Ji TJA berteka qeyûman: Wê jin bimînin, hûn ê biçin
TJA'yê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên li 3 bajaran da, diyar kir ku ew ê li hemberî darbekaran serî netewînin û got, "Jin wê bimînin, hûn ê biçin."

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xalfetiyê bi talîmata Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk da.
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:
“Ev zilm û tundî ye. Me duh li hemberî darbekaran serî netewandin û îro jî serî natewînin. Em ê di bin her şert û mercî de tiştê ku heqê me ye ji we bistînin. Wê jin bimînin, hûn ê biçin."