Ji xwendekarên Mexmûrê bang: CPT berpirsiyar e

Xwendekar û mamosteyên Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bi dawî kirin bi daxuyaniyek raporek pêşkêşî CPT kirin.

Mexmûr - Ji aliyê xwendekar û mamosteyên peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya wargeha penaberan a Mexmûrê ve ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bi dawî kirin bi daxuyaniyek raporek pêşkêşî CPT kirin.

Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevayî pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê xwendekara peymangehê Şîlan Bîlen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di kesayeta Rêber Apo de netewek tê tecrîdkirin. Weke tê zanîn Rêber Apo di encama komployek navdewletî de hat girtin û radestî dewleta Tirk ya faşîst hatiye kirin. Ev 25 sal in dibin îşkence û hemû bê hiqûqiyan de di girava Îmralî de tê girtin. Ev rewş Rêber Apo rûbirûyê hemû bê dadiyê dike, ji tu mafek xwe sûd wernagire. Ev 33 meh in ne parêzer, malbat û ne ji saziyên din tu agahî ji Rêber Apo ne girtine û em ji tenduristiya Rêber Apo bi gumanin.”

‘Ev bê hiqûqî di tu demên dîroka mirovahiyê de ne hatiye dîtin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li ser mirovahiyê tê meşandin û wiha hat gotin: “Weke xwendekarên peymangeha Şehîd Kerîm Kato ku li wargeha penaberan ya Mexmûrê jiyan dikin Rêber Apo vîn û hebûna xwe dibînin. Weke ciwanên penaber azadiya me, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Daxwaza me ew e ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Tecrîda ku îro li ser Rêber Apo tê meşandin bandor li hemû civaka Kurd kiriye. Heman tecrîd li beramberî gelê Kurd û me penaberên wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî tê meşandin. Ev bê hiqûqî di tu demên dîroka mirovahiyê de ne hatiye dîtin.”

‘Ji hemû bûyerên ku li Îmraliyê diqewimin bi qasî hêzên komploger CPT jî berpirsyar e’

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li CPT hat kirin: “Wek xwendekar û mamosteyên peymangeha Şehîd Kerîm Kato daxwaz dikin ku hûn li gor pîvanên mirovî û hiqûqa navnetewî tevbigerin. Rewşa Rêberê me ji nû ve bigrin dest û adîlane nêzîk bibin. Di vê babetê de erka xwe li gor hiqûqa xwe bi cih bînin. Zextê li ser dewleta Tirk çêbikin ku Rêberê me ji mafê hêviyê sûd werbigire da ku azadiya wî misoger bibe. Ger dewleta Tirk bê hiqûqiya mînaka wê ne hatiye dîtin dimeşîne, ev ji xwedî ne derketina hiqûqa navnetewî û pîvanên mirovî û exlaqî, cesaret girtine. Ji bêdengî û bêhelwestiya we dewleta Tirk hemû bê pîvaniyan bi kartîne. Ev rewş prestîja hiqûqa gerdûnî û ya navnetewî ya ku li Ewrupa hatî avakirin û pêşengtî jêre kirî ku li hemû cîhanê belavkirin di aliyê neyînî de bandor dike. Ji hemû bûyerên ku li Îmraliyê diqewimin bi qasî hêzên komploger CPT jî berpirsyare jiber vê yekê em daxwazdikin ku ji aliyê we ve zextek were kirin ku ev sazî erkê xwe bicih bîne.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.