Ji Xwişkên Mirabel heta Jîna, Zeynep û Nagîhanan

Bersiva jinan li dijî tundiya zilamê serdest bilindkirina şoreşa Jin-Jiyan-Azadî ye!

Akademiya Jineolojî

Tundiya zilamê serdest bûye çavkaniya tevahiya qeyranên kûr ên mirovahiyê. Mêtîngeriya hişmendî û pergala baviksalar a ku li ser jinê hatiye ferz kirin, bingeha tevahiya cureyên qirkirinê ye yên heta roja îro li ser jin, ax, xweza, civak û gelan tên meşandine. Lê belê ezmûnên dîrokî yên têkoşîna azadiya jinan û rabûnên şoreşgerî yên jinan di destpêka sedsala 21'an de israra jinê di gihandina jiyaneke bi rûmet û azad de bi israr in. 

Xwişkên Mirabal - Patria, Minerva û María Teresa – dibin yek ji mînakên pêşengtî û israra jinê di doza rizgariya jin û civakê de. Wan di salên 1950'an de tevlî têkoşîna 'Tevgera 14ê Hezîranê' li dijî dîktatoriya faşîst a Trujillo li Komara Domînîkî bûn. Wekî têkoşerên azadiyê ew bi nasnavê Las mariposas, yanî Perperokan ji aliyê gel ve dihatin nasîn û hezkirin. Wan tevî hevreyên xwe hewldidan civakê hişyar bikin û bi rêxistin bikin da ku tirs û bêdengiya li hemberî zext û kedxwarî, êşkence û kuştinên siyasî bişikînin. Herçiqas Xwişkên Mirabal ji aliyê leşkerên Trujillo hatin girtin, wan li bin êşkence û tecawûzên leşkeran gavek paşve neavêtin, ti carî xiyanet qabûl nekirin. Di encama hevgirtin û zextên navneteweyî de hatin berdan. Vîna berxwedanê û wêrekiya Perperokan hem baweriyê da gel hem jî rejîma faşîst tirsand. Lewma dîktator Trujillo di 25ê Mijdara 1960'an de fermana revandin û kuştina Patria, Minerva û María Teresa da. Lê belê şehadeta Xwişkên Mirabell di dawiyê de bû sedema vêxistina çirûsa serhildana gel a ku di Gulana 1961'an de bi kuştina Trujillo gihand lûtkeya xwe. Bi ruxandina dîktatoriya faşist a ku 31 sal bi piştgiriya DYE qirkirinên hovane li ser gel û jinan meşandibû, gelê Komara Domînîk tola Xwişkên Mirabel û 30 hezar şehîdên xwe hilda. Tevgerên jin li Amerika ya Latîn û cîhanê jî li xwedî bîranîna ked û têkoşîna van jinên pêşeng derketine û roja 25’ê Mijdarê wekî Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Hemû Cureyên Tundiya Li Ser Jinê îlan kirine.

Piştî şehadeta Xwişkên Mirabal berxwedan û serhildanên jinê li hemberî rejîmên faşîst û hemû cureyên tundiyê yên serdestiya zilam di asta cîhanê de tu car kêm nebûn û hê jî berdewam dikin. Bi taybet jî di ronahiya şoreşa Kurdistanê de ji salên 1990'ê ve rûpelên nû di dîroka têkoşîna azadiya jinan de hatine nivîsandin.

Li ser bingeha nirxandin û perspektîfên Rêber APO, yekem car di dîrokê de têgeh, felsefe û bernameya şoreşa jinê wekî bingeha azadiya welat û civakê hatiye pêşxistin.

'Di dîroka gelê me de peyva jiyan û jinê yek e. Lê a niha em dibînin ku bûne du peyvên dijberî hev. Em dixwazin vê ferqa di navbera wan de ji holê rakin. Em êdî jin û jiyanê dîsa dikin yek. Ev pêşveçûneke mezin e. [...] Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandinê ye. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje.'

Bi ronîkirina nasnameya jinê wekî pêşenga şoreşa neolîtîk û avakêra jiyan û civaka komînal ve; bi diyarkirina Bîrdoziya Rizgariya Jinê wekî rêgezên têkoşîn û jiyanê ve; bi rave kirina hevpeymana civakî ya jinê wekî pêngava ji nû ve sazkirina têkiliyên jiyana jin û civakê ve; bi pêşnîyara jineolojî wekî zanista azadiya jin û civakê ve Rêber APO çarçoveya teorîk û zêhnî ya şoreşa jinê hûnand. Cewherê vê yeke Rêber APO wekî formula sêhr a Jin - Jiyan - Azadî bi nav kiriye. Ev formula sêhr di avakirina artêşa jinê û Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê de, bi rêxistinkirina pergala konfederal a jinan di neteweya demokratîk de û di serkeftinên Şoreşa Rojava de gihand bedena xwe. Di destpêka sedsala 21'em de dirûşmeya Jin – Jiyan – Azadî di serî de di çalakî û meşên jinên Kurdistanê de bilind bûye. Ev dirûşme ne tenê bûye nîşana berxwedana jinan li dijî pergala desthilatdar a mêr, lê di heman demê de nîşaneya ji nû ve zindîbûyîna hêviyên jiyana azad e.

Ev rastî di serhildanên Jin-Jiyan-Azadî yên ku di Îlona 2022’an de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirin û li seranserê cîhanê belavbûne dengvedaye. 62 sal piştî qetilkirina Xwişkên Mirabel cardin cînayeteke ku bi destê dewleta zayendperest hatiye pêkanîn bûye çirûska serhildanên gel li dijî pergala desthilatdar.

Jîna Emînî, jineke ciwan bi temena 22 salî ji bajarê xwe Saqizê yê Rojhilatê Kurdistanê çûbû paytexta İranê. Li vir bi hinceta ku ‘hîcaba wê sererast nîne, porê wê xuya dikin’ rastî gef û tundiya "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê hat û tê girtin. Di encama darb û êşkenceyên polîsên rejîma Îranê de Jîna Emînî di 19ê Îlona 2022’an de jiyana xwe ji dest da.

Hêrsa jinan a li hemberî qetilkirina Jîna Emînî bûye çirûska serhildanên gel bi pêşengiya jinan. Ji bajarê Seqizê xwepeşandanên bi dirûşmeyên 'Jin-Jiyan-Azadî' û 'Em ê dîktator hilweşînin û tola Jîna bistînin' belavê hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûne. Jin û mêrên Kurd, Fars, Belucî, Azerî û ji hemû pêkhateyên Îranê bi helwest û dirûşmeyên xwe dane xuya kirin ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye. Ew bi bawerin ku hilweşandina pergala dîktatoriya zilam wê bi têkoşîna hevbeş ji bo azadiya jinê û demokrasî pêkwere. Rixmê êrîşên dijwar ên hêzên dewletê li dijî gel, tevî şehadet, birîndar û girtiyan raperînên jin û gelên Îranê didomînin. Jin û civakê tirsa xwe şikandin. Serhildanên Jin-Jiyan-Azadî rewşeke nû ya dîrokî ji bo belavkirina şoreşa jinan di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de avakiriye. Jin dengê xwe ji bo parastina jiyanê, ji bo gihandina azadiya jin û civakê li çar aliyên cîhanê bi çalakiyên dewlemend her diçe bilindtir dikin.

Wekî dîktatorê faşist Trujillo ji vîn û hêza berxwedanê ya Xwişkên Mirabal tirsiya bû, îroj jî vîn û hêza têkoşîna jinên şoreşger dîktatorên faşîst û hêzên desthilatdar ditirsînin. Lewma pergala zilam-dewletê fermana 'di serî de jinan bikujin!' a îstixbarata CIA di sedsala 20'an de dabû, cardin li dijî jinên şoreşger bi rêbazên nûjen xist meriyetê. Ev yek bi taybet di êrîşên dewleta faşîst a Tirkiyê û komên wê yên çete li dijî Şoreşa Rojava de derdikeve holê. 

Zeynep Saroxan bi erkê şoreşê rabû

Destkeftiyên 10 salan yên Şoreşa Rojava ya ku wekî Şoreşa Jinan li ser hîmên paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojik û azadîxwaza jinê dengvedaye hêviyên jiyana azad ên civak, tevgerên azadîxwaz, jinên Kurdistanê û cîhanê ji nû ve zindî kiriye. Beramberî vê yeke hêzên hegemon, dîktatorên dewleta Tirk û Sûriyeyê bi şerên dagirkeriyê û siyasetên qirkirinê li ser jin û civakê hewl didin serweriya xwe ji nû ve misoger bikin. Li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spiyê li bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê qirkirineke sîstematîk li ser jinan tê meşandin. Bi armanca şikandina vîna jinê, zilamên dagirker rojane jinan dikujin, direvînin, tecawuz û êşkence dikin. Di heman demê de pêşengên şoreşa jinê li herêmên Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên armanc girtin.

Jinên wekî Gule Selmo, Hevrîn Xelef, dayîka Aqîde, Zehra, Hebûn, Emîne, Nûjiyan, Rojîn, Viyan, Hind, Sade, Sosin û Jiyan'an nasnameya jina azad di Şoreşa Rojava de avakirine êrîşên bijartî û teknolojiya nûjen a NATO'yê hatine qetilkirin. Yek ji van jinên pêşeng jî Zeyneb Saroxan e ya ku di 27ê Îlona 2022'an bi riya balafireke keşfê ya bêmirov a artêşa Tirk hatiye şehîdxistin.

Zeyneb Saroxan ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi bîrûbawerî, bi ked û fedakariyeke mezin cihê xwe di têkoşîna azadiya jinê û avakirina pergala Xweseriya Demokratîk de girtiye. Bi hezkirin, hevaltî û hesta edaletê ya jinê ew bi hemû erkên şoreşê rabû. Wê berpirsyariyên xwe wekî Hevseroka Desteya Jin ya Kantone Cizîrê û dawî de wekî Hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser bi rengekî serkeftî pêk aniye. Di Hezîrana 2021'an de Zenêb Saroxan di hevpeyvîneke bi rojnameya Newaya Jin re pevajoya şoreşa jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand:

''Jinan dîrok şîrove kir. Ji şoreşên berê sûd wergirtin. Li gorî xwezaya Rojhilata Navîn gav avêtin nav hêzên leşkerî. Lewra dizanîbûn ku ji bo mafên siyasî bi dest bixin divê hêza wan a leşkerî jî hebe. Di heman demê de tevlî hemû qadên civakê yên siyasî, aborî, civakî û çandî bûn. Ji ber vê yekê şoreş bi navê jinê hate naskirin. Jinê bi têkoşîn û berxwedanek bê hempa têgihîştinên koletiyê nas kir, xwe ji metirsiya wan parast. Ji bo pêşerojê rewşa heyî baş nirxand û hebûna xwe parast. Lê divê têkoşîna hebûna jin jî mîna têkoşîna azadiya gelê kurd domdar be. Gava yekemîn hebûna xwe îspat kiribûn bû û divê têkoşîna azadiyê domdar bike.

Ji bo xeteriyên ji holê bên rakirin ji alîkî ve divê şerê dijmin bê kirin, ji alîkî din ve jî li dijî hişmendiya kevneperest a civakê têkoşîn bê meşadin. Ev têkoşîn bi taybetî ji bo parastina rewa ya jinan û bidestxistina mafên xwe yên xwezayî, avakirina hevsengiya di navbera zayendan de gelekî girînge.''

Lêgerîn, lêkolîn û lêpirsînên wê tucar nesekînin

Tenê hefteyek piştî oxirkirina jina têkoşer Zeyneb, bi sonda tolhildanê û dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' di 4‘ê Cotmeha 2022'an de careke din jineke pêşeng a şoreşa Kurdistanê û têkoşîna azadiya jinan ji aliyê hêzên tarî yên dewleta Tirk ve hat armancgirtin. Ew Nagîhan Akarsel bû.

Jiyana wê ya şoreşgertiyê di salên 1990'î de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kiriye, dema di Zanîngeha Gazî ya Enqereyê de beşa ragihandinê dixwend. Wekî jineke Kurd wê bersiva lêgerînên xwe yên heqîqat, evîn û azadiyê di rastiya Rêber Apo de, di têkoşîn û jiyana Tevgera Azadiyê de didît. Felsefe û nirxandinên Rêber Apo ji bo Nagîhan dibûn çavkaniya bingehîn a hêz û îlhamê di tevahî xebatên xwe de, di meyzandina xwe ya jiyanê û têkoşînê de. Rixmê ku di sala 2001'an de ji aliye rejîma faşist li Tirkiyê hat girtin û 6 sal wekî girtiyeke siyasî di zindanê de dîlgirtî mabû, kelecana wê ya şoreşger tucar kêm nebûye. Herçiqas wê ji kolektîf kar kirin bi ruhê hevaltî hezdikir, ewqas jî wê xwe ji bo pêşxistina fikir û projeyên nû xwe berpirsyar didît.

Piştî ku hevala Nagîhan ji zindanê derket wê di serî de di xebatên ragihandinê û damezrandina yekemîn Ajansa Nûçeyan ya Jinan (JINHA) de wekî avaker, pêşeng, nivîskar û kedkar cihê xwe digirt. Bi lêhûrbûn û lêkolînên xwe li ser ziman û rastiya jinan ew di afirandina şêwazeke nû ya ragihandinê bi nêrîna jinan de bûye xwedî ked û biryar. Wê xwe digihand jinên ji tevahiya beşên civakê da ku ew bikarin deng û rengên xwe îfade bikin. Bi vî rengî wê torên hevgirtin û hevaltiya jinan avakiriye û domdar kiriye. Heman xuluqkarî hevala Nagîhan di avakirina xebatên Jineolojî de jî raber kiriye.

Lêgerîn, lêkolîn û lêpirsînên wê tucar nesekînin. Bi taybet ji sala 2015'an û şûnve Nagîhan bi dilxwazî, coş û hezkirineke mezin xwe berpirsyar didît ku Jineolojî wekî têgeh pênase bike, wekî teorî û rêbaz jiyanî bike, wekî sazîbûyîneke nujên avabike û domdar bike. Tevî keda hevala Nagîhan, Jineolojî wekî zanista jin û jiyanê hem di civaka Kurdistanê de hem jî di nav jinên azadixwaz ên cîhanê de hatiye naskirin. Di encama xebatên perwerdê û lêkolînên sosyolojîk yên ku hevala Nagîhan li herêmên Şengal, Rojava û Başurê Kurdîstanê meşandiye de gelek jin rastiya xwe ji nû ve naskirine û xwebaweriyeke nû qezenc kirine.

Ji sala 2019'an ve tevî xebatên perwerdê û lêkolînên wê li ser çanda berxwedaniya jinên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, hevala Nagîhan bi taybet li Silêmaniyê xebatên Akademiya Jineolojiyê meşandiye. Bi pêşengtî û keda wê, jineolojî nasnameya xwe wekî zanista şoreşa jinan, zanista hevjiyana azad û zanista moderniteya derxistiye holê. Rojane em dibînin li cihên ku rastiya jiyan û şoreşa jinan bi têgihîna zanista jinan  têkildar dibe, zanist û têkoşîna azadiya jinan hevdu xurt dikin, pêşketinên ber bi çav derdikevin holê. Ev sînerjî, ya ku em wekî 'jinerjî' jî pênase dikin, çêbûnên nû yên civakî diafirîne. Ev hêz ew hêza jinan ye ya pergala desthilatdar jê ditirse. Ji ber ku ev hêz destnîşan dike ku jiyaneke din û civakeke azad pêkan in. Lewma armancgirtina hevala Nagîhan di rojên serhildana Jin-Jiyan-Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ber bi şoreşa jinan ve pêşve diçe ne tesadûf e. Yek ji tirsên herî mezin yên pergala desthilatdar pevgihîna serhildanên Jin-Jiyan-Azadî û zanînên jineolojiyê ye. Bi qetilkirina pêşenga Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hêzên faşîst dixwest li pêşiya belavbûna zanista şoreşa jinan wekî stûna sazkirina pergaleke demokratîk a xwerêveberina civakê, bigirin.

Lê belê çawa qetilkirina Xwîşkên Mirabal bûye destpêka dawiya dîktatoriya Trujillo, rabûnên civakî yên bi pêşengtiya jinan ji Serqiz, Qamişlo û Silêmaniyê wekî bersiva şehadetên Jîna, Zenêb û Nagîhan'an jinên li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê belavbûne diyar dikin ku dawiya dîktatoriya Erdoxanê û pergala tundrew a desthilatdariya zilam jî nêz e. Bi formula bi efsûn Jin-Jiyan-Azadî, bi xurtkirina jineolojiyê wekî zanista şoreşa jinê, bi ruh û têkoşîneke hevbeş a jinên Rojhilata Navîn û cîhanê em ê tola hemû şehîdên azadiyê hilînin.

Pêşxistina yekîtî û hevaltiya jinê; bi hêzkirina zanîn, rêxistinbûn û xweparastina jinê li dijî hemû cureyên tundiyê; perwerdeyên ji bo avakirina ferd, civak û siberojeke azad a zarokan; birêxistinkirina aboriya komînal a jinê ji bo bi dawî kirina kedxwarî û tundiya li dijî jinên kedkar wê bibin çend ji kevirên bingehîn ji bo avakirina jiyaneke azad û konfederalîzma demokratîk a jinên cîhanê.