Ji zêdetirî 100 kovarên bijîjkî banga bêçekkirina nukleerî

Gotarên hevbeş di zêdetirî 100 kovarên bijîjkî de hatin weşandin da ku balê bikşînin ser xetera karesata nukleerî ya li cîhanê. Di gotarê de bang li welatên xwedî çekên nukleerî hat kirin ku cebilxaneyên xwe yên nukleerî tune bikin.

Navenda Nûçeyan - Zêdeyî 100 kovarên bijîjkî ku di nav wan de kovarên bijîjkî yên bi prestîj ên wekî British Medical Journal, Lancet, JAMA, New England Journal of Medicine jî hene gotarek hevbeş weşandin. Di gotara ku di hejmarên meha Tebaxê de hat weşandin û bi îmzeya 12 edîtoran hat weşandin, hat destnîşankirin ku xetera karesata nukleerî ya li cîhanê her ku diçe zêde dibe û bal kişand ser mezinahiya wê.

Wê jiyana 2 milyar mirovan bixe xeterê

Di gotarê de bang li dewletan hat kirin da ku çekên nukleerî îmha bikin û wiha hat gotin: "Welatên xwedî çekên nukleerî beriya ku me tine bikin divê cebilxaneyên xwe yên nukleerî tune bikin." Di gotarê de tê gotin ku bikaranîna çekan wê ji bo mirovahiyê bibe felaketek, hat destnîşankirin ku şerekî nukleerî yê "sînordar" jî ku tê de ji 13 hezar çekên nukleer ên li cîhanê tenê 250 heb wê bibe sedema şer, mirina 120 mîlyon mirovî û bi têkbirina hevsengiya avhewaya gerdûnî, qirêjiya nukleerî û dê jiyana nêzî 2 milyar mirovan bixe xeterê.