Ji YRJ li dijî êrişan bang: Helwestek zelal nîşan bidin
Yekîtiya Ragihandina Jinê YRJ bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li hember gelê sivîl û rojnamevanên li Tişrînê û bang li saziyên navnetewî kir ku li hember van êrişan helwesta xwe nîşan bidin.
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) daxuyaniyek nivîskî da û balkişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî çalakvan û rojnamegerên li Bendava Tişrînê.
YRJ’ê wiha got: “Gelek rojnemevanan jî berê xwe dan Bendava Tişrînê da ku berxwedana dîrokî û êrişên hovane yên dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Ev demeke dirêj e li derdora Bendava Tişrînê şerekî dijwar heye. Dewleta Tirk bi rêbazên der mirovî êrişên xwe didomîne. Bi awayekî eşkere pîvan û zagonên navnetewî binpê dike û li hemberî mirovahiyê sûcê şer dike. Rasterast, ax, welat, hebûn û nirxên civakên Bakûr û Rojhilatê Suriyê hedef digire. Dixwaze hemû çavkaniyên debara gel û binesaziya herêmê li gel însanên ku di nav de jiyan dikin, bi awayekî hovane ji holê rake.”
‘Rojnamevan dîsa rastî êrişan hatin’
YRJ’ê balkişand ser çalakiya nobetê ya li Tişrînê û wiha got: “Li hemberî êrişan berxwedanek mezin jî tê meşandin. Her wiha gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyê li dijî êrişên li ser nirxên wan li Bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê didomînin. Ji bo şopandina vê berxwedanê û belgekirina tewanên şer, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema rewşa herêmê dişopandin ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker ve roja 19’yê Kanûna 2024’an bi zanebûn hatibûn hedef girtin û şehîdxistin. Li heman cihî, ji wê rojê heta niha li hemberî gel û rojnamevanan bênavber êrişên dijwar didomin.”
‘Di êrişa dawî de 3 rojnamevan birîndar bûn’
YRJ’ê bi bîr xist ku herî dawî di 16’ê Çileya 2025’an di saetên piştî nivro de rojnamevanên ku çalakiyên gel ên li Bendava Tişrînê dişopandin, careke din rastî êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatine li kêleka gelê ku li bendavê ye. YRJ’ê da zanîn ku di encama êrişê de 3 hevalên wan ên rojnamevan jî di nav de bi dehan kes birîndar bûne û wiha berdewam kir: “Welatiyek jî şehîd bû. Di êrişê de nûçegîhana Ronahî TV Leyla Ebdê, rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar Elîşêr birîndar bûn.”
‘Êriş binpêkirina yasayên navnetewî ye’
YRJ’ê destnîşan kir ku li hemberî van êrişan cîhan kerr û lal bûye û wiha pê de çû: “Bêdengiya heyî, rê dide ku her kêlî êriş zêdetir bibin. Ya pêwîst ew e ku li hemberî van êrişan helwestek zelal bê nîşandan da ku dewleta Tirk li gorî zagonên navnetewî bê darizandin. Lewre li gorî danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hevpeymana Cenevreyê, êrişên dewleta Tirk bi eşkereyî, binpêkirin û sûc e. Hovitiya heyî ti qanûn û mafên mirovan nas nake. Bi hemû rêbazên qirêj û dermirovî li peşberî hemû cîhanê rojnemevan tên tehdîtkirin û qetilkirin. Weke YRJ’ê em van êrişan bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku ji bo ragihandina rastiyan em ê tu car li hemberî van êrişan gav paş ve nevêjin. Li kêleka gelê xwe û jinan ji bo ragihandina heqîqetê û doz gel a mafdar em ê mil bi mil têkoşîna xwe dewam bikin.”
‘Banga li saziyên navnetewî’
YRJ’ê da zanîn ku wek rojnemevanên jin bi bilindkirina têkoşînê, ew ê şopandina rêya hevalên xwe û rêya heqîqetê bidomînin. Di daxuyaniya YRJ’ê de bang li saziyên navnetewî hat kirin û wiha hat gotin: “Li ser vî esasî em hemû hevalên xwe yên ku di oxira vê heqîqetê de şehîd ketine bibîr tînin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em bang li sazî û dezghên rojnamevanên Kurdistanî, herêmî û navnetewî dikin ku li hemberî van kiryarên hovane û sucên şer ên li hemberê hevalên me yên rojnamevan bi awayeke sîstematîk pêk tên, bêdeng nemînin û li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê xwedî helwesteke xurt bin.”