Ji Tevgera Şemiya Mor hişyarî: Jinên Efgan ên li Îranê di xeterê de ne

Tevgera Şemiya Mor, aşkera kir ku piştî êrîşên ku Îsraîlê li hember axa Îranê destpê kir, bi taybetî malbatên penaber ên Efgan ku li Tehranê dijîn, di rewşeke krîtîk de ne.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Şemiya Mor têkildarî rewşa bi dehan malbatên Efgan ên ku li Îranê weke koçber dijîn, belavokek weşand.  Tevgerê têkildarî rewşa van malbatan bang kir.

Tevgerê aşkera kir ku piştî êrîşên Îsraîlê yên di demên dawî de li hemberî Îranê pêk hatine, çend malbatên Efgan ên bi taybetî li Tehranê dimînin, neçar mane terka malên xwe bikin û koçî herêmên din kirine.

Tevgera Şemiya Mor diyar kir ku di nav de jinên xwepêşender, aktîvîstên mafên mirovan û komên din piranî koçber, niha heta tu bibêjî di şert û mercên zor, bi fikar û dermirovî de dijîn.

Di belavokê de ev tişt hat gotin:

“Jinên Efganistanê û malbatên wan, berê ji ber gefên Talîbanê reviyabûn Îranê. Niha ne tenê bi gefên ewlehiyê re, di heman dem de ji xwegihandina pêwistiyên bingehîn ên jiyanê, yên wek bicihbûn, xwarin û avê bêpar in.”

Tevgera Şemiya Mor destpêkê Nûnertiya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî, Rêxistinên Navneteweyî yên Mafên Mirovan jî di nav de bang li hemû saziyên navneteweyî kir ku ewlehiya van kesan pêk bînin, mercên xwegihandina xizmetên bingehîn ava bikin û ji bo avakirina derfetên bicihbûnê demildest mudaxele bikin.