Ji Yekîtiya Mafên Jinan a Mexribê piştgiriya jinên Îranî

Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan a Mexribê, bang li rêxistinên jinan ên navneteweyî û parêzvanên mafên jinan kir û xwest piştgiriyê bidin jinên Îranê.

Mexrib – Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan a Mexribê, daxuyaniyek ku qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dike weşand û diyar kir ku serhildanên jinan ya li Îranê serhildanek li dijî bêedaletiyê ye.

Mîrateya berxwedanê ya jinan berdewam dike

Federasyona qetilkirina Jîna Mehsa Emînî şermezar kir û wiha got: “Jinan li çalakiyan daxwaza azadî, wekhevî, azadiya hilbijartin û sererastkirina cil û bergan jî di nav de azadiyên takekesî kirin. Tevgerên jinan ên kûrewî di tevahiya dîrokê de li dijî neheqî û zilmê berxwedanek pêşkeş kirin. Jinên li Îranê jî bi berxwedayîna li qadan bûn domderên vê mîrateyê.”

Banga piştevaniyê

Federasyona ku di cîhanê de beşek ji tevgera jinan e, diyar kir ku bi jinên Îranê re di nava piştevaniyê de ne û xwest dorpêça li Îranê bidawî bibe û hêmanên cudahî, tundî û wesayetê bên rakirin. Her wiha federasyonê rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan vexwend nava piştevaniyê.