Ji têkoşînvanên doza Roboskiyê Kadriye Encu jiyan xwe ji dest da
Ji dayikên têkoşîna zarokên xwe yên di Komkujiya Roboskî de hatî qetilkirin heta nefesa xwe ya dawî dewam kir Kadriye Encu ji ber qeyîrana dil jiyana xwe ji dest da.
Şirnex- Li gundê Roboskîyê yê Qilebana Şirnexê, di 28’ê Kanûna 2011’an de bi bombebarana balafirên şer 34 kes hatibûn qetilkirin. Ji wê demê heya niha bi pêşengiya dayikên gund têkoşîna wan a darezandina faîlê zarokên wan dewam dike. Dayika Hamza Encu yê di heman komkujiyê de hatibû qetilkirin Kadriye Encu ya heta nefesa xwe ya dawiyê doza darezandina kujerê kurê xwe û hevalên wî dikir ji ber qeyîrana dil jiyana xwe ji dest da.