Ji TJA bang: Ji bo Sûryeyek azadî piştevanî pêwîste
TJA'yê bertek nîşanî êrîşên çeteyên SMO'yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina jinan da û ji bo Sûriyeyeke demokratîk, wekhev û azad banga têkoşîn û hevgirtinê li jinan kir.
Amed – Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî desdirêjî, qetilkirin û revandina jinan ji aliyê Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî Tirkiyeyê ve daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Şerê Cîhanê yê 3'emîn li Rojhilata Navîn dewam dike û di polîtîkayên şer de pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin.
Banga piştevaniyê
TJA di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “SMO û yên destekê didin wê nikarin pêşiya jiyana azad, demokratîk bigirin. Gel û jin wê jiyana ku xeyala wan e ava bikin. Em ê di her şert û mercî de rêgezên xeta azadiya jinê û têkoşîna azadiya jinê biparêzin. Jin û gelên li wê xakê dijîn wê biryarê bidin ku Sûriye çawa were birêvebirin. Em têkoşîna jinên hemû gelên Sûriyeyê yên ku li dijî rejîma Esad, çeteyên cîhadî û desthilatdarên ku ji bo berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn kişandin nava şer, li kolanan, barîkatan, zindanan û malan de bi rêxistin kirin, li ber xwe dan silav dikin. Em hemû jinên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk, azad û wekhev têbikoşin û bibin yek.”