Ji Werîşe Muradî têkildarî Komploya Navnetewî name
Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Werîşe Muradî nameyek şand û got: “Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû û azadiyê.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250216-20250216-image-870x-66d1a014c6c4d-jpgede693-image-jpg74721c-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Werîşe Muradî ya ku ji aliyê Îranê ve bi cezayê darvekirinê tê darizandin, bi boneya salvegera Komploya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek şand.
Di nameya Werîşe Muradî de ev tişt hat gotin:
“Ez 26’emîn salvegera komployê ya bêbextiya navnetewî ya li dijî Rêber APO şermezar dikim. Bêbextiyek ku bi armanca tunekirina fîzîkî ya Rêber APO û qirkirina hemû gelê Kurd pêk anîn, lê bê encam ma. Rêber Apo ji ber ku azadiya gelan dixwaze, li Îmraliyê tê girtin. Rêber Apo bi şoreşa rojane di zindanê de jiyan afirand. Zindana takekesî ya Îmraliyê ku çala mirinê bû, kir ode û eywana jiyanê. Lê belê Rêber Apo bû serokê hemû gelên bindest. Rêbertiya me berxwedanek bê navber meşand û hê jî dimeşîne.
Me di xeta Rêber APO de, ji ferasetên tarî û desthilatdar û dewletdar re got na! Mîna ku Zeynep Celaliyan got, ‘Eger em tecrîda li ser Rêber Apo bişkênin, wê hemû zindan vala bibin.’ Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû û azadiyê. Ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû û azadiya Rojhilata Navîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”