Ji Xezayê bang li jinan kir: Em li benda piştevaniya we ne

Jinên ku li Xezayê bandora herî giran a şer digirin bi gelek pirsgirêkên mîna xurek, tendirûstî, paqijî, ewlehiyê re rû bi rû ne. Zarifa Abu Kura bang li hemu jinan kir ku kampanyayên piştevaniyê bidin destpêkirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Şerê ku li Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha ji ber êrişên Îsraîlê didome bû sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, bi hezaran kes ji cih û warên xwe bibin. Jinên li Xezayê yê di bin şert û mercên zehmet de dijîn, her roj barên zêdetir û berpirsiyarî hildigirin ser milên xwe. Jinên ku ji pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bêpar dimînin, bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin.  

Çalakvana mafê mirovan Zarifa Abu Kura anî ziman ku şer tundiya nav malê zêdetir dike û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê.

Mirov neçarî koçberiyê bûn

Çalakvana mafê jinan Zarifa Abu Kura anî ziman ku piştî şer rû da û şûnde jiyana jinan serûbin bûye û wiha got: Bi destpêkirina şer re hêzên Îsraîlê ji bo Zîvala Xezayê fermana valakirinê da. Weke bersiva li hemberî vê gelê li Xezayê tenê berê xwe da bakur. Xezayiyên neçar hatin hiştin ku koçberî Xan Yûnisê bibin ku weke heremekî bi ewle hatibû danasîn, li bajarê Refahê jiyan kirin. Lê êşên mirovan li cihê ku çûn jî berdewam kir.”

Ji cih û warên xwe bûyîn bi tena xwe felaket e

Zarifa Abu Kura destnîşan kir ku ji cih û warê xwe bûyîn ya ku her dûbare kir li ser jinan bandorekê gelek xirab kiriye û got: “Ji cih û warê xwe bûyîna ji nişka ve bi tena xwe felaketek e. Ji bo malbatên ku ji şer bandor bûne firsend nehat dayîn ku plansaziyek bikin an jî alternatîfên guncav bibînin. Şertên şer her ku çû xirabtir bû û hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne du qat zêdetir bû. Bi destpêkirina şer re zêdebûna bihayê sotemeniyê, bû sedem ku mirov pirsgirêkên xwe gihandina cihekî bijîn. Mirov neçar man li kêleka rê xew bikin. Xan Yûnisa ku bi sedhezaran kesên ji cihê xwe bûne lê jiyan dikirin çolwarekî tijî kêzik, mar û mişkan e. Jiyana li wê derê nêzî jiyana cehnema bê dawî ye.”

Jin barê jiyanê hildigirin ser milê xwe

Zarifa Abu Kura anî ziman ku zehmetiyên ew qal dike tenê parçeyek ji wêneyê giştî ye û wiha domand: “Jin darekî ku bişewitînin peyda nakin. Ev rewşekê giran e. Dema ku li ser erkên rojane yên dirêj ku zextê derûnî û fîzîkî zêde dikin ev erk jî tên zêdekirin, di vê nêvenga kaotîk de jiyan vediguhere xewnereşkê. Weke encamekê nebûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bedela herî giran a vê yekê jî jin didin. Jin li dijî zehmetiyan serî li her riyê dan. Lê bi tena xwe kêmkirina barê ne gengaz e. Ji ber wendakirin, birîndarbûn an jî bêkariyê di nav malbatê de nebûna kesê ku bikaribe debarê bike, jinan dike berpirsa rêvebirina hemu karên malbatî. Bi sedan jin ji bo pêkanîna pêdiviyên xwe yê roja neçar dimînin bixebitin. Ji ber karên bê dawî yên malê ku xilas nabin jin nerehetiyên fîzîkî dijîn.”

Ji bo piştevaniyê bang li jinan

Zarifa Abu Kura da zanîn ku ji ber şer navendên jinan hatiye hilweşandin û fînansmaya ji bo piraniya wan dihat kirin qût bûye, bibîr xist ku ev rewş dihêle ku êşê jinan bi awayekê ku mînaka wê nehatiye dîtin giran bibe. Zarifa Abu Kura daxwaz kir ku ji bo kêmkirina êşên jinên Xezayê bi lezgînî plana çalakiyan bê destpêkirin û wiha got: “Li Zîvala Xezayê bê ku tu piştevaniyek hebe bi tena xwe bi gelek zehmetiyan re rû bi rû tên. Ev rewş girîngiya xebatên kolektîf û piştevaniya femînîst radixe ber çawan. Bê ku ev piştevanî hebe dê jin nikaribin li hemberî van zehmetiyan li ber xwe bidin.”

‘Divê kampanyayên piştevaniyê bên  destpêkirin’

Zarifa Abu Kura destnîşan kir ku şer tenê malan hilneweşandiye di heman demê de rumet û nirxên mirovî yên hewldanê kolektîf ji bo wê pêwist dike jî tune dike herî dawî wiha axivî: “Ji bo ji nû ve avakirina hêviyên jinan, zêdekirina rolên wan ên di nav civakê de divê kampanyayên mezin ên piştevaniyê bên destpêkirin. Divê bi jinan re bibin alîkar ku rolê xwe yê di nav civakê de ji nû ve bidest bixin. Tundiya nav malê, yek ji zehmetiyên nû ye ku jin rojane pê re rû bi rû dimînin. Her ku şertên jiyanê zehmet dibe tundiya nav malê jî zêde dibe.

Divê ji bo jinên ji Xezayê bi kampanyayan piştevanî bê dayîn. Ne tenê di warê madî de divê her wiha ji bo kêmkirina tundiyê jî piştevaniya derûnî û civakî bê dayîn. Êşên ku jinên li Zîvala Xezayê dijîn, encama şerên ku bi salan e didome û krîz û zehmetiyan e ku bi dorpêçan her ku çû dijwartir bû. Şerê niha hesasbûna derfetên jiyanê yê jinên li Zîvala Xezayê derxist holê û wan bêhtir xist nav tengasiyan. Jin neçar man ku bi zehmetiyên jêhatîbûnên wan derbas dike re rasterast rû bi rû bên. Li nêvengekî ku veguheriye rewşekî dermirovî, divê em wiha bikin ku jin bikaribin jiyana xwe kêm be jî bi awayekî birûmet bidomînin.”