‘Ji Xezayê 400 hezar kes koçber bûn’

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyarkir ku ji dema Îsraîlê car din dest bi êrişan kirin, nêzî 400 hezar kes ji Xezayê koçber bûne.

Navenda Nûçeyan – Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li rojavayê bajarê Dêr Belehê yê naverasta Xezayê êrîşî malekê kir û di encamê de bi kêmanî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û hin kesên din birîndar bûn.

Li gorî medyaya Filistînê, li bakurê rojavayê bajarê Xezayê Îsraîl êrîşî malekê kir û di encama vê êrîşê de 5 kesên din jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê herêmên li bakurê bajarê Refehê yê başûrê Xezayê û taxên Şûcaiyê û Zeytûn bi obîsan kirin hedef.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got ji dema ku Îsraîlê operasyoênên xwe yên leşkerî dîsa dayîn destpêkirin (di nava kêmî 3 hefteyan de) nêzî 400 hezar kes li hundirê Xezayê koçber bûne. Berdevkê NY’yê diyar kir ku ji bo silametî û jiyana koçberan tu tedbîr nehatine girtin û got berpirsyariya vê yekê ji Îsraîlê tê xwestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî agirbesta ku 2 mehan dom kir, Îsraîlê di 18’ê Adarê de careke din operasyoneke leşkerî li dijî Xezayê da destpêkirin. Ji 251 Îsraîliyên ku di 7’ê Cotemeha 2023’yan ve hatibûn girtin, hîna 58 girtî li Xezayê ne. Îsraîlê ragihand ku ji 251 girtiyên wê 34 girtî hatine kuştin.

Di çarçoveya agirbestê de, 8 cenaze jî di nav de, 33 girtiyên Îsraîlî û hezar û 800 Filistinî hatin berdan.