Ji Xezaya hilweşiyayî: Dazwaza me tenê ew e ku em bijîn

Esma Nasêr a ji Xezayê ku yek ji jinên êş û azarên giran ji ber êrişên Îsraîlê dîtiye, got ku “Min malbata xwe bi destên xwe oxir kir, ji bo min ev tiştê herî bi êş bû.” Esma bi vê hevokê daxwaza xwe dibêje: “Em bijîn û neyên kuştin.”

NEXIM KERACÊ

Xeza – Digel berdewamkirina êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê, bin asûmanên tijî dûman û di nav kavilên bajarên wêrankirî de, çîrokên jinên Xezayê yên dev ji axa xwe bernadin wekî sembolên berxwedana mirovan li ber trajediyê radiwestin. Şer sîbereke giran davêje ser her kesî, lê jin berdêla herî mezin didin, ji xwedîkirina zarokan a di nava dengên teqînan de, heta definkirina hezkiriyên xwe bi tenê barê giran hildigirin. Jin bi rûbirûbûna birçîbûn û tîbûnê re di nava lêgerîna ewlehiyê de ne. Esma Nasêr yek ji jinên Xezayê ye ku di jiyana xwe de êş û tengasî dîtine. Esma ya qala jiyana xwe ya di bin êriş û dorpêçê de dike dibêje: “Dazwaza me tenê ev e; em bijîn û neyên kuştin.”

‘Bi mirinê re rûbirû diman’

Esma Nasêr astengî û tengasiyên ku di nav dorpêç û êrişan de li bajarê Beyt Hanûnê bi malbata xwe re kişandiye, anî ziman û wiha got: “Em di mala xwe, di nav dorpêçê de bûn. Ne av, ne elektrîk û ne jî xwarin dihat peydakirin. Me nêzî 4 mehan di vê rewşa xirab de liberxwe dida. Kesên ku dixwestin derkevin derve û xwarinê peyda bikin, dibûn hedefa balafirên şer. Me xwarinên heyî di nav hev de parve dikir. Zarok ji birçîbûnê nedisekinîn. Dîsa jî me di nav van tengasiyan û mirinê de hebûna xwe parast.”

Em rojane di komkujiyan re derbas dibin’

Esma Nasêr diyar kir ku piştî du hefteyên ji êrişên dijwar, mala wan bûye hedef û êşa xwe ya ji ber wê êrişê bi van gotinan anî ziman: “Em ji nav avahî û xirbeyan birîndar derketin. Lê min dizanî ku min hemû malbata xwe wenda kir. Bira û kurê apê min, her wiha xwişka min, tevî sê zarokên xwe li erdê bûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Min bi destên xwe ew oxir kirin û tu kes bi min re nebû alîkar. Tu car vê dîmen û kêliya bi êş ji bîr nakim. Min kurê xwîşka xwe yê biçûk ku birîndar bû, rakir nexweşxaneya Kemal Edwan û wî li hember mirinê gelek liber xwe da. Tevî tunebûna dermanan jî gel li nexweşxaneyê xwe derman dikir. Em rojane di komkujiyan re derbas dibin.”

‘Hêviya xwe ya dawî wenda kir’

Di nava gotinên xwe de Esma Nasêr destnîşan kir rojên wê yên ku li nexweşxaneyê dima, çend ji rojên wê yên mala dorpêçkirî ne dûr bû û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji bo dermankirina kurê xwişka xwe, em li nexweşxaneyê diman. Lê hêzên Îsraîlê ew nexweşxane hedef girtin û hemû jin û zarokên li wir derxistin derve. Bi darê zorê hiştin ez kurê xwişka xwe bi tenê di nav mirin û jiyanê de bihêlim. Wê demê min hîs kir ku hêviya xwe ya dawî wenda kir. Wan li ber çavê miletê li min dan û hîzara min avêtin. Piştre bi jinên ku di nexweşxanê de diman re, bi dar zorê çûm cihên stargehê. Li wir em rastî kontrolek hovane hatin.”

‘Di nava birîndaran de lê digerim’

Tevî êş û azarên ku Esma Nasêr dîtiye jî wêneyê kurê xwişka wê ji hişê wê naçe û her di nava nexweşxaneyan de lê digere. Esma Nasêr diyar kir ku heya vê kêliyê hêviya wê heye ku kurê xwişka bibîne, ji ber ku tenê ji malbata wê ew kurik maye. Esma wiha got: “Ji bo dîtina kurê xwişka xwe rojane li ber deriyên nexweşxaneyan dimam. Tenê ji bo kurê xwişka xwe di nav birîndaran de bibînim. Lê min ew nedît. Ji bo peydakirina kesekî ji malbata xwe, her di nav lêgerînan de me û min hêviya xwe wenda nekiriye.”

‘Komkjiyên qirkirinê li ser milet pêk tînin’

Esma Nasêr bi gotinên “Ez ne şervan im, ez tenê dengê xwe hildigirim” bang li rêxistinên navnetewî kir ku dawî li van şer û pevçûnan bînin. Esma bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin dengê xwe bighînin tevahiya dinyayê. Tiştê ku li Xezayê diqewime ne tenê şer e, ew berdewama komkujiyên qirkirina miletê ye. Dazwaza me tenê ev e; em bijîn û neyên kuştin. Lê mixabin ev maf jî ji me hatiye stendin.”