Ji xwendekar û profesorên Îranî ji bo Leila Hosseinzadeh name

Ji bo Çalakvana xwendevanan Leila Hosseinzadeh were berdan li gelek zanîngehan, profesor û xwendevanan nameyek nivîsin û daxwazkirin ku were berdan.

Navenda Nûçeyan – Ji bo berdana xwendekara zanîngehê ya Îranê Leila Hosseinzadeh ku bi dehan caran hat girtin û berdan û niha girtî ye, xwendekar û profesor jî di nav de bi sedan kes nameyek nivîsandin.

Peyama ku di medyaya dijîtal de hat parvekirin û di heman demê de li ser saziyên fermî hatî belavkirin de wiha hate gotin:

“Xeteriya li ser tendirûstiya wê di astek cidî de ye û ji ber vê yekê em rayedaran hişyar dikin, girtina wê bê wate ye. Em bang dikin ku divê demil dest were berdan. Weke profersor û xwendekarên li çar aliyên welat em li benda nêzkatiyek wekhev û akademîk in û em dixwazin bibin dengê hevala xwe. Em bang li hemû kesan dikin bibin dengê Leila. Bêhiqûqiya ku li ser wê tê meşandin nayê qebulkirin. Rewşa wê ya tendîrûstî di rewşek ewqas xirab de girtina wê nêzikatiyek bê berpirsyartî ye.”

Di peyamê de xwendekar û profesoran daxwaz kirin ku Leila Hosseinzadeh demildest were berdan, zextên li ser wê were rakirin û divê îşkenceya ku lê tê kirin bi dawî bibe.

Leila Hosseinzadeh kê ye?

Leila Hosseinzadeh di sala 1991’an de ji dayik bûye, di sala 2017’an de di dema xwepêşandanan de hate girtin bi sucê ‘Li dijî ewlehiya welat, bi armanca heqeretkirinê komkirin û lihevkirina veşartî’ 5 sala cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Rewşa tendirûstiya Leila Hosseinzadeh herku diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Piştî ku nivî cezayê xwe kêşa ji bo di girtîgehê de nemîne ji aliyê Tiba Edlî be bi kefaletê hate berdan. Di sala 2018’an de cardin hat girtin û piştî dû heftiyan bi kefalet hate berdan. Di sala 2019’an de ji aliyê dadgeha şoreşê ve 30 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û derbarê wê de qedexeya çûyîna derve hat dayîn.

Leila Hosseinzadeh a sewqî girtîgeha Evinê hatibû kirin, di Adara 2020’an de hatibû berdan. Leila Hosseinzadeh ku her tim rastî girtin û zextan tên herî dawî di Kanuna 2021’an de hat girtin. Leila Hosseinzadeh sekretera konseya navenda xwendekaran û xwendekara lisansa bilind ya qada antropolojiya zanîngeha Tahranê ye. Girtina dermanan ya ji bo Leila Hosseinzadeh tê astegkirin.

Di konseya xwendekaran de ji ber perwerde bi pare ye û li dijî zextên zeyendperestî û hîcaba bi zorê têdikoşiya.