Ji bo xwedî derketina li doza ku Afrîkaya Başûr li dijî Îsraîlê vekir jinan bang kir

Jinên Yemenê, banga xwedîderketina doza ku Afrîkaya Başûr der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî vekirin, kirin.

RANÎA ABDULLAH

Yemen- Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Zîvala Xezayê berdewam dikin de, jin û zarok jî di nav de bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran sivîl jî birîndar bûn. Jinên Yemenê ku bêdengiya navneteweyî şermezar kirin, der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

'Polîtîkayên qirkirinê tên meşandin'

Xwendekara Fakulteya Hunerê ya bajara Taîzê yê Yemenê Lara Walîd, wiha got: “Li ser êrîşên li dijî Xezayê hatin destpêkirin, zêdetirî 3 meh dem derbas bû. Ji ber ku bertekên li dijî Îsraîlê têrker nînin, li Zîvala Xezayê sivîl tên qetilkirin, polîtîkayên qirkirinê tên meşandin, binesaziya bajêr û avahiyên xizmeta bingehîn tên wêrankirin. Divê em dengê xwe bidin dengê Afrîkaya Başûr ku ji bo Îsraîl ji sûc û binpêkirinan li dijî gelê Filistînê pêktîne berpirsyar bê girtîn, li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî doz vekir.”

'Civaka navneteweyî û herêmî bêdeng e'

Endama Lijneya Rêveber a Sendîkaya Rojnamegerên Yemenê Sarah Al-Arîqî, diyar kir ku li Xezayê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin û wiha got: “Binpêkirin li ber çavê civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî tên kirin. Hemû avahî bi ser sivîlan de hilweşiyan. Îsraîlê, di şert û mercên tirsnak ên navneteweyî û herêmî de cudahiya mêr, jin û zarokan nake. Gelo dengê Neteweyên Yekbûyî ku her dem pesnê mafên mirovan dide li ku ye û çima em îro dibînin li hember tiştên li Xezayê diqewimin bêalî dimîne? Şerê li Xezayê beriya her tiştî şerekî siyonîst e ku Îsraîl dixwaze misilmanan ji holê rake. Êrîşa ku di 7'ê Cotmehê de dest pê kirin, li dijî Filistînê ne êrîşa ewil e. Ji ber ku civaka navneteweyî û herêmî bêdeng dimîne, me dît ku dehan sal in gelê Filistînê rastî binpêkirinên herî hovane yên dijî mirovahiyê tên.

'Divê Îsraîl berpirsyar bê girtin’

Sarah Al-Ariqî, derbarê doza ku Afrîkaya Başûr li Dîwana Edaletê ya Navnetewî vekir de jî axivî û wiha got: “Ji bo şikandina bêdengiya kûrewî ya li hember sûcên qirkirinê yên dagirkerên Îsraîlê yên li dijî Xezayê û dawî -anîna van êrîşan girtina tedbîrên gavek erênî ye. Divê ji sûcên Xezayê Îsraîl berpirsyar bê dîtin. Em bang li hemû welatan dikin ku li gel dewleta Afrîkaya Başûr  ku doza li dijî vê siyonîst vekiriye serbixe û binpêkirinan eşkere bike. Em dixwazin wijdanê cîhanê carekî hişyar be.”

'Divê em dengê xwe bikin yek'

Aktîvîsta civakî Nura Hujaîra jî wiha got: "Tiştên li Xezayê diqewimin sûcên qirkirinê ye û qetilkirina sivîlên bêparastin e. Ez dayikek im û ditirsim zarokên min zirarê bibînin. Lewre ez ji bo dayikên li Xezayê xemgîn im. Rêxistinên navneteweyî, ji bo pêşîgirtina van binpêkirinên hovane yên li dijî sivîlên bêguneh tu gavek neavêt. Dadgeha Navneteweyî, ji 7’ê Cotmehê vir ve ku êrîşên li ser Xezayê dest pê kir, ji bo dagirkeriya Îsraîlê sûcdar neke delîlan kom dike û wext xerc dike. Ez hêvî dikim welatên din jî di riya şopa Afrîkaya Başûr de biçin û em ji bo dawîanîna binpêkirinên li ser gelê Filistînê dengên xwe bikin yek.”

‘Fîlîstînî ji ber ku dev ji axa xwe bernadin rastî zilmê tên’

Sarah Al-Aghbarî jî wiha  axivî: "Pirsgirêka Filistînê mijareke mirovî ye ku divê hemû kes di vê mijarê de bi hev re bin. Li Xezayê û bi gelemperî li Filistînê sivîl ji ber ku dev ji axa xwe bernadin rastî zilm û bêedaletiyê tên. Dibe ku mehên borî ji bo me kurt bûn lê ji bo gelê Xezayê tirs, fikar, windabûn, dorpêç, bêdermanî û xizanî dijîn demek dirêj e. Ya ku rewşa zêdetir girantir dike bêdengiya civakên herêmî û ya navneteweyî ya li dijî dozên civakê ye.”