Ji Tifaqa Ked û Azadiyê biryara hilbijartina Serokomariyê

Tifaqa Ked û Azadiyê bi daxuyaniyek ragihand ku di hilbijartina Serokomariyê ya 14’ê Gulanê de ew ê piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu.

Navenda Nûçeyan – Tifaqa Ked û Azadiyê derbarê Hilbijartinên Giştî û Serokomariyê ya 14’ê Gulanê de daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku di bin şertên krîz û aloziyên piralî yên siyasî, civakî û aborî Tirkiyê ber bi hilbijartinek dîrokî ve diçe.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Gelên Tirkiyeyê li gel zor û zehmetiyên vê krîza piralî, li gel zexta siyasî û şert û mercên newekhev ên propagandayê, têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina paşerojê di dengdana 14’ê Gulanê de dixwaze bi ser bixîne” û hat destnîşankirin ku kevneşopiya gelên Tirkiyeyê û bindestan heta niha li hemberî feraseta faşîst û otorîter rêya berxwedanê û serketinê hîn kiriye û bi rêxistin kiriye.

‘Me biryar dan ku berpirsyariya xwe bi cih bînin’

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku ew ji bo hilbijarinên Serokomariyê namzet dernexistine lê di hilbijartinên parlamentê de jî di bin sîwana tifaqê de tevlî bibin û wiha hat gotin: “Di vê pêvajoya diyarker a siyaseta Tirkiyeyê de hem ji bo bicihanîna wezîfeya xwe ya dîrokî, hem jî ji bo paşeroja nifşên nû, me biryar dan ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de di hilbijartinên serokkomariyê yên 14’ê Gulana 2023’yan de me biryar dan ku piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû û em vê biryara xwe bi raya giştî re parve dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Divê bê zanîn, di vê hilbijartina herî girîng a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de bidestxistina serketinê ya li dijî faşîzmê ne tenê qezençkirina hilbijartina serokkomariyê ye. Yek ji qadên herî girîng ên ji bo lawazkirina faşîzmê Meclîs e û girîng e serwerî li ser meclîsê bê çêkirin. Ji bo vê jî em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku di hilbijartinên parlamenteriyê yên 14’ê Gulana 2023’yan de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Yekane rêya temsîlkirina bindestan a li parlamentê ew e ku wan di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de li hev kom bikin û li parlamentê bikin xwedî mafê gotinê, erk û biryarê.

Em bang dikin ku di hilbijartinên parlamenteriye de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê, di hilbijartinên Serokkomariyê de jî dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”