Ji Wezîreta Edaletê bersiva agahiya me ji çeteya fuhûşê nîn e

Piştî mehan Wezareta Edaletê bersiva pêşnûmepirsa der barê çeteya ku ji polîs, leşker û cerdevanan pêk tê û jinan ber bi fuhûşê ve dibe de da û diyar kir ku lêpirsîn ‘veşartî’ tê meşandin da zanîn ku nizane ka wê kar û bar bê kirin yan na.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal di meha Mijdarê de der barê li Colemêrg û Şirnexê çeteyek ku ji polîs, leşker û cerdevanan pêk tê jinan bi rêya şantajê berbi fuhuşê ve di xişkînîn, pêşûmepirsê pêşkêşî Wezareta Edaletê kiribû.

Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku li Colemêrg û Şirnexê ji aliyê kesek ku dihat beyankirin çawişê pispor e, piştî ku dîmen û peyamên dişand telefonên hemwelatiyên li herêmê, komek çete ku di nav de leşker û cerdevan jî hene xebera wan jê heye û di pêşnûmeyê de ev tişt hat gotin:

“Çeteya ku dihat diyarkirin di sala 2019’an de hatiye avakirin hat îdiakirin ku bi riya şantajê zorê li jinan kiriye ber bi fuhûşê ve biriye û bikin sîxur û jinek qetil kirin û jinek jî ber bi întiharê ve birine. Kesê ku hat diyarkirin çawişê pispor e û bûyer îfşa kiriye, di rewşa lêpirsîna ku were destpêkirin de wê bibe şahidê veşartî, wê li gel xwe 4 çawişên pispor û polîsek sivîl bibin şahidê veşartî û biçin îfade bidin. Di heman demê de der barê mijarê de belge û dokuman hat îdiakiirn ku li Navenda Jendermeyan ya Çelê ye.”

Ji wezaretê bersiva ‘agahiya me nîn e’

Piştî bi mehan Wezareta Edaletê bersîva pêşnûmepirsê da û da zanîn ku lêpirsîn ‘veşartî’ tê meşandin û ji ber vê yekê der barê bûyerê de xebera wan nîn e. Bi mehan tevî ku fail personelên civakê ne Wezaretê berpirsyariya wan a di bûyerê de red kir û ev bersiv da: “…Berpirsyarî li ser darazê ye, bi veşartî tê veşartin û lêpirsîna ku di çarçoveya xebatên darazî de maye di qonaxa lêpirsinê de kîjan kar û bar tê kirin di wezareta me de tu agahî nîn e.”

Wezaretê got ‘hinek sûc’ lê naveroka sûc diyar nekir

Wezaretê diyar kir ku der barê bûyerê de di nivîsên bi Serdozgeriyên Komara Çelê û Şirnexê re agahî girtiye. Der barê polîs û leşkerên di bûyerê de ‘beşek jê bi guman in’ behs kir, bal nekişand ku ka yên ku bi guman çend kes in. Wezaretê da zanîn ku di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çelê ve tê meşandin ‘cihê peyketinê nîn e’ got ku ‘di aliyê sûc de ye’ sûc diyar nekir. Destnîşan kir ku ‘di aliyê hinek sûcan de lêpirsîna tê kirin’ berdewam dike.