans diyarî jinên Şengal û Efganistanê hat kirin

Di destpêka konferansê de hat destnîşankirin ku di sedsala 21’ê de jinên Şengal û Efganistanê ji aliyê bermahiyên desthilatdariya siyasî ya herî tundraw ve li bazarên koleyan hatine firotin, kuştin û aqubeta wan nediyar e û jin ji hemû qadan dûr hatine xistin. Ji bo wê jî vê konferansa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê diyarî jinên Şengal û Efganistanê hat kirin.

‘Em ê li dijî hemû hêzên ku azadiya jinên tune dikin bibin dengê berxwedanê’

Axaftina vekirinê ji aliyê seroka Rêxistina Parastina Mafên Jinan li Lubnanê D.r Aide Nesir ve hat kirin û wiha hat gotin: “Di dîrokê de jin rastî bêmafiya herî mezin hatine  û azadiya wan hatiye tunekirin, ji hemû qadên siyasî, civakî, aborî û zagonî jin hatin dûrxisti, lê belê ji bo vê jî têkoşîna jinan hebûn û karîn li welatan mafên zagonî, siyasî û aboriya xwe bi dest bixin û di hemû qadan de cihê xwe diyar bikin.”

‘Ev konferans nîşan dide ku nikarin pêşî li îradeya jinan bigrin’

Piştre cîgira serokê Komeleya Çand û Komelgeya Newroz a Lubnanê Henan Osman li ser navê komîteya amadekar a konferansê axivî û got: “Amadebûna we li vê derê diyar dike ku rêgirî li îradeya jinan nayê kirin. Li ruxmê hemû siyaset û kiryarên li hemberî jinan tên kirin. Lê belê şoreşa jinan, têkoşîn û îradeya jinan berdewam dike û di her kombûnekê de jin balê dikşînin ser yekitiya jinan ku havênê aştî û azadiyê ne li hemû herêm û di nava her civakê de. Weke komîteya amadekar, me biryar daye ku em konferansa xwe di meha Tebaxê de li dar bixin, ji ber tenê ji bo ne mehek e, weke meha komkujiya li dijî jinan e. Ji ber ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de jinên Şengal û Êzidî ji aliyên çeteyên DAIŞ’ê ve rastî komkujiyê hatin û bi hezaran jin û zarok hatin kuştin û 87 gorên komî li Şengalê hene. Zêdetirî 7 hezar jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Her wiha di 15’ê Tebaxa 2021’ê de welatê Efganistanê radestî Talîbanê hat kirin, ji derveyî koçberbûnê, heta niha jî jin ji mafên xwendin û karkirin û azadiyê hatine bêparhiştin. Em jî vê konferansê di meha Tebaxê de li dar dixin da ku bibin bersiv ji bo hemû komkujiyên li ser jinan hatine pêkanîn û pêşkêşî jinên Şengal û Efganistanê dikin û dibêjin em li gel we ne û em ê li gel we rawestin, dengê têkoşîn, hêz û çalakiyên xwe bikin dengê berxwedanê û pêşî li her hêza ku dixwaze azadiya jinan tune bike bigrin.”

Dê konferans bi penalan du rojan berdewam bike

Cîgira Seroka Komeleya Jinan a Jîn, Buşra Elî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di konferansa jinan a herêmê de ku îro roja Înê 18’ê Tebaxê dest pê kir û heta sibê wê berdewam bike, wê gelek tecrubeyên ku ji bo derketina jinan ji qeyranan pêşniyar dikin û pirsgirêkên ku ew rû bi rû ne werin nîqaşkirin. Buşra Elî wiha got:

“Di konferansê de wê rewşa jinên Kurd a di bûyerên tundiya sîstematîk a dewleta Tirk a ku bi hemû amûrên xwe yên çewisandinê curbecur şîdetê pêk tîne, ronî bike. Konferans dê li ser koçberkirina bi darê zorê û wêrankirina Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku herî zêde jin di nav wan de bûn, binirxîne. Konferans wê bi sê panelan du rojan berdewam bike. Tê payîn ku di dawiya roja duyemîn de bi daxuyaniyeke girtinê bi dawî bibe û di dawiya konferansê de jî pêşniyarên şermezarkirina her cure tundiya dualî ya li herêmê li dijî jinan werin kirin.