Ji Zeyneb Celaliyan li dijî cezayên darvekirinê bang
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di peyama xwe ya dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî de got “Siya xerab a cezayê darvekirinê, xwe avêtiye ser bajar û welatê me” û bang kir.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê da. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Yezîd têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî nameyek parve kir.
Zeyneb Celaliyan bang li hemû jinên cîhanê, azadîxwazên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û her kesên ku nikarin piştgiriyê bidin cezayê darvekirinê kir ku hemberî cezayên darvekirinê yên xwişk û birayên xwe bêdeng nemînin.
Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de ev tişt got:
“We çawa kariye evîna dayikan, hezkirina bavan û hezkirina ji gelê xwe re paşguh bikin? Ji bo çi feydeyê? We wijdan û mirovatiya xwe bi çi firot? We bi çi nirxê mafên kesên din ên jiyan û nefesê guhert, hûn van hemû xewnan bi çi nirxî dişkînin? Hûn çawa dikarin bi hêsanî ciwanên welatê xwe mexdûr bikin? Xweperestiya we gihîştiye wê astê ku yekane tişta ku we razî dike, cezayê darvekirinê yê kesên dine.
Hûn kesên ku dest dane bi xwîna kesên din, em dizanin ku tu kes, heta hûn jî, heq nakin ku mafê jiyanê ji dest bidin. Dema we pênûsa xwe hilda we çawa karîbû cezayê darvekirinê bidin Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û birayên me? Ma jiyana mirovan ji we re ewqas bêqîmet bûye? Li ser kîjan xeletiyê, çi gunehî, li ser esasê kîjan mafên mirovan?
Dixwazin me bişînin qurbanîgehek ku tê de werîsek nîv stûr ji porê dayikên bi birîn ên qurbaniyên te tê birîn. Çi we aniye vê newala tarî? Ez lêborîna xwe ji we dixwazim, ji we yên ku hemû prensîbên mirovahiyê lê hatî binpê kirin û hemû pirên li pişt we hilweşandin. Ey êşkencekar û hakimên neheq!
Li gel van neheqiyên ku we li me kirine jî, bizanibin ku ez li pey tolhildana xwe nagerim. Min heqê xwe efû kir û ezê we jî efû bikim. Ev jî ferqa min û we ye.
Bang: Bêdeng nemînin
Pir xemgînim ku duh ji bo cezayê darvekirinê yên li ser min û hevalên me bi pênusa xwe nivîsîbû, îro jî bi xwe bi cezayê darvekirinê hatî mehkûmkirin.
Bîra bajarekê dikim ku xelata mirovatiyê yan şermezariye yan jî mirine li gor biryara serdestan. Bîra xakekê dikim ku gelê wê ji mafê azadî, fikir û mafê jiyanê bê par hatiye hiştin. Ez xemgîn dibim dema ku em dereng telefonî dayika xwe dikin û ew bi bêbawerî dipirsin; ‘Keça/kurê min tu yî?’ Ji ber ku siya xerab a darvekirinê, siya xwe avêtiye ser bajar û welatê me.
Ez cezayê darvekirinê ji dil şermezar dikim. Ez bang li hemû jinên cîhanê, azadîxwazên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û her kesên ku nikarin piştgiriyê bidin cezayê darvekirinê dikim. Li hemberî cezayên darvekirinê yên xwişk û birayên xwe bêdeng nemînin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2008’an de li Kirmaşan hat binçavkirin û bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî Xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê girtîgehê yê heta hetayî.