Tulay Hatîmogullari banga diyalogê kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di 2'yemîn Kongreya Asayî ya Bedlîsê de axivî û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîda ku zêdeyî 3 sal in li Îmraliyê tê meşandin, demildest bê rakirin.”

Navenda Nûçeyan- Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari 2'yemîn Kongreya Asayî ya Bedlîsê hat lidarxistin. Li navendê di eywana dawetek de kongre hat lidarxistin parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên sazî û komeleyan û gelek welatî tevlî kongreyê bûn.

Ji kongreye parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz bang li aliyên siyasî kir û destnîşan kir ku rewşa Tirkiyeyê di nava aloziya siyasî û civakî de ye û sedema vê jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û got: “Ji ber vê yekê jî divê em hemû xebatên xwe li ser pirsgirêka Kurd bikin. Ger îro evqas pirsgirêk hebin bingeha xwe ji tecrîda li ser birêz Ocalan digre. Ji ber vê yekê ev tecrîd li hemû cihê belav bûye. Ji ber vê jî heta Bedlîs azad nebe tu tişt çareser nabe. Lewma tişta ku bê kirin divê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û şikandin. Em hemû cihan bikin qada berxwedanê. Heta ku birêz Ocalan azad nebe pirsgirêka Kurd jî çareser nabe. Her wiha hûn jî dizanin li girtîgehan niha grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ev peywir ne ya wan tenê ye. Her wiha peywira hemû kesên ku demokrasiyê dixwazin e. Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê ne tenê bibin dengê girtiyan bibin dengê vê têkoşînê.”

‘Divê demildest tecrîd rabe’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî axivî û diyar kir ku tehemula AKP’ê ji siyaseta demokratîk re nemaye û da zanîn ku tevî girtina partiya wan jî bi awayek bi hêz riya xwe berdewam dike û wiha domand: “Ew dizanin bi van rê û rêbazan nikarin me têk bibin. Dîroka me ev yek bi caran daye nîşanî me. Divê deriyê pirsgirêka Kurd bi riya demokratîk were vekirin. Ji bo vê divê tecrîda ku sê sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin demildest rabe. Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, hem ji bo piragirêka Kurd bi aştiyane û demokratîk were çareserkirin li 106 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Em ji vê derê silavên xwe ji girtiyên ku ji bo daxwaza demokratîk di çalakiya greva birçîbûnê de ne re dişînin.”

‘Dawî li krîz û zemê nayê’

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de hemwelatiyê ku li navenda kirin û firotinê întihar kiriye bi bîr xist û got: “Ji bo 15 hezar TL deynî wî hebû întihar kir. Lê belê yê li qesrê mûçeyê asgarî kiriye 17 hezar TL, difikire ku bi vê mirov rizgar bûne. Ew 17 hezar TL yê ku didin di vê rewşê de têra çi dike? Ji ber zêdebûna bihayê her tiştî tu qîmeta vî pereyî nemaye. Lê binêrîn li vî bajarî fabrîqayek jî çênekirine lê belê Erdogan li Xelat û Beştepeyê qesrên ku bi milyon dolaran lê çûne çêkirine. Pêwîstiya Xelatê ne ev qesr e. Dibe ku salê carek yan jî qet neyê. Lê belê 100 milyon ji bo luksê li qesra Xelatê mesref kirine. Li cihê vê fabrîqe çêkiribûna û ciwanên Kurd koç nekiribûna baştir nebû lê belê ji bo Kurdan vê maf nabîne, ji ber vê yekê fabrîqeyan ava nakin. Ji bo ciwanan bikin cerdevan, wan bê kar dihêlin. Lê belê ciwanên Kurd sekna xwe ya bi rûmet nîşan didin.”

‘Butçe, ne tenê pere ye’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser hevdîtinên butçeyê û wiha got:

“Butçe ne tênê pere ye. Butçe aştî, hiqûqa li Tirkiye û Kurdistanê tê wateya kesek birçî nemîne. Tenê di vê hefteyê de li Rojava fabrîqa, atolyeyên tekstîlê, nexweşxane neman ku bombebaran kirine. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di hevdîtinên butçeyê de gotibû ku sivîlek tenê jî qetil nekirine. Em li vê derê nîşan didin; ma di atoleyên tekstîlê de sivîl naxebitin kî dixebite? Li wan nexweşxaneyan mirovên sivîl tedawî nabin? Bijîjk, perestar û xebatkar ne sivîl in? Tenê sûcê wan ji ber li Rojava ne û Kurd in. Difikirin ku pere ji bo ÎHA û SÎHA’ yan veqetînin û li Kurdistanê ji bo polîtîkayên xwe yên taybet pere vediqetînin ser pirsgirêka Kurd digrin. Em dizanin ku çiqas li van deran pere xerc bikin jî dê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û kûrtir bibe. Çawa ku sînorên Tirkiyeyê bê ewle ne em dizanin ku çawa ji bo DAIŞ û EL Nusrayê vebûne.” 

‘Em ê hemû şaredariyên xwe careke din bigrin’

Tulay Hatîmogullari der barê hilbijartinên xwecihî yên nêz dibin de wiha got: “Di vê hilbijartinê de stratejiya ku me daniye li holê heye. Em ê hemû şaredariyên xwe yên ku qeyûm li wan hatine tayînkirin careke din bigrin. Bi destên qeyûman gendelî û dizîtiyên ku di dîrokê de nehatiye dîtin, hatine kirin. Tabelayên Kurdî radikin. Divê gel bi şev û roj bixebite. Ez di wê baweriyê de me ku wê gelê me li Bedlîsê peyamek girîng bide.”

Tulay Hatimogullari di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî zilma Nemrûd, çawa ku ruhê Îsmaîl li vê xakê têkoşiyabû, em jî bi heman ruhî di sedsaal 21’ê de li dijî Nemrûd têdikoşin, bi ruhê Îbrahîm li dijî zilmê em ê têbikoşin. Li dijî zilma Dehaqan em ê bibin dengê Kawayên şoreşger.”

Piştî axaftinan rapora xebatan hat xwendin. Rêveberiya nû hatin bijartin. Sakîne Olan û Fîkret Bîrlîk jî wek hevserokên nû yên DEM Partiyê hatin hilbijartin.